Cenazeyê senarîst û sînemager Murat Çîçek ê li Japonyayê di dema binçavkirinê de bi awayek guman jiyana xwe ji dest dabû, li Colemêrgê bi girseyî hate veşartin.
Senarîst û sînemager Murat Çîçek, di 3yê Tîrmehê de li Japonyayê di dema binçavkirinê de bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dabû. Murat Çîçek di 25ê Hezîranê de li Japonyayê tev li qezayeke trafîkê dibe û piştre li navenda binçavkirinê tê ragirtin. Balyozxaneya Tirkiyeyê ya Japonyayê piştî mirina Çîçek, di 8ê Tîrmehê de agahî dabû malbatê.
Cenazeyê Çîçek roja 17ê Tîrmehê ji Japonyayê gihîşt Stenbolê û heman rojê jî şandibûn Wanê.
Otopsiya Murat Çîçek vê serê sibê li Wanê hat kirin û dû re ew birin Colemêrgê. Cenaze li goristana Taxa Nû ya li navenda bajêr bi girseyî hate veşartin. Parlamenterê DEM Partiyê yê Colemêrgê Vezîr Coşkûn Parlak, hevserok û rêveberên DEM Partî û DBPê, bi sedan welatî tev li merasîma cenaze bûn.
Ji bo Murat Çîçek li mizgefta Taxa Nû şîn hat danîn û wê şîn 2 rojan bidome.
















