• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
15 ÎLON 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî serdana birîndarên şewata zindana Kobanê kir

    Mazlûm Ebdî sersaxî da malbatên şehîdên Kobanê

    Li Manisayê piştgirî ji bo Rojavayê Kurdistanê: Li dijî provokasyonan yekîtî

    Li Manisayê piştgirî ji bo Rojavayê Kurdistanê: Li dijî provokasyonan yekîtî

    Ji bo zimanê Kurdî bang kirin: Divê mafê zimanê dayikê bê misogerkirin

    Ji bo zimanê Kurdî bang kirin: Divê mafê zimanê dayikê bê misogerkirin

    ‘Li dibistanan çima dersên Kurdî nayên dayîn’

    ‘Li dibistanan çima dersên Kurdî nayên dayîn’

    Bi hezaran şehîdên zindana Kobanê oxir kirin

    Bi hezaran şehîdên zindana Kobanê oxir kirin

    ‘Çareserî bi nasîna mafên gelê Kurd pêkan e’

    ‘Çareserî bi nasîna mafên gelê Kurd pêkan e’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî serdana birîndarên şewata zindana Kobanê kir

    Mazlûm Ebdî sersaxî da malbatên şehîdên Kobanê

    Li Manisayê piştgirî ji bo Rojavayê Kurdistanê: Li dijî provokasyonan yekîtî

    Li Manisayê piştgirî ji bo Rojavayê Kurdistanê: Li dijî provokasyonan yekîtî

    Ji bo zimanê Kurdî bang kirin: Divê mafê zimanê dayikê bê misogerkirin

    Ji bo zimanê Kurdî bang kirin: Divê mafê zimanê dayikê bê misogerkirin

    ‘Li dibistanan çima dersên Kurdî nayên dayîn’

    ‘Li dibistanan çima dersên Kurdî nayên dayîn’

    Bi hezaran şehîdên zindana Kobanê oxir kirin

    Bi hezaran şehîdên zindana Kobanê oxir kirin

    ‘Çareserî bi nasîna mafên gelê Kurd pêkan e’

    ‘Çareserî bi nasîna mafên gelê Kurd pêkan e’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Bakirhan: Êdî divê statuya birêz Ocalan were diyarkirin

Enqere / AW

21 TÎRMEH 2026 - 13:44
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan diyar kir ku qanûna çarçoveyî divê bingeheke xurt ji bo demokratîkbûyîna Tirkiyeyê ava bike û got: “Divê êdî statuya birêz Ocalan bê diyarkirin. Divê mekanîzma bê avakirin. Divê bingeha qanûnên entegrasyona demokratîk ava bibe.”

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan di komcivîna partiya xwe de li Meclisê axivî.

Tuncer Bakirhan di destpêka axaftina xwe de qurbaniyên Komkujiya Pirsûsê ku di salvegera 11emîn de ye bi bîr anî û anî ziman ku ew ê vê komkujiyê ji bîrnekin û nedin ji bîrkirin û weke partî heta kujer bên darizandin çi ji destê wan were dê bikin.

‘Gelê Rojhilat ne bi tenê ye’

Tuncer Bakirhan bertek nîşanî êrişên Îranê yên li dijî Kurdan da û got: “Amerîka êrişî Îranê dike lê Îran jî bi vê hêrsê êrişî Kurdan dike. 9 pêşmergeyên Komeleyê jiyana xwe ji dest dan. Êrişî Herêma Kurdistanê dikin. Çi eleqeya Herêma Kurdistanê bi êrişan re heye. Her wiha Kurd û muxalîf tên darvekirin. Em ji gelê Rojhilatê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin. Bila rejîma Îranê baş bizanibe ku gelê Bakur li cem gelê Rojhilat e. Em van komkujiyan ji bîr nakin. Kurd ne Kurdên berê ne. Hêza herî dînamîk a Rojhilata Navîn in. Bi êrişên li ser Kurdan re tu kes nikare encamê bigire. Em careke din rejîma Îranê hişyar dikin ku dev ji van êrişan berdin.”

Krîza aborî

Tuncer Bakirhan di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser krîza aborî ya li Tirkiyeyê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bi milyonan welatî ji ber bihabûnê nikarin debara xwe bikin. Welatî bi birçîbûnê re rû bi rû ne. Welatiyên taqawid di bin sînorê birçîbûnê de meaş digirin. Lê desthilat dibêje çavkanî tune ye. Lê ev ne meseleya nebûna çavkaniyê ye. Çavkaniyan ji sermayedaran re vediqetînin. Em jî dibêjin bi zikê birçî qala aştiyê neyê kirin. Divê edaleta civakî pêk were.”

‘Qanûna çarçoveyî destpêkek nû ye’

Tuncer Bakirhan destnîşan kir ku banga 27ê Sibatê deriyeke nû vekir û wiha pê de çû: “Ji bo avakirina Tirkiyeyeke demokratîk qonaxa girîng qanûna çarçoveyî ye. Qanûna çarçoveyî destpêkeke nû ye. Divê qanûna çarçoveyî demildest bê derxistin û li gorî mutabakatekê pêk were. Dûh heyeta me bi birêz Abdullah Ocalan re hevdîtin kir. Ji hemû gelên Tirkiyeyê re silavên xwe şandibû. Birêz Ocalan dibêje, ‘Eger tu Kurdan ji Tirkan bikî, Kurd namînin, eger tu Kurdan ji Tirkan bikî Tirk namînin’. Birêz Ocalan careke din qala heqîqeta çareseriyê dike. Birêz Ocalan gavên herî radîkal avêt. Lê mixabin gavên li beramberî van gavên radîkal ji aliyê dewletê ve tên derengxistin. Di hevdîtinên heyeta me bi desthilat û birêz Bahçelî re li ser domandina pêvajoyê erênî bû. Lê li ser medyayê birêvebirina şerê taybet ne li gorî ruhê pêvajoyê ye. Divê tu kes nekeve vê xefikê.”

‘Divê statuya birêz Ocalan were diyarkirin’

Tuncer Bakirhan anî ziman ku divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî bê misogerkirin û wiha axivî: “Divê qanûna çarçoveyî hemû kesan bigire nava xwe. Divê êdî statuya birêz Ocalan bê diyarkirin û şertên wî bên sereratkirin. Divê mekanîmza bê avakirin. Divê bingeha qanûnên entegrasyona demokratîk were avakirin. Sepana qeyûman bi dawî bibe. Deriyên Nisebîn û Qamişloyê vebibe. Dadgeh jî li gorî pêvajoyê tevbigerin. Biryarên Dadgehên Mafên Mirovan bi cih werin û girtiyên siyasî bên berdan. Akademîsyenên bi KHKê ji kar hatine dûrxistin vegerin ser karê xwe. Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag û hemû girtiyên siyasî bên berdan. Gavên wisa ji bo pêvajoyê dikarin bên avetin. Weke DEM Partiyê rêya me komareke demokratîk û aştî ye. Ji bo wê jî em 24 seatan dixebitin. Lê yên li dijî pêvajoyê jî hene. Sedemên pirsgirêkên bingehîn ev şer e. Heke ev pêvajo bi ser bikeve çend kes dê winda bikin lê wê bi milyonan kes bi ser bikevin. Heke aştî pêk were êdî yên hatinê hilbijartin nayên binçavkirin. Krîza aborî dê bi dawî bibe û aramiya civakî pêk were. Mafên olî dê pêk were. Dayikeke leşker û gerîla dê bi hev re rûnên. Ji vê xweştir tiştek tune ye. Heke ev pirsgirêk çareser bibe li hemû qadan pêşketin dê çêbibin. Ji bo wê jî gava yekem qanûna çarçoveyî ye.”

Tuncer Bakirhan derbarê hevdîtina bi Numan Kurtulmuş re jî bi lêv kir ku ew dê pêşniyarên xwe yên li ser qanûna çarçoveyî pêşkêş bikin û got: “Birêz Numan Kurtulmuş dê serdana koma me bike û hevdîtinê bike. Em ê jî fikir û pêşniyarên xwe parve bikin. Em di wê baweriyê de ne ku serokê Meclisê birêz Numan Kurtulmuş dê rola xwe ya erênî di vê pêvajoyê de jî bidomîne. Weke DEM Partiyê em ê siyaseta jiyana nû bihonin.”

Etîket: Abdullah OcalanTuncer Bakirhan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Abdullah Ocalan: Çarçoveya qanûnî dikare bingeha pêvajoyê ava bike

Abdullah Ocalan: Şehîdên me bi rêzdarî bi bîr tînim

14 ÎLON 2026
Di pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ de kê çi kir?

Xelkê Amedê: Azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan dê pêvajoyê li pêş bixe

9 ÎLON 2026
Selçûk Mizrakli ji girtîgehê derket

Selçûk Mizrakli: Divê Ocalan, Demîrtaş û hemû girtî bên berdan

8 ÎLON 2026
Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogullari ji nû ve hatin hilbijartin

Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogullari ji nû ve hatin hilbijartin

6 ÎLON 2026
Tuncer Bakirhan: Em ji bo rêvebirina Tirkiyeyê talib in

Tuncer Bakirhan: Em ji bo rêvebirina Tirkiyeyê talib in

6 ÎLON 2026
Abdullah Ocalan: Divê guherînên hiqûqî neyê derengxistin

Abdullah Ocalan: Divê guherînên hiqûqî neyê derengxistin

5 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Du bira, du şehîd: Agir Adar

    Du bira, du şehîd: Agir Adar

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şehîdên tevgera azadiyê bi girseyî têne bibîranîn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Bila daxwazên şehîdan neyên jibîrkirin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Wanê şehîdên azadiyê tên bibîranîn: Ew rûmeta me ne

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li sê bajaran bîranînan dest pê kir: Em bi saya wan gihîştin van rojan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Kobanê çalakiya gel: 9 mirî, 17 birîndar hene

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Onen: Divê her kes xwe tev li xebatên avakirina civaka demokratîk bike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Bîranîna şehîdan a li Îzmîrê bi dawî bû: Em ê doza aştî û azadiyê bidomînin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Zana Farqînî: Hedefgirtina tabelayên bi Kurdî ne helwesteke mirovî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Duran Kalkan: Komînalîte cewhera azadiya mirovahiyê ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne