Li gundê Meqtele yê navçeya Sêweregê ya Rihayê, du xwişkên ku ji bo xwe hênik bikin ketibûn Bendava Ataturkê, di avê de xeniqîn.
Hat destnîşankirn ku xwişkên bi navê Mervenûr Çakirtaş (15) û xwişka wê Edanûr Çakirtaş (12) ji bo betlaneyê û serdanê hatin li mala xizmên xwe. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin her du xwîşk ber bi êvarê ve li gundê Meqtele yê ser bi navçeya Sêweregê bi apê xwe û hevjîna apê xwe ve ji bo xwe hênik bikin çûn li bendava Atatûrkê û ketin avê.
Li gorî agahiyan ava bendava Atatûrkê ev demeke bi vekirina qapaxên bendavê ve bilind dibe. Herdu xwişk û hevjîna apê wan ên ji vê haydar nîn in ketin nav avê. Dema ji nişka ve ava bendavê bilind dibe her du xwîşk û hevjîna apê wan di avê de winda dibin. Welatiyên derdorê hevjina apê herdu xwişka dibînin û wê xelas dikin lê ji ber herdu xwişk di avê de winda bûn nahatin xelaskirin.
Bi agahîdayÎnê gelek tîmên cendirme, tenduristî, AFAD, ŞUAK û polîsan tên li cihê bûyerê. Tîmên lêgerîn û rizgarkirinê bi alîkariya welatiyên li herêmê dest bi xebatên peydakirina her du xwîşkên winda kirin. Cenazeyê herdu xwîşkan piştî xebatên lêgerînê hatin dîtin û ji avê hatin derxistin.
Cenazeyê Mervenûr û Edanûr Çakirtaşê ji bo karûbarên otopsiyê hatin birin Saziya Tiba Dadê ya Rihayê.
Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.













