• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Abdullah Ocalan: Pêwistiya civakê bi vîna jina azad heye

Navenda Nûçeyan /AW

12 SIBAT 2025 - 08:12
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Rêberê PKKê Abdullah Ocalan di nirxandinên xwe yên berê de têkildarî azadiya jinan wiha gotibû: “Pêwistiya civaka demokratîk bi hişmendiya jinê û vîna jinê ya azad heye. Hewceye mirov her tim li ser bingehê azadiyê nêzîkî jinê bibe.”

Rêberê PKKê Abdullah Ocalan di nirxandinên xwe de diyar dike ku pêwîst e şoreşa jinê di qada civakî de were meşandin. Şoreşa jinê him di warê fikrî him jî di warê pratîkê de pêngavên bingehîn dixwaze. Abdullah Ocalan dibêje: “Di destpêkê de li dijî bîrdoziya zayendperest şerekî domdar hewce ye. Pêwîst e li hember hişmendiya tecawizkar a ku rojê 24 saetan di dewrê de ye jî şer di warê exlaqî û polîtîk de bê kûrkirin. Pêwist e ji bo armancên desthilatdarî û mijokdariyê zarok çêkirin neyê qebûlkirin were mehkûmkirin. Divê biryara zarok çêkirinê bi temamî ji jina ku azad bûye re bê hiştin. Divê bîrdoziya xanedaniyê û malbatê bê derbaskirin. Ya herî girîng jî divê felsefeya bi jinê re jiyînê, ya rast bêfelsefetî were derbaskirin. Pêwîst e hêza bi jinê re jiyînê di feraseta xwedî zarok bûyînê û pêkanîna têkiliya zayendî de neyê dîtin. Hêza bi jinê re jiyînê di dostaniyê, hevaltiyê, wek têkiliya civakî afirandina xweşikî, dilsozî, aştî, zadeganî; bi awayekî wekhev û azad parvekirinê de bê dîtin.”

‘Evîneke rasteqîn encax di hevsengiya hêza heqîqeta civakî de pêkan e’

Abdullah Ocalan di nirxandinên xwe de balê dikişîne ser eşqê û şoreşa jinê û wiha dibêje: “Evîneke rasteqîn encax di hevsengiya hêza heqîqeta civakî de pêkan e. Ne gengaz e ku di kesayetên ku bi koletiyê, destdirêjiyê û desthilatdariyê re têkildarin de eşq pêk were. Bi hezaran ceribandinên serneketî û têkçûnên malbatan vê rastiyê pişterast dikin. Dema ku herî kêm qasî mêr jin jî bibe xwediyê hêza civakî û zanebûnê wê demê pêkan e ku evîn û xweşikî; ji desthilatdariyê dûr, di nav aştî û wekheviyê de bi awayekî azad bê afirndin û parvekirin. Sedsala 21emîn şoreşa jinê ferz dike. Dirûşmeya ‘Ya jiyan ya barbartî’ vê şoreşê dispire.”

‘Modernîteya Demokratîk serdema şoreşa jinê ye’

Rêberê PKKê Abdullah Ocalan desnîşan kiribû ku Modernîteya Demokratîk di mijara pirsgirêka jinê û şoreşa jinê de perspektîf û rolên pêşengtiyê pêşkêş dike û wiha gotibû: “Aborî pîşeya jinê ya cewherî ya civakî ye, karê wê ye. Ekolojî encax bi hestiyariya jinê dikare bi civakê re bibe yek. Jin wek nasname ekolojîst e. Pêwistiya civaka demokratîk bi hişmendiya jinê û vîna jinê ya azad heye. Modernîteya Demokratîk serdema şoreş û şaristaniya jinê ye.”

Azadiya jinê

Abdullah Ocalan diyar kiribû ku hewceye mirov her tim li ser bingehê azadiyê nêzîkî jinê bibe û azadî jî rewşeke zîhnî û ruhî ye û di vê mijarê de jî wiha dibêje: “Nêzîkatiya min li hember jinê bi temamî li ser bingeha azadiyê ye. Ev nîzîkatiya min ji bo gel jî, ji bo jinê jî heta ji bo mêran jî wisa ye. Pêwîst e mirov xwe baş nas bike û bide nasîn. Azadî nebe nabe, ev mijareke ku nayê nîqaşkirinê lê azadî mijareke zîhnî û ruhî ye. Pêwîst e mirov bi hestên xwe, xwe binase, li ser fikrên xwe serwer be û bizanibe dixwaze çi bijî. Azadî ev e. Min ji jinan re her tim ev tişt digotin. Ji bo wê heke behsa azadiya jinê dikin, bila li ser van esasan nêzî min bibin, heke dê ji min hez bikin bila wiha hez bikin, nexwê bila vala vala xwe newestînin. Heke dê werin bila li ser vê bingehê werin. Ez bi jinê re her tim li ser bingehê azadiyê dijîm û ez ê wisa bijîm.”

 

Etîket: Abdullah OcalanJinJina azadVin
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

6 COTMEH 2026
Otomatik taslak

Nobeda Jin, Edalet û Bîrê: Wekhevî, azadî û ewlehî hat xwestin

6 COTMEH 2026
Abdullah Ocalan: Eger Îran dawî li êriş û darvekirinê neîne mafê Kurdan ê bersivê heye

Abdullah Ocalan ji konferansa li Îngilistanê re peyam şand

29 ÎLON 2026
Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

28 ÎLON 2026
Mîthat Sancar: Pêdivî bi baweriyê heye

Mîthat Sancar: Pêdivî bi baweriyê heye

26 ÎLON 2026
Pervîn Buldan: Pêşengên vê pêvajoyê dîsa jin û dayik in

Pervîn Buldan: Pêşengên vê pêvajoyê dîsa jin û dayik in

23 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne