• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Bertek nişanî revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanan dan

    Bertek nişanî revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanan dan

    Egîtîm Sen: Tundiya civakî diteyise dibistanan jî

    Egîtîm Sen: Tundiya civakî diteyise dibistanan jî

    Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

    Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

    Dadgehê biryara girtina ‘Yeşîl’ da

    Dadgehê biryara girtina ‘Yeşîl’ da

    ÎSÎG: 226 karker di cinayetên kar de jiyana xwe ji dest dane

    ÎSÎG: 226 karker di cinayetên kar de jiyana xwe ji dest dane

    Ercument Akdenîz: Li dijî astengî û sansurê pêdivî bi konferans û mitîngekê heye

    Ercument Akdenîz: Li dijî astengî û sansurê pêdivî bi konferans û mitîngekê heye

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Bertek nişanî revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanan dan

    Bertek nişanî revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanan dan

    Egîtîm Sen: Tundiya civakî diteyise dibistanan jî

    Egîtîm Sen: Tundiya civakî diteyise dibistanan jî

    Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

    Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

    Dadgehê biryara girtina ‘Yeşîl’ da

    Dadgehê biryara girtina ‘Yeşîl’ da

    ÎSÎG: 226 karker di cinayetên kar de jiyana xwe ji dest dane

    ÎSÎG: 226 karker di cinayetên kar de jiyana xwe ji dest dane

    Ercument Akdenîz: Li dijî astengî û sansurê pêdivî bi konferans û mitîngekê heye

    Ercument Akdenîz: Li dijî astengî û sansurê pêdivî bi konferans û mitîngekê heye

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Dosye 2: Li Stenbolê qadên dorpêçkirî
Parka Geziyê ji berxwedana xwe heta îro qedexe ye!

Omer Demîr / AW

26 TÎRMEH 2026 - 08:36
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Stenbol – Piştî berxwedana Parka Geziyê ku di sala 2013yan de pêk hat, ev 13 sal e Parka Geziyê di binçavan de ye. Polîs li parkê qerekolekî seyyar avakiriye, dehan polîs nava parkê de digerin û çavên wan li ser gel e.

Li Stenbolê di hişmendiya civakê de cihên gelek girîng hene. Di salên dawiyê de desthilatdar ji bo vê hişmendiya civakê tune bike li ser gelek qadan polîtîkayên astengiyê dimeşîne. Gelek qad îro di binçav de ye. Yek ji wan jî Parka Geziyê ye.

Çend cihên civakî li Stenbolê heye. Rojê bi hezaran kes li wir kom dibin û digerin. Parka Geziyê yek ji wan cihan e. Lê ev 13 sal in Parka Geziyê di binçavan de ye. Polîs di nava parkê de qerekolekî seyyar ava kiriye û sedan polîs di nava parkê de bi wesayîtan nobedê digirin. Cihê ku polîs nobedê digirin jî ji aliyê polîsan ve bi barîkatan ve hatiye dorpêçkirin. Di nava parkê de bi dehan polîs digerin û çavên wan li ser gel e. Tevahî çalakî û daxuyanî yên di nava parkê de ji aliyê polîsan ve hatiye astengkirin.

Di 28ê Gulana 2013yan de çalakiyên Geziyê dest pê kir

Di sala 2013yan de desthilatdar xwest Parka Geziyê hilweşîne û şûna wê Kişlaya Topçûyê çêbike. Li dijî hilweşandina Parka Geziyê çalakî dest pê kir. Di 28ê Gulana 2013yan de ji bo înşaatê dozer ketin nava parkê û hin daran jê kirin. Komeleya Parka Geziyê ya Taksîmê banga çalakiyê kir û di parkê de çalakiya nobedê dest pê kir. Lê heman rojê polîs êrişî çalakiya nobedê kir. Parlamenterê BDPê Sirri Sureyya Onder li pêşiya dozeran sekinî û got ‘ez wekîlê van daran im jî’ jêkirina daran sekinand. 29ê Gulanê Serokwezîr Erdogan axivî û got ‘çi bibe bila bibe jî me biryar da’ lê ser vê gotina Erdogan 31ê Gulanê polîs dîsa êrişî çalakvanan kir û konên nobedê şewitandin. Ew dîmenê şewitandina konan hêrsa gel mezintir kir û hezaran kes hatin parkê. Polîs dîsa êrişî gel kir û 100 kes birîndar bû. Di 1ê Hezîranê de çalakî belavî Stenbol û Tirkiyeyê bûbû. Li 67 bajaran 235 çalakî hatin lidarxistin û 1730 kes hatin binçavkirin. Di 3yê Hezîranê de mirinên yekemîn pêk hatin. Li Stenbolê ciwanên Mehmet Ayvalitaş û li Hatayê Abdullah Comert hate kuştin.

8 kes jiyana xwe ji dest da, 10 hezar kes birîndar bû

Çalakiya Nobedê ya Parka Geziyê nêzî 20 rojan berdewam kir. Polîs di 16ê Hezîranê de ket nava parkê û 350 kes bi îşkenceyê binçav kir. 8 welatî di çalakiyên Geziyê de jiyana xwe ji dest dan û 10 hezar kes birîndar bûn. Sedan kes hatin girtin, derbarê 16 kesan de îddianame hate amadekirin. Desthilatdar çalakiyên Geziyê wekî darbeyê pênase kir. Ji Osman Kavala re cezaya giran a muebbetê û ji Mucella Yapici, Çîgdem Mater Utku, Alî Hakan Altinay, Mîne Ozerden, Can Atalay, Tayfûn Kahraman û Yîgît Alî Ekmekçî re jî 18 sal ceza hate birin. Polîs ji sala 2013yan ve di nava Parka Geziyê de nobedê digirin. Polîsan li parkê qerekolekî seyyar avakirine û 24 saetan li parkê nobedê digirin. Nîvê parkê hatiye dorpeçkirin û sedan polîs di nava parkê de digerin. Polîs di her salvegera Geziyê, 1ê Gulanê û çalakiyan de Taksîmê digire. Di nava parkê de tevahî çalakî û daxuyanî qedexe ne. Parka Geziyê ev 13 sal in di binçav de ye.

‘Desthilatdar Parka Geziyê îzole kiriye’

Yek ji şahîdê berxwedana Geziyê Îhsan Kaçar diyar kir ku beriya 13 salan gel li dijî jêkirina darên Parka Geziyê û mudaxaleyên jiyana xwe çalakî li dar xistin û wiha axivî: “Parka Geziyê ji bo gel cihekî girîng bû. Ciwan mudaxaleya Parka Geziyê wekî mudaxeleya jiyana xwe dîtin. Piştî çalakî dest pê kirin ez jî wekî rojnameger hatim li vir û min dît ku Sirri Sureyya Onder jî li vir e. Bi tevlibûna hezaran çalakiyên li vir mezin bûn û kesên ku sekna wan cuda jî tev li çalakiyan bûn. Ev ji desthilardarê re peyamek bû. Gezî bû sembolek, ji bo wê li parkê dorpeça polîsan heye. Ji bo dewletê jî Gezî bû cihê tirsê. Dewlet ditirse ku dîsa çalakiyek li wir dest pê bike. Dewlet dixwaze bandora xwe li ser Geziyê hebe, dewlet dibêje ‘heke bandora min tunebe dê bandora kesên din hebe.’ Li parkê dema ku 4-5 kes kom dibin polîs tên, dema dengê kesekî bilind bibe polîs tên. Dewlet dibêje ‘Ev der di bin konrtola min de ye.’ Piştî çalakiyê, polîs li parkê dest bi nobedê kirin û qerekolekî ava kirin. Park bi şev û roj di bin dorpêça polîsan de ye. Li Taksîmê cihekî wisa şînahî tune ye, lê desthilatdar li vir îzole kiriye. Tu gava biavêjî ku derê polîs e.”

Sibê: Qedexeya li ser qada berxwedana Dayikên Şemiyê didome.

Etîket: çalakiyên Parka GeziyêParka Geziyê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Tiştek nîn e

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne