Wan – Derbarê mirina bi guman a sînemagerê Kurd Murat Çîçek de agahiyên nû derketin holê. Xwişka Murat Çîçek, Gul Salar ku ew li ser navê malbatê çûbû Japonyayê, diyar kir ku polîsên berpirsiyar du îfadeyên cuda dane wê, cilên Mûrat hatibûn şûştin û wisa teslîmî wê kirine û bijîşk gotiye ku heke zûtir anîbana nexweşxaneyê dê niha sax bûya. Gul Salar got ku ew xwe ji bo vekirina dozê amade dikin.
Senarîst û sînemager Murat Çîçek, di 2yê Tîrmehê de li Japonyayê di dema binçavkirinê de bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dabû. Murat Çîçek di 25ê Hezîranê de li Japonyayê tev li qezayeke trafîkê dibe û piştre li navenda binçavkirinê tê ragirtin. Balyozxaneya Tirkiyeyê ya Japonyayê piştî mirina Çîçek, di 8ê Tîrmehê de bi telefonê agahî dabû malbatê. Cenazeyê Çîçek roja 17ê Tîrmehê ji Japonyayê gihîşt Stenbolê û heman rojê jî şandibûn Wanê. Otopsiya Murat Çîçek di 20ê Tîrmehê de li Wanê hat kirin û dû re cenazeyê wî birin Colemêrgê û li goristana Taxa Nû ya li navenda bajêr bi girseyî hate veşartin.
Xwişka Mûrat Çîçek, Gul Salar ku ew çûbû Japonyayê û bi rayedarên Japonyayê re hevdîtin kiribû, ji Ajansa Welat re behsa bûyerê kir.
Gul Salar di destpêka axaftina xwe de anî ziman ku tevî ewqas wext bi ser mirina birayê wê re derbas bûye jî hê tu belgeyên fermî nehatine amadekirin û diyar kir ku Balyozxaneya Tirkiyeyê jî xwedî li birayê wê derneketiye. Gul Salar destnîşan kir ku balyozxaneyê bi telefonê agahî daye wan û got: “Ev yek li Tirkiyeyê çêbibûya, derew jî ba ew ê îfadeyek fermî daban, lê derewên wan jî tenê bi devkî ne. Mesele ne meseleya ol, ziman, nijad e, bi temamî mijareke mirovî ye. Helbet bandora Kurdbûna wî jî heye lê divê wekî mirovî li serê bisekine.”
‘Şandeyeke 8 kesî me pêşwazî kirin’
Gul Salar diyar kir ku ew li Japonyayê bi tiştên pir bi nakokî re rû bi rû maye û wiha got: “Roja Înê şandeyeke ji 8 kesî ku du polîsên berpirsiyar û wergêrekî sondxwarî jî tê de bûn, em pêşwazî kirin. Her wiha hevalekî birayê min ku Japonyayê baş nas dike û ziman dizane jî bi me re bû. Di hevdîtina yekem de ji ber ku parêzerê me li cem me tune bû, polîsan nêzikatiyeke nemicid nîşan dan. Wan berê ji min re gotibû ku ew bi Murat re çûne malê û pasaporta wî anîne. Lê di hevdîtina duyem de, dema ku parêzerê me bi me re bû, wî polîsî bi eşkerayî derew kir û got ‘min tiştekî wisa negotiye, em roja ku wî wefat kir bi biryara dadgehê çûn malê’.”
‘Tevî ku pasaport gihîştiye wan jî ew bernedane’
Gul Salar bi bîr xist ku birayê wî ji ber qezayeke biçûk a trafîkê û bi hinceta tunebûna pasaportê hatiye girtin û destnîşan kir ku girtina wî bi temamî kêfî bûye. Gul Salar wiha got: “Gava me pirsî ka çima piştî dîtina pasaport û ewraqên wî bernedan, wan tenê got ‘ew mafê me heye ku em 10 rojan di bin çavan de bihêlin’. Şert û mercên binçavkirinê bi temamî kêfî bûn.”
Îhmalkariya tenduristî û sekinandina dil
Gul Salar bal kişand ser rapora tenduristiyê û îhmalkariya mezin a li nexweşxaneyê û ev yek anî ziman: “Tendirustiya birayê min berî girtinê pir baş bû, tu nexweşiya wî ya berê tunebû. Parêzerê me yê li Japonyayê bi bijîşkê ku destwerdan kiriye re axivî. Bijîşk ji parêzer re gotiye, ‘Heke şeş saet berî mirina wî destwerdanê li mîdeya wî bikirana û ew bixistana emeliyatê, dê sax ba’. Lê polîsan ew di wextê xwe de nebirine nexweşxaneyê. Dema cara sêyem dilê wî disekine, nû gazî ambûlansê dikin. Jixwe wê demê jî êdî gelek dereng bûye.”
Bêdengiya balyozxaneyê û destpêkirina pêvajoya hiqûqî
Gul Salar bal kişand ser helwesta Balyozxaneya Tirkiyeyê ya li Tokyoyê û destnîşan ku saziyên fermî xwedî li birayê wê derneketine û agahî gelek dereng dane malbatê. Gul Salar diyar kir ku bûyera Mûrat Çîçek di çapemeniya Japonî cihekî berfireh girtiye û û li ser pêvajoya hiqûqî ya ku hatiye destpêkirin wiha axivî: “Parêzerê me li Japonyayê daxwaza qeydên kamerayan ên qereqol û nexweşxaneyê, dosyayên bijîşkî û zabitên çavdêriyê kir. Parêzer diyar kir ku berhevkirina belgeyan dê nêzî mehekê bikşîne û pêvajoya dadgehê jî dibe ku 3 salan dewam bike. Ew ê hem li dijî polîsên berpirsiyar û hem jî li dijî saziya polîsên biyanî dozê vekin.”
‘Polîsên gumanbar ji peywirê hatine dûrxistin’
Gul Salar da zanîn ku li holê îhmaleke mezin heye û Tirkiye jî şîrikê vê îhmalê ye. Gul Salar da zanîn ku birayê wê di 2yê Tîrmehê de jiyana xwe ji dest dide, lê ew di 8ê Tîrmehê de pê dihesin. Gul Salar anî ziman ku du polîs ji ber mirina birayê wê ya bi guman ji peywirê hatine dûrxistin. Gul Salar diyar kir ku parêzerê wan di vê mijarê de jî bi guman e û ev yek anî ziman: “Parêzer got; ‘Ji bo ku mijarê bispêrin wan du polîsan dê bo demeke kurt ji peywirê dûr bixin, ew ê bibêjin îhmal heye lê ne ya wan e, şaşiya wan du polîsan e’. Bi vî awayî hewl didin ku bigirin lê em ê pey meselê bin. Hemû belgeyên birayê min temam bûn, pasaporta wî di berîka wî de bû. Qezayeke piçûk kirin bahane. Dibêjin pasaporta wî û belgeya ku nîşan dide ew welatiyê kîjan dewletê ye tune bû. Ez bi vê yekê qet bawer nakim. Ji ber ku ew kesekî bi rêk û pêk bû.”
‘Cilên Murat şûştin e û wisa dan min’

Gul Salar da zanîn ku cilên birayê wê ku radestî wê kirin nû hatibûn şûştin û wiha got: “Cilên wî û bincilkên wî di nav de hemû cilên ku wê çaxê li ser Murat bûne, hatine şûştin. Bi ya min ew birin nexweşxaneyê rapora mirinê îmze kirin, di 3yê Tîrmehê de jî otopsî hate kirin. Otopsî hatiye kirin lê cilên wî nebirine, bi baldarî ji ser wî hatine derxistin. Bi dîtina min dema nû ji nexweşxaneyê derdixînin bi îhtimala ku di cilan de delîlek hebe wan şûştin. Îhmal pir eşkere ye lê em nikarin delîlekî bibînin. Parêzer jî got ku vekirina dozê dê mehekê bigire.”
Banga piştgiriyê kir
Gul Salar anî ziman ku piştî ew ji Japonyayê hatine li edliyeya navçeya Artemêtan a Wanê 3 saetan îfade daye dozgeriyê û pêvajoya li Japonyayê û hemû îhmalkarî vegotiye. Gul Salar banga piştgiriyê li raya giştî û saziyên mafên mirovan kir da ku ev bûyer di tariyê de nemîne û berpirsiyarên vê îhmalkariyê li ber dadgehê hesab bidin.
Wesayîta ku Murat Çîçek li Japonyayê pê qeza kiriye, ev e:












