Platforma Ekolojiyê ya Şirnexê ji bo rawestandina Santrala Termîkê ya li Silopyayê kampanyaya îmzeyan da destpêkirin.
Platforma Ekolojiyê ya Şirnexê ji bo rawestandina Santrala Termîkê ya li bajaroka Bêspin ya bi ser navçeya Silopya ya Şirnexê ve li ser platformên medya dîjîtal kampanyaya îmzeyan da destpêkirin. Platorma Ekolojiyê ya Şirnexê li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal daxuyaniyek weşand û bang li hemû sazî û dezgehên Şirnexê kir ku piştgiriyê bidin kampanyayê.
Platformê bal kişand ser bandora santrale ya li ser gelê Şirnexê û wiha got: “Vaye 17 sal in ev santral û bi vê ve girêdayî kanên komirê xwezaya me talan dikin. Her wiha ji ber santralê rêjeya nexweşiyên penceşerê li herêmê gelekî zêde bûye. Divê êdî em li dijî vê yekê bêdeng nemînin û em vê santrale bidin rawestandin.”
Platformê herî dawî diyar kir ku her îmzeyek ji bo rawestandina santralê weke îradeyeke xurt e û bang kir ku her kes tev li kampanyaya îmzeyê bibe.
Lînka kampanyayê ev e:













