• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
15 ÎLON 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî serdana birîndarên şewata zindana Kobanê kir

    Mazlûm Ebdî sersaxî da malbatên şehîdên Kobanê

    Li Manisayê piştgirî ji bo Rojavayê Kurdistanê: Li dijî provokasyonan yekîtî

    Li Manisayê piştgirî ji bo Rojavayê Kurdistanê: Li dijî provokasyonan yekîtî

    Ji bo zimanê Kurdî bang kirin: Divê mafê zimanê dayikê bê misogerkirin

    Ji bo zimanê Kurdî bang kirin: Divê mafê zimanê dayikê bê misogerkirin

    ‘Li dibistanan çima dersên Kurdî nayên dayîn’

    ‘Li dibistanan çima dersên Kurdî nayên dayîn’

    Bi hezaran şehîdên zindana Kobanê oxir kirin

    Bi hezaran şehîdên zindana Kobanê oxir kirin

    ‘Çareserî bi nasîna mafên gelê Kurd pêkan e’

    ‘Çareserî bi nasîna mafên gelê Kurd pêkan e’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî serdana birîndarên şewata zindana Kobanê kir

    Mazlûm Ebdî sersaxî da malbatên şehîdên Kobanê

    Li Manisayê piştgirî ji bo Rojavayê Kurdistanê: Li dijî provokasyonan yekîtî

    Li Manisayê piştgirî ji bo Rojavayê Kurdistanê: Li dijî provokasyonan yekîtî

    Ji bo zimanê Kurdî bang kirin: Divê mafê zimanê dayikê bê misogerkirin

    Ji bo zimanê Kurdî bang kirin: Divê mafê zimanê dayikê bê misogerkirin

    ‘Li dibistanan çima dersên Kurdî nayên dayîn’

    ‘Li dibistanan çima dersên Kurdî nayên dayîn’

    Bi hezaran şehîdên zindana Kobanê oxir kirin

    Bi hezaran şehîdên zindana Kobanê oxir kirin

    ‘Çareserî bi nasîna mafên gelê Kurd pêkan e’

    ‘Çareserî bi nasîna mafên gelê Kurd pêkan e’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Kujerê 22 Kurd û berpirsê JÎTEMa Qoserê: Hasan Atîlla Ugur

Serhat Toptaş / AW

22 TÎRMEH 2026 - 11:24
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Enqere – Oguzhan Ugur ê ku di çarçoveya lêpirsîna Komeleya Ahbapê de hatibû girtin kurê Hasan Atîlla Ugur e. Bavê Ozguzhan Ugur, Hasan Atîlla Ugur kî ye? Li Qoserê ew kujerê 22 welatiyên Kurd e û wek berpirsê valakirina gundan tê nasîn. Hasan Atîlla Ugur ê ku ewqas destê wî di xwîna Kurdan de heye, niha jî bi girtina lawê xwe “serbilind” e.

Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê derbarê Komeleya Ahbapê de lêpirsîn dabû destpêkirin. Di çarçoveya lêpirsînê de xwediyê Babala TVyê Oguzhan Ugur jî di nav de 10 kes hatin binçavkirin û piştî îfadeyên li emniyet û dadgehê hatin girtin.

Oguzhan Ugur kî ye? Kurê Hasan Atîlla Ugur e. Hasan Atîlla Ugur kî ye? Ew yek ji kujerên 22 welatiyên Kurd e, berpirsê JÎTEMa Qoserê û şewitandin û valakirina gundên Kurdan e. Atîlla Ugur yek ji wan fermandarê leşkerên Tirk e ku dema Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê girtin li Girava Îmraliyê jêpirsîna ewil dike ye.

Dema Oguzhan Ugur hat binçavkirin, bavê wî Atîlla Ugur gotibû, “Serê me bilind û eniya me vekirî ye.” Parêzvana mafên mirovan Eren Keskîn jî li ser hesabê xwe yê Xê bertek nîşanî Atîlla Ugur dabû û kiryarên wî yên li Qoserê bi bîr xistibû. Piştî girtina Oguzhan Ugur, nîqaşên li ser Hasan Atîlla Ugur jî balê kişandin ser xwe.

Parastina kujeran

Hasan Atîlla Ugur fermandarê teqawid yê cendirmeyan e. Di salên 90î de wek fermandarê JÎTEMê li gelek deverên Mêrdînê, li ser peywîrê bûye. Dema li Qoserê peywîrdar bûye, 22 kes bi awayeke guman hatine windakirin. Îstîxbarata Cendirmeyan û Têkoşîna Terorê (JÎTEM) di salên 90î de li Bakurê Kurdistanê bi awayekî nefermî kiryarên hovane pêk anîn. Gelek kes di encama kiryarên JÎTEMê de hatine kuştin û windakirin. Li gorî parêzvanên mafên mirovan û Baroya Amedê Hasan Atîlla Ugur jî yek jî berpirsyarê van bûyeran e.

Hasan Atîlla Ugur di ‘Doza JÎTEMê ya Qoserê’ de weke bersûc tê darizandin. Ew di vê dozê de weke berpirsê kuştina 22 kesên ku di navbera salên 1992-1996an de bi awayekî guman hatine kuştin. Ji sûcên, ‘Avakarê rêxistina çêkdarî’, ‘Kuştinên plankirî’ hat darizandin. Tevî van sûcan jî Hasan Atîlla Ugur di vê doze de bi hincetên, kêmbûna daneyan û ji ser dozê dem derbas bûye, hate beraetkirin. Bi vê yekê re jî careke din derket holê ku tevî sûcdar diyar in jî dewlet ji ber berjewendiyên xwe û li gorî demê diparêze. Yek ji kiryarên derhiqûqî jî ew e ku Hasan Atîlla Ugur dema Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê girtin li Girava Îmraliyê jêpirsîna ewil dike ye.

Doza JÎTEMê ya Qoserê

Li ser gotinên şahidê nepen-veşarî Hasan Atîlla Ugur di doza Ergenekonê de tê darizandin û piştre jî derbarê wî de Doza JÎTEMê ya Qoserê tê vekirin. Li gorî şahidê nepen yê bi koda Aydosê fermandarê navçeya Qoserê ya Cendiremeyan Hasan Atîlla Ugur di bin navê ‘têkoşîna terorê’ de li vir gelek kuştin, îşkence û hwd. tiştên tarî kiriye. Di çarçoveya vê doze de yên ku îfade dane û şahidî kirine li gorî wan “Fermandarê navçeya Qoserê yê Cendirmeyê Hasan Atîlla Ugur û tîma vî li vir gund vala kirine û îşkence li gelek kesan kirine.” Şahîde nepen “Oguz” ku pişt re navê wî diyar bû (Bedran Akdag) jî li ser Hasan Atîlla Ugur û tîma wî îfade daye. Bedran Akdag di navbera 1994an û 2010an de cerdevaniyê kiriye. Li gorî hin kesan hebûna JÎTEMê ne diyar be jî ew dibejê ‘ez bawer im’ ku JÎTEM heye û ew jî di navbera salên 1997-1999an de tev li JÎTEMê bûye. Di nav avahiya Fermadariya Cendirmeyan a Mêrdînê de avahiya JÎTEMê hebû ye. Fermandariya JÎTEMê ya Qoserê jî di bin berbirsyariya Hasan Atîlla Ugur de bûye.

Li ser fermana Ugur cenaze avêtine bîrê

Hasan Atîlla Ugur û tîma ew berpirsyar bûye “Tîma Kêr (Biçak Timi)” gelek kes binçav kirine û gelek wan kesan jî ji aliyê wan ve hatine kuştin. Kesên ku hatine kuştin hê nehatine dîtin û gelek kes jî bi îdiaya “endamtiya PKKê” hatine sûcdarkirin û kuştin. Her wiha dema Hasan Atîlla Ugur peywîrdar bûye gundê Ebûqetir ê navçeya Qoserê jî ji aliyê wî ve hatiye valakirin. Kesên ku ji aliyê JÎTEMê ve hatine girtin anîne li vir îşkence li wan kirine û hinek kes jî hatine kuştin. Kesên hatine kuştin li vir avêtine bîrekê û ser bîrê jî hatiye girtin. Şahidê nepen, “Oguz” dixwaze lêgerîneke berfireh ji aliyê dozgeriyê ve were kirin ku di wan bîran de gelek kes dê bên dîtin. Piştî van îfadeyan li gundê Ebûqetir bîr hatine kolandin û hestiyên gelek kesan hatine dîtin.

Kiryarên JÎTEMê

Di îdianameyên hatine amadekirin de bersûc Hasan Atîlla Ugur, Eşref Hatîpoglu û Ahmet Boncuk rêveberên rêxistina JÎTEMê ya Amed û Qoserê bûne. Di bin banê vê rêxistinê de “Tîma Kêr” hatiye avakirin û cerdevan û îtîrafkar jî têde cih girtin e. Ew tîm ji cerdevanên bi navê; Abdurrahman Kurga, Ramazan Çetîn, Mehmet Salîh Kiliçaslan, Mehmet Emîn Kurga, Îsmet Kandemîr û leşkerê bi navê Unal Alkan pêk tê û ew tîm di navbera salên 1992-1996an de çalak bûye.

Hin kiryarên ji aliyê vê “Tîma Kêr” ve hatine kirin, ev in:

* Di 16ê Gulana 1993yan de Yusuf Tunç hatiye revandin û hê nehatiye dîtin.
* Di 14ê Hezîrana 1994an de Abdulvahap Ateş bi sîlehê hatiye kuştin.
* Di 27ê Çileya 1995an de Nurettîn Yalçinkaya û Necat Yalçinkaya hatine revandin. Di 2009an de hestiyên wan di kolandina bîran de hatine dîtin.
* Di 29ê Adara 1995an de li ber Girtîgeha Qoserê Kemal Bîrlîk, Abdûlbakî Bîrlîk, Zubeyîr Bîrlîk û Zekî Alabalik hatine revandin, piştî kolandina bîran cenazeyên Zekî Balik û Zubeyîr Bîrlîk hatine dîtin.
* Di 15ê Çileya 1995an de Mahmud Abak û Mehmet Emîn Abak hatine revandin. Di 11ê Sibata 1995an de cenazeyê Mahmud Abak hatiye dîtin û cenazeyê Mehmet Emîn Abak jî dîsa di kolandina bîrê de hatiye dîtin.
* Di 29ê Kanûna 1994an de Hidir Ozturk ji mala xwe hatiye girtin û heman rojê hatiye kuştin.
* Di 4ê Îlona 1994an de Suleyman Unal li nav mala xwe hatiye kuştin.

Fermana kuştinê dane

Ew kiryarên wek revandin û kuştin bi fermana rêveberê JÎTEMê û bersûc Hasan Atîlla Ugur û Mehmet Boncuk ve ji aliyê “Tîma Kêr” ve pêk hatine. Di dosyeyên lêpirsînê de jî hatiye eşkerekirin. Rêveberê rêxistina JÎTEMê ya Amedê û di heman demê de Fermandarê Cendimeyan a Amedê bersûc Eşref Hatîpoglu jî di 15ê Adara 1995an de; Menduh Demîr û Şehmus Kaban ji helîkopterê diavêje û wan qetil dike.

Rêveberê “Tîma Kêr” a giredayî JÎTEMê bi fermana Ahmet Boncuk; li gundê Eledizkê ya navçeya Qoserê di 1ê Kanûna 1992yan de Îzzettîn Yîgît, Mehmet Alî Yîgît, Nurî Yîgît, Abdulvahap Yîgît, Abdulbakî Yîgît, Tacettîn Yîgît û Abdurrahman Ozturk di serdegirtinên malan de hatine û paşê hatine kuştin. Di heman rojê de Yusuf Çakar jî li navçeya Mehsertê hatiye girtin û ji aliyê “Tîma Kêr” ve hatiye kuştin.

Etîket: Eren KeskînHasan Atîlla UgurJÎTEMJÎTEMa QoserêOguzhan Ugur
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Dayikên Şemiyê: Kujerên Fethî Ildir li ku ne?

Dayikên Şemiyê: Kujerên Fethî Ildir li ku ne?

5 ÎLON 2026
Eren Keskîn: Divê li gorî Peymana Cenevreyê rêz ji şîn û bîranînan re were girtin

Eren Keskîn: Divê li gorî Peymana Cenevreyê rêz ji şîn û bîranînan re were girtin

5 ÎLON 2026
Oguzhan Ugur hate binçavkirin

Oguzhan Ugur jî di nav de 9 kes hatin girtin

21 TÎRMEH 2026
Oguzhan Ugur hate binçavkirin

Oguzhan Ugur hate binçavkirin

17 TÎRMEH 2026
Saziyên Hiqûqê: Divê tu kes bêdeng nemîne

Saziyên Hiqûqê: Divê tu kes bêdeng nemîne

22 ÇILE 2026
Fîlozof John Holloway: Ez li pey ronahiya Ocalan hatime vir

Fîlozof John Holloway: Ez li pey ronahiya Ocalan hatime vir

7 KANÛN 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Du bira, du şehîd: Agir Adar

    Du bira, du şehîd: Agir Adar

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şehîdên tevgera azadiyê bi girseyî têne bibîranîn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Bila daxwazên şehîdan neyên jibîrkirin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Wanê şehîdên azadiyê tên bibîranîn: Ew rûmeta me ne

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li sê bajaran bîranînan dest pê kir: Em bi saya wan gihîştin van rojan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Kobanê çalakiya gel: 9 mirî, 17 birîndar hene

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Onen: Divê her kes xwe tev li xebatên avakirina civaka demokratîk bike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Bîranîna şehîdan a li Îzmîrê bi dawî bû: Em ê doza aştî û azadiyê bidomînin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Zana Farqînî: Hedefgirtina tabelayên bi Kurdî ne helwesteke mirovî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Duran Kalkan: Komînalîte cewhera azadiya mirovahiyê ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne