Festîvala Çand û Xwezayê ya Kanîreşê bi beşdariya hezaran kesî hat lidarxistin, bi konsereke bi coş bi dawî bû.
Festîvala Çand û Xwezayê ya Kanîreşê ya Çewligê ku ji aliyê rêxistinên navçeyê yên Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ve hat lidarxistin, bi konserekê berdewam kir. Di konserê de hunermend Eylul Nazlier, Sîpan Xelat, Ciwan Adar, Halîl Bayindir û Ulaş Kelaşîn derketin ser dikê. Welatiyan demek dirêj li ber stranan govend gerandin. Di konserê de her wiha bernameya dengbêjiyê jî hat pêşkêşkirin.
Sîpan Xelat strana xwe ya nû ku berê nestrabû, li qada konserê got. Strana nû ya Sîpan Xelat rastî eleqeyeke mezin hat. Sîpan Xelat ku li vir axaftineke kurt kir, got: “Em ê xwedî li yên ku me ji xwe re rêber hilbijartine derkevin û ji kedên wan sûd werbigirin.” Sîpan Xelat paşê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çepik xwestin û strana “Berîtan” got. Girse bi çepikan dirûşmên “Bijî Serok Apo” berz kirin.
Konsera ku çepik jê kêm nebûn, bi coşeke mezin bi dawî bû.



















