Hemasê ragihand ku wê Xelîl El Heyya ji bo serokatiya Buroya Siyasî hilbijartiye.
Hemasê ragihand ku Xelîl El Hayya yê sermuzakerevanê hevdîtinên agirbesta di navbera Îsraîl û Hemasê de birêve dibe, li şûna Serokê Buroya Siyasî ya Hemasê Yehya Sinwar ku ji aliyê Îsraîlê ve hatibû kuştin, hatiye erkdarkirin.
Hemasê li ser hesabê xwe yê Telegramê daxuyaniyek da û got: “Tevgera Berxwedana Îslamî Hemas li şûna Fermandar Yehya Sinwar birayê wî Xelîl El Hayya ji bo erka serokê buroya siyasî ya tevgerê hatiye hilbijartin.”
Xelîl El Hayya wê di Koseya Serokatiya 5 kesî ku Mihemed Darwiş Serokatiya Konseya Şureya Giştî kir de, cih bigire.
Hêjayî bibîrxistinê ye Sinwar li şûna serokê berê Îsmaîl Haniye ku li Tehranê ji aliyê Îsraîlê ve hatibû kuştin, hatibû erkdarkirin.









