• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Li Colemêrgê bûyerên ‘xwekuştinê’: Sedema herî berbiçav aborî ye

Bazîd Evren - Heval Onkol / AW

26 TÎRMEH 2026 - 10:06
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Colemêrg – Li Colemêrg û navçeyên wê di 3 rojan de 5, di 6 mehan de jî 26 buyerên ‘întîhar’ û ‘mirinên biguman’ qewimîn. Hevseroka Şaxa ÎHDê ya Colemêrgê Sîbel Çapraz bal kişand ser sedemên van bûyeran û wiha got: “Sedema herî berbiçav aborî ye.”

Li Colemêrg û navçeyên wê di van salên dawî de gelek mirinên gumanbar hatine tomarkirin. Li gorî nûçe û raporên hatine amadekirin di 6 mehên dawî de 26 kesan ‘întîhar’ kiriye ku 14 ji wan jin in. Li gorî çavderî û nêrîna pisporan pirsgirêkên aborî, bêkarî û zextên civakî rê li ber hewldanên ‘întîharê’ vedikin. Ev yek li bajêr bûye pirsgirêkeke sereke û di nav civakê de tirsek avakiriye.

Hevseroka Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Sîbel Çapraz derbarê van bûyerên ‘îtîharê’ de ji ajansa me axivî û bal kişand ser polîtîkayên ewlehiyê.

Sîbel Çapraz di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku herêma Colemêrgê wekî erdnigariya xwe cihekî stratejîk e û her tim bi polîtîkayên ewlehiyê hatiye birêvebirin, ji ber vê yekê ji aliyê jiyana azad û mirovî de hinek astengî hene û wiha got: “Taybetî jî jin û ciwan ji ber van polîtîkayen tundî û ewlehiyê jiyaneke bi asteng dijîn. Jiyaneke berfireh û ber bi civakbûnê nîn e. Lêbelê her çiqas polîtîkayên cuda cuda hatibin meşandin jî welatiyên Colemêrgê berxwedana xwe her tim didomandiye.”

‘Colemêrg di sînorê 2 dewletan de ye, lê kar nîne’

Sîbel Çapraz bal kişand ser zextên li ser jin û ciwanan û diyar kir ku piştî 2015an astengiyên li ser jiyana jin û ciwana û polîtîkayên ferzkirina sîxûrtiyê, kuştin û girtinê jî pêş ketiye û bi lêv kir ku gelek malbat ji bo zarokên xwe ji van tiştan biparêzin ew li malê hiştin û ne xwestine ciwanên van polîtîk bibin.

Sîbel Çapraz da zanîn ku vê seknê li ser jiyana ciwanan bandorek neyînî kiriye û wiha pêde çû: “Ji ber ciwan ji civakbûnê, xwendinê, werzîşê û hwd. dûr ketin jiyana wan zehmetir bû. Rewşa aborî ji xwe xaleke sereke ye. Em li cihekî wisa de dijîn ku du welat li derdorê me hene û sê deriyên sînor hene lê belê li gorî wan derfetan jî ciwan nikarin ji aliyê aborî ve xwe pêş ve bibin, karekî bikin. Heke malbat nikarin zarokên xwe ji bo xwendinê bişînin derve li vir dimînin, nav van zehmetiyan jiyana xwe didomînin.”

‘Ji 2023yan ve bûyerên întîhar û mirinên biguman zêde bûne’

Bi domdarî Sîbel Çapraz diyar kir ku wan di sala 2023yan de li ser îtîharan li Colemêrgê raporek amade kirine û destnîşan kir ku piştî 2023yan întîhar û mirinên ‘biguman’ gelek zêde bûne û ev yek li axaftina xwe zêde kir: “Dema em serê sibê hişyar dibûn, me beriya her tiştî li çapemeniyê dinêrî ku îro çi xwekujî çêbûne yan na. Ji xeynî xwekujiyên li vir agahiyên mirinên ciwanên ku ji ber rewşa aborî diçin dixibitin jî tên. Ne tenê li Colemêrgê, li derve jî, li metropolan jî agahiyên mirinên ‘bi guman’ yên ciwanên me tên. Her çiqas dibêjin ciwanek ji Colemêrgê li ser înşaatê ketiyê lê divê mirov bipirse çawa ketiye, kî li ba wî bû, lêxistinek heye yan nîne? Ji aliyê şopandina wan pirsan ve em hinek kêm in.”

Di 3 rojan de 5 bûyer qewimîn

Sîbel Çapraz bi domdarî behsa rêjeya întîharên 6 mehan kir û ev tişt got: “Ji destpêka sala 2026an heta niha, nav van heft mehan de 26 bûyerên xwekujî û mirinên ‘bi guman’ me tespît kirine. Navbera van sê rojan de jî 5 bûyerên mirina bi guman û xwekujî hatin tespît kirin. Dema mirov sedemên vê mijarê vedikole, dibîne ku sedema herî ber bi çav rewşa aborî ye. Di malperên dîjîtal de listîkên bipere yên qirêj dilîzin, bi sedema parvekirina îbanê gelek kes dibin deyndar. Ev yek rêya xwekujiyê vedike. Ev xwekujiyên pêk hatî hemû encam in. Li vî bajarî heke derfetên aborî û kar hebe kes naçe derve naxebite. Du kesên di nav 3 rojan de li Stenbolê û Wanê jiyana xwe ji dest dane her du jî deyndar bûn. Divê bê lêkolînkirin ka ev deyndarî çawa çêbûye? Helbet her tişt ne aborî û kar e. Divê ciwan enerjî û cewhera xwe derxîne holê, lê mixabin vê herêmê tiştek nîn e. Sedema vê yekê ya yekem polîtîkayên ewlehiyê ne. Dewlet li herêma Colemêrgê hemû hêza xwe dide polîtîkayên ewlehiyê ji ber vê berpisyariya xwe ya ji bo civakê bîr dike, lewma civak, ciwan, jin dikevin valahiyekê.”

‘Berpirsyariya me zêde bûn’

Her wiha Sîbel Çapraz bal kişand ser jiyana komînal a li Colemêrgê û axaftina xwe bi van gotina bi dawî kir: “Herêma Colemêrgê ji avabûna xwe heta niha jiyanek komûnal dijî. Divê her kes li gorî vê çarçoveyê tevbigere. Sazî, rêxistin û şaredariyên me ji bo jin û ciwanan berpisyariya xwe bizane dê ev pirsgirêk jî kêm bibin. Navçeya Geverê wekî bajarê jinan hate îlan kirin. Ji bo vê divê bingeheke qahîm bê avakirin. Piştî vê îlankirinê li hemberî ciwan û jinan berpisyariyên me zêde bûn. Divê em ji bo jiyaneke exlaqî û polîtîk çawa bê avakirin, baş bifikirin.”

Etîket: întîharmirinên bigumanSîbel ÇaprazXwekuştin
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Xizmên Windayan faîlên Îkbal Yaşar pirsîn

Xizmên Windayan faîlên Îkbal Yaşar pirsîn

21 ADAR 2026
‘Newekhevî û nenaskirin bingeha xwekuştinê ye’

‘Newekhevî û nenaskirin bingeha xwekuştinê ye’

6 KANÛN 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne