• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
30 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Şandeya DEM Partiyê li Herêma Egeyê çû serdana girtiyan

    Şandeya DEM Partiyê li Herêma Egeyê çû serdana girtiyan

    Mamosteyê Çepemeniya Azad Kadrî Kaya hat bîranîn

    Mamosteyê Çepemeniya Azad Kadrî Kaya hat bîranîn

    Dayîkên Aştiyê diçin Enqerê û ‘Konê Aştiyê’ vedidin

    Dayîkên Aştiyê diçin Enqerê û ‘Konê Aştiyê’ vedidin

    ‘Ji Osmaniyan ve eşîretan ji bo perçekirina Kurdan bi kar tînin’

    ‘Ji Osmaniyan ve eşîretan ji bo perçekirina Kurdan bi kar tînin’

    Aborînas Şîrîn: Heta rewşa siyasî baş nebe pirsgirêka aboriyê jî çareser nabe 

    Aborînas Şîrîn: Heta rewşa siyasî baş nebe pirsgirêka aboriyê jî çareser nabe 

    Tevî xeteriya jiyanî Felem Aker nayê berdan

    Tevî xeteriya jiyanî Felem Aker nayê berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Oznûr Bartin: Divê ew polîs ji peywîrê bên dûrxistin

Colemêrg / AW

24 TÎRMEH 2026 - 14:12
Kategorî: ROJANE
A A
Parlamentera DEM Partiyê ya Colemêrgê Oznûr Bartin bertek nîşanî bûyera wesayîta zirxî ku li zarokekê xist û birîndar bû, da. Bartin diyar kir ku divê personelên ewlehiyê yên ku di bûyerê de îhmalkar û bi qisûr in tavilê ji peywirê bên dûrxistin û derbarê wan de lêpirsîn bê destpêkirin.

Li navçeya Geverê ya Colemêrgê serê sibê saet derdora 10:00an wesayîta zirxî ya polîsan ku bi lez diçû, li ser rêya 23 Nîsanê ya sûka navçeyê li zaroka bi navê Elanûr Kina ya 17 salî xist û ew birîndar kir. Parlamentera DEM Partiyê ya Colemêrgê Oznûr Bartin li ser hesabên xwe yên medya dijîtal bertek nîşanî bûyerê da û lênêrîna lawaz û bêrêzik ji Wezareta Karên Navxweyî pirsî. Oznûr Bartin bal kişand ser bêcezahiştina bûyerên bi vî rengî û diyar kir ku ev buyereke polîtîk e.

Daxuyaniya Oznûr Bartin bi vî rengî ye:

“Li ser xaçerêya Onur Marketê ya girêdayî Cadeya Cengîz Topel, di encama lêdana wesayiteke zirxî ku bi lezeke zêde diçû, welatiya me ya bi navê Elanur Kina birîndar bûye. Ji bilî welatiya me ku lingê wê şikestiye û ji ber lêdanê travmaya mêjî derbas kiriye, dayika wê jî di kêliya dawî de xwe ji wesayita zirxî rizgar kiriye. Şahidên bûyerê û malbatê ku me xwe gihande wan, ev bûyera giran a ku ji aliyê wesayîta zirxî ya bi lez û bêkontrol diçû ve pêk hatiye. Careke din bi eşkereyî nîşan daye ku li bajarên herêmê qadên giştî û jiyana sivîlan bêewlehî hatine hiştin.

Em ji Wezareta Karên Navxweyî dipirsin; wê kengî dawî li vê karanîna wesayîtên zirxî ya bêrêzik û bêyî lênêrînê bê anîn ku li qada giştî hebûn û mafên jiyanê yê sivîlan dixe xeteriyê?

Bûyerên wesayitên zirxî ku li Colemêrg û li seranserê herêmê tê xwestin bibe rûtîn, ne di wê astê de ne ku bi gotina ‘qezayên ji rêzê’ bên nirxandin; pirsgirêkeke binyadî û polîtîk e. Ev rewş, rasterast derketina holê ya nebûna lênêrîna îdarî û hiqûqî ye ku bi zirxa bêcezatiyê hatiye xurtkirin. Bêcezahiştina peywirdarên ewlehiyê yên ku dibin sedema bûyerên bi mirin û birîndarbûna giran, di şûna dûrxistina ji peywirê de parastina wan a bi îmtiyazeke kiryarî, zemînê ji van binpêkirinan re amade dike. Avakirina dewleta hiqûqê û betalkirina çanda bêcezatiyê ferz e; divê personelên ewlehiyê yên ku di bûyerê de îhmal û qusûra wan heye derhal ji peywirê bên dûrxistin û derbarê wan de pêvajoyeke hiqûqî ya bibandor bê destpêkirin.

Ez ji Elanur Kina û ji malbata wê re selametî û şîfaya xêrê dixwazim.”

Etîket: Oznûr Bartin
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Oznûr Bartin: Xwezaya Kurdistanê bi destê şirketên hevkar tê talankirin

Oznûr Bartin: Xwezaya Kurdistanê bi destê şirketên hevkar tê talankirin

18 COTMEH 2026
Keskîn Bayindir: Deşt û çiya şahidê têkoşîna şehîdan in

Keskîn Bayindir: Deşt û çiya şahidê têkoşîna şehîdan in

26 TEBAX 2026
Li Colemêrgê serdana goristanan

Li Colemêrgê serdana goristanan

27 GULAN 2026
Keskîn Bayindir: Em di qonaxa azadiya birêz Ocalan de ne

Keskîn Bayindir: Em di qonaxa azadiya birêz Ocalan de ne

18 ADAR 2026
Oznûr Bartin: Avakera civakê jin bi xwe ye

Oznûr Bartin: Avakera civakê jin bi xwe ye

8 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ji helîkopterê tê avêtin û felc dibe: Serketina pêvajoyê bi azadiya fizîkî pêkan e

    Ji helîkopterê tê avêtin û felc dibe: Serketina pêvajoyê bi azadiya fizîkî pêkan e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Meclisa Jinan a DEM Partiyê li Bûlamê bi jinan re civiya

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji qadê rewşa Fransayê ragihand: Heke ev tundî li welatên din bûbûya dê şermezar bikira

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Sêwregê bûyera revandin û destdirêjiyê: Dixwazin sûcên xwe meşrû bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rêvebera Amedsporê: Em dixwazin jinan tev li hemû beşên sporê bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Semsûrê ji bo şehîdan mewlîd: Dê ev rê bi aştî û statuyê bi encam bibe

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rojnamegerî ne li cem desthilatdar û sermayeyê ye, li cem gel e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne