Wezîrê Dadê Akin Gurlek ragihand ku di pêla 4an a lêpirsîna Ahbapê de 13 kes hatine binçavkirin.
Wezîrê Dadê Akin Gurlek li ser hesabê xwe yê Xê ragihand ku di pêla 4an a lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê li dijî Ahbapê de 13 kes hatine binçavkirin. Akin Gurlek di parvekirina xwe de ragihand ku li 3 bajaran Stenbol, Mersîn û Erziromê operasyona hemwext pêk hatiye.
Her wiha Akin Gurlek derbarê lêpirsîna Gulistan Doku de jî ragihand ku li 15 bajaran operasyon pêk hatiye û 18 kes hatine binçavkirin.










