• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
30 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Şandeya DEM Partiyê li Herêma Egeyê çû serdana girtiyan

    Şandeya DEM Partiyê li Herêma Egeyê çû serdana girtiyan

    Mamosteyê Çepemeniya Azad Kadrî Kaya hat bîranîn

    Mamosteyê Çepemeniya Azad Kadrî Kaya hat bîranîn

    Dayîkên Aştiyê diçin Enqerê û ‘Konê Aştiyê’ vedidin

    Dayîkên Aştiyê diçin Enqerê û ‘Konê Aştiyê’ vedidin

    ‘Ji Osmaniyan ve eşîretan ji bo perçekirina Kurdan bi kar tînin’

    ‘Ji Osmaniyan ve eşîretan ji bo perçekirina Kurdan bi kar tînin’

    Aborînas Şîrîn: Heta rewşa siyasî baş nebe pirsgirêka aboriyê jî çareser nabe 

    Aborînas Şîrîn: Heta rewşa siyasî baş nebe pirsgirêka aboriyê jî çareser nabe 

    Tevî xeteriya jiyanî Felem Aker nayê berdan

    Tevî xeteriya jiyanî Felem Aker nayê berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Prof. Bochenska: Ez ê doktoraya xwe li ser wêje û nasnameya Kurdî binivîsim

Amed / AW

21 TÎRMEH 2026 - 19:14
Kategorî: ÇAND Û HUNER, MANŞET
A A
Enstîtuya Kurdî ya Amedê û Komelaya Çand û Hûnerê ya Amargiyê li Amedê gotûbêj li dar xist. Prof. Joanna Bochenska di gotûbêjê de axivî û got: “Di sala 2004an de min biryar da ku ez teza xwe ya doktorayê li ser wêjeya Kurdî û nasnameya Kurdî ya Bakurê Kurdistanê binivîsim.”

Enstîtuya Kurdî ya Amedê û Komeleya Çand û Hunerê ya Amargiyê bi serenavê “Kurdnasî: Pirên zanistî û çandî di navbera Kurdistanê û cihanê de” li avahiya komeleyê ya li navçeya Sûrê ya Amedê goyûbêj li dar xist. Endam û rêveberên Enstîtuya Kurdî ya Amedê, nûnerên saziyên sivîl û gelek kes tev li gotûbêjê bûn. Gotûbêj bi moderatiya nivîskar Bêrîvan Matyar destpê kir. Ji Zanîngeha Jagiellonianê Kurdolog Prof. Joanna Bochenska di gotûbêjê de axivî.

‘Ez dixwazim li ser çanda Kurdî bixebitim’

Prof. Joanna Bochenskay diyar kir ku çêkirina pireke di navbera Kurdistanê û dinyayê de gelekî girîng e û got: “Ez li bajarê Krakowê, li başûrê Polonyayê dijîm. Lê ez ne tenê li Polonyayê me, ez jî endameke vê xebatê me û tevlî vê yekê bûm. Ez cara yekem di sala 2001’an de hatim Tirkiyeyê û heta Mêrdînê çûm. Mêrdîn û Amed ji bo min bajarên gelekî taybet in. Piştî çend salan min biryar da ku li ser çanda Kurdî bixebitim. Min xwest zêdetir li ser Kurdan lêkolînê bikim. Di sala 2004an de min biryar da ku ez teza xwe ya doktorayê li ser edebiyata Kurdî û nasnameya Kurdî ya Bakurê Kurdistanê binivîsim.”

‘Me li ser aliyên jiyana civakî û çandî lêkolîn kirin’

Joanna Bochenska destnîşan kir ku ew di navbera hezîran û tîrmehê de dîsa hatiye vir û wiha domand: “Piştre me serdana Başûrê Kurdistanê kir. Me li ser aliyên jiyana civakî û çandî lêkolîn kirin. Gotarên exlaqî yên di nav edebiyatê de mijara min bûn. Mijara hevalên min jî li ser saziyên çandî yên Kurdan, li ser rewşa Mesihî û Êzidiyên li Başûrê Kurdistanê bû. Projeyeke pir-mijarî bû ku ji re dibêjin ‘Post-Colonial’. Ez heta îro wek lêkolînera Zanîngeha Jagiellonian dixebitim. Bi saya vê projeyê me malpera ‘kurdishstudies.pl.’ ava kir. Versiyona wê ya Kurmancî heye. Hûn dikarin li wir hemû kurtefîlm û nivîsên me peyda bikin. Piştre ez di projeyeke din de xebitîmr. Ez dersên Kurdî didim; di çarçoveya beşa Îrannasiyê de, di beşa lêkolînên Kurdî de di sala 2008an de çêbû. Di bernameya lîsans û masterê ya Îrannasiyê de min derfet dît ku li ser Kurdan binivîsim.”

‘Hinek Polonî fêrî Kurdî bûn’

Porf. Joanna Bochenska destnîşan kir ku heta îro hinek Polonî fêrî Kurdî bûne û anî ziman ku hin ciwanên aktîvîst li Warşova û Krakowê çûn Rojava û Kurdiya xwe bi pêş xistine. Porf. Joanna Bochenska axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Projeya min a berê li ser kûrbûna folklorê û rola folklor û edebiyata nûjen a Kurdî ya ji bo zindîkirina zimanê Kurdî bû. Di van salên dawiyê de hejmara Kurdên li Polonyayê zêde bû. Lewma gava çalakî çêdibin gelek kes tên, bala wan dikişîne, fikrên xwe parve dikin û em bi hev re tiştekî çêdikin. Ez vê yekê wek mijareke gelekî girîng dibînim. Ji ber ku berê, wêneya Kurdan tenê di aliyê leşkerî û şer de dihat dîtin. Lê ew kêmhişmendiyeke mezin e. Dema em mînakên çandî pêşkeş dikin, ev tişt bala mirovan zêdetir dikişîne.”

Etîket: AmedEnstîtuya Kurdî ya AmedêGotubêjKomeleya Çand û Hunerê ya AmargiyêKurdolog Prof. Joanna Bochenska
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Rojnamegerî ne li cem desthilatdar û sermayeyê ye, li cem gel e

Rojnamegerî ne li cem desthilatdar û sermayeyê ye, li cem gel e

24 COTMEH 2026
Otomatik taslak

Konferansa xwendekarên komunalîst dest pê kir

24 COTMEH 2026

Xizmên Windayan û ÎHDê aqûbeta windakiriyan pirsîn

24 COTMEH 2026
Hilbijartina DTSOyê pêk hat: Şer bandorek mezin li ser aboriyê kir

Hilbijartina DTSOyê pêk hat: Şer bandorek mezin li ser aboriyê kir

3 COTMEH 2026
Pêşengeha Pirtûkan a Amedê di roja 5emîn de didome

Pêşengeha Pirtûkan a Amedê di roja 5emîn de didome

30 ÎLON 2026
Roja yekem a konferansa DER-MEZê bi rûniştinan berdewam kir

Roja yekem a konferansa DER-MEZê bi rûniştinan berdewam kir

25 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ji helîkopterê tê avêtin û felc dibe: Serketina pêvajoyê bi azadiya fizîkî pêkan e

    Ji helîkopterê tê avêtin û felc dibe: Serketina pêvajoyê bi azadiya fizîkî pêkan e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Meclisa Jinan a DEM Partiyê li Bûlamê bi jinan re civiya

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji qadê rewşa Fransayê ragihand: Heke ev tundî li welatên din bûbûya dê şermezar bikira

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Sêwregê bûyera revandin û destdirêjiyê: Dixwazin sûcên xwe meşrû bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rêvebera Amedsporê: Em dixwazin jinan tev li hemû beşên sporê bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Semsûrê ji bo şehîdan mewlîd: Dê ev rê bi aştî û statuyê bi encam bibe

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rojnamegerî ne li cem desthilatdar û sermayeyê ye, li cem gel e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne