• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
15 ÎLON 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî serdana birîndarên şewata zindana Kobanê kir

    Mazlûm Ebdî sersaxî da malbatên şehîdên Kobanê

    Li Manisayê piştgirî ji bo Rojavayê Kurdistanê: Li dijî provokasyonan yekîtî

    Li Manisayê piştgirî ji bo Rojavayê Kurdistanê: Li dijî provokasyonan yekîtî

    Ji bo zimanê Kurdî bang kirin: Divê mafê zimanê dayikê bê misogerkirin

    Ji bo zimanê Kurdî bang kirin: Divê mafê zimanê dayikê bê misogerkirin

    ‘Li dibistanan çima dersên Kurdî nayên dayîn’

    ‘Li dibistanan çima dersên Kurdî nayên dayîn’

    Bi hezaran şehîdên zindana Kobanê oxir kirin

    Bi hezaran şehîdên zindana Kobanê oxir kirin

    ‘Çareserî bi nasîna mafên gelê Kurd pêkan e’

    ‘Çareserî bi nasîna mafên gelê Kurd pêkan e’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Li Kanîreşê berteka li dijî talana xwezayê: Em ê bêdeng nemînin

Çewlig / AW

24 TÎRMEH 2026 - 18:33
Kategorî: EKOLOJÎ, JIN, MANŞET
A A
Meclisa Jinan a Platforma Parastina Jîngehê ya Geliyê Periyê ku li dijî talana xwezayê daxuyanî da, diyar kir ku ew ê li hember talana xwezayê bêdeng nemînin û got: “Em jiyanê, hilberînê, kedê û xwezayê wekî tewahiyekê diparêzin.”

Meclisa Jinan a Platforma Parastina Jîngehê ya Geliyê Periyê, li ber Şaredariya Kanîreşê li ser talana ekolojîk daxuyanî da. Tevî nûnerên partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl, gelek welatî beşdarî daxuyaniyê bûn. Daxuyanî li ser navê meclisê ji aliyê Nîlufer Uygun ve hat xwendin. Nîlufer Uygun bal kişand ser Qanûna bi Hijmara 7554an ku di 24ê Tîrmeha 2025an de hatibû qebûlkirin û bi bîr xist ku di nava salekê de êrîşên li ser xwezayê, avê, xakê û qadên jiyanê yên di berjewendiya sermayeyê de zêde bûne.

Nîlufer Uygun destnîşan kir ku ev qanûn ne ya gel e, “qanûna talanê” ye ku berjewendiyên sermayeyê diparêze û wiha aixvî: “Îro di heman demê de salvegera berxwedana Daristana Akbelenê ye. Ne ku tenê ji Gimgimê heta Kanîreşê, ji Yedisuyê heta Geliyê Sarimê yê Gencê Caferan, Ercîşa Wanê, Akbelen, Zozana Perşembeyê, Çiyayên Kazê, ji Îkîzderetê heta Îlîç, Diyadin û Hewza Muradê; li çar aliyê welat gel ava xwe, xaka xwe, daristana xwe û paşeroja xwe li hember talana sermayeyê bi biryardarî diparêze. Em jin jî di rêza herî pêş a vê têkoşînê de jiyanê, xwezayê û paşerojê diparêzin.”

‘Em ê li hember talana xwezayê bêdeng nemînin’

Nîlufer Uygun diyar kir ku Geliyê Periyê, Yedisu, Kanîreş, Gimgim, Kêxî, Sancak û derdora Geliyê Sarimê yê Gencê bûne armanca rastrast a polîtîkayên talanê û got: “Mêrgên me, hewzeyên me yên avê, çiyayên me û qadên me yên jiyanê di bin dorpêça şirketên enerjî û madenê de ne. Em ê qet nehêlin ku xwezaya me û qadên me yên jiyanê ji bo komkirina sermayeyê bi awayekî ku paşvegera wê tune be werin xerabkirin. Em dizanin ku têkoşîna ekolojiyê ji têkoşîna azadiya jinê cuda nayê fikirîn. Têkoşîna mafê bajêr û têkoşîna ekolojiyê ji hev nayên qutkirin. Em çawa ku li bajêr li hember talankirina erdên giştî, betonkirin û desteserkirina qadên jiyanê yên hevpar ên gel bêdeng namînin; em ê li gundên xwe, zozanên xwe, daristanên xwe û mêrgên xwe jî li hember talana xwezayê ya ku tê domandin bêdeng nemînin. Em jiyanê, hilberînê, kedê û xwezayê wekî tewahiyekê diparêzin.”

‘Em parastina jiyanê li her derê berdewam bikin’

Nîlufer Uygun destnîşan kir ku ew ê parastina jiyanê li bajêr, li gund, li kolanê û li zozanan berdewam bikin û wiha bi dawî kir: “Di serlêdana betalkirinê ya ku li Dadgeha Destûra Bingehîn di rojevê de ye de, em ê têkoşîna xwe mezin bikin da ku biryarek di berjewendiya gel û mafên xwezayê de bêt dayîn, ne di berjewendiya şirketên pirneteweyî û hevkarên wan ên herêmî de. Em careke din ji raya giştî re radigihînin: Qadên me yên jiyanê ne ji bo firotinê ne. Xweza ne ya şîrketan e, ya gel e. Têkoşîna mafê bajêr û ekolojiyê bi yekbûnê re dê bi ser bikeve. Gelên ku li ber xwe didin û jin dê bi ser bikevin; pergala talanê û sermaye dê winda bikin.”

Daxuyanî bi dirûşmên “Jin, jiyan, azadî” û “Dest nede ava min, hewaya min, xaka min” bi dawî bû.

Etîket: ÇewlîgdaxuyanîekolojîMeclisa Jinan a Platforma Parastina Jîngehê ya Geliyê PeriyêXweza
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Abdullah Ocalan: Rewş veguheriye kişika yek kesî

Abdullah Ocalan: Armanca pêvajoyê jiyana wekhev û azad a gel e

14 ÎLON 2026
Federasyona 78an: Rejîma 12ê Îlonê didome

Federasyona 78an: Rejîma 12ê Îlonê didome

12 ÎLON 2026
‘Şopen darbeyê bi rakirina Destûra Bingehîn a 82yan pêkan e’

‘Şopen darbeyê bi rakirina Destûra Bingehîn a 82yan pêkan e’

12 ÎLON 2026
Li Pasûrê nerazîbûna madenê: Em ê xwedî li jingehê derkevin

Li Pasûrê nerazîbûna madenê: Em ê xwedî li jingehê derkevin

9 ÎLON 2026
Dosyaya Rojîn Kabaîş: Di wesayîtekê de çend kes hatine tespîtkirin

Dosyaya Rojîn Kabaîş: Di wesayîtekê de çend kes hatine tespîtkirin

4 ÎLON 2026
Li Amedê ji bo Sultan Kara daxuyanî hate dayîn

Li Amedê ji bo Sultan Kara daxuyanî hate dayîn

28 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Du bira, du şehîd: Agir Adar

    Du bira, du şehîd: Agir Adar

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şehîdên tevgera azadiyê bi girseyî têne bibîranîn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Bila daxwazên şehîdan neyên jibîrkirin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Wanê şehîdên azadiyê tên bibîranîn: Ew rûmeta me ne

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li sê bajaran bîranînan dest pê kir: Em bi saya wan gihîştin van rojan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Kobanê çalakiya gel: 9 mirî, 17 birîndar hene

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Onen: Divê her kes xwe tev li xebatên avakirina civaka demokratîk bike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Bîranîna şehîdan a li Îzmîrê bi dawî bû: Em ê doza aştî û azadiyê bidomînin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Zana Farqînî: Hedefgirtina tabelayên bi Kurdî ne helwesteke mirovî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Duran Kalkan: Komînalîte cewhera azadiya mirovahiyê ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne