• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TÎRMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Hevdîtina Numan Kurtulmuş û Devlet Bahçelî bi dawî bû  HATE NÛKIRIN

    Hevdîtina Numan Kurtulmuş û Devlet Bahçelî bi dawî bû HATE NÛKIRIN

    ÎHDê ya Amedê: Pêdivî bi gavên pê bawer heye

    ÎHDê ya Amedê: Pêdivî bi gavên pê bawer heye

    Şivanê ku ket qenala DSÎyê xeniqî

    Şivanê ku ket qenala DSÎyê xeniqî

    Îdiaya Tuncay Sonelî bi belgeyan ameye puçkerdene

    Hevjîna Tuncay Sonel jî di nav de 15 kes hatin binçavkirin

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 21ê TÎRMEHA 2026an

    Qurbaniyên Komkujiya Pirsûsê li Îzmîr û Enqereyê hatin bibîranîn

    Qurbaniyên Komkujiya Pirsûsê li Îzmîr û Enqereyê hatin bibîranîn

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Hevdîtina Numan Kurtulmuş û Devlet Bahçelî bi dawî bû  HATE NÛKIRIN

    Hevdîtina Numan Kurtulmuş û Devlet Bahçelî bi dawî bû HATE NÛKIRIN

    ÎHDê ya Amedê: Pêdivî bi gavên pê bawer heye

    ÎHDê ya Amedê: Pêdivî bi gavên pê bawer heye

    Şivanê ku ket qenala DSÎyê xeniqî

    Şivanê ku ket qenala DSÎyê xeniqî

    Îdiaya Tuncay Sonelî bi belgeyan ameye puçkerdene

    Hevjîna Tuncay Sonel jî di nav de 15 kes hatin binçavkirin

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 21ê TÎRMEHA 2026an

    Qurbaniyên Komkujiya Pirsûsê li Îzmîr û Enqereyê hatin bibîranîn

    Qurbaniyên Komkujiya Pirsûsê li Îzmîr û Enqereyê hatin bibîranîn

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Komîsyona Kongreyê ya DEM Partiya Amedê dest bi xebata kongreya bajêr kir

Amed / AW

20 TÎRMEH 2026 - 11:55
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Komîsyona Amadekariya Kongreyê ya Rêxistina DEM Partiyê ya Amedê daxuyanî da û bang li gelê Amedê kir ku bi pêşniyazên xwe, rê nîşanê komîsyonê bidin û hêzê bidin xebatên amadekariya kongreyê û wiha got: “Bi piştgiriya gelê Amedê, bi xebata hevpar û hevgirtî, em ê bi hev re li ber xwe bidin.”

Rêxistina DEM Partiyê ya Amedê dê di meha Îlonê de Kongreya Bajêr li dar bixe. Beriya ku kongre bê lidarxistin Komîsyona Amadekariya Kongreyê bi tevlîbuna endamên komisyonê li avahiya DEM Partiyê ya Amedê derbarê xebat û amadekariyên kongreyê de daxuyanî da çapemeniyê. Beriya daxuyaniyê endamên komîsyonê qurbaniyên komkujiya Pirsusê bi bîr anîn.

Metna daxuyaniyê ya bi zaravayê Kurmancî Hevberdevkê Komîsyona Kongreye Rifat Ronî metna bi Tirkî jî Yelda Çîçek xwend.

‘Aştiya mayînde bi demokratîkbûnê pêkan e’

Rifat Ronî anî ziman ku Rojhilata Navîn dikele, bûye qada şer û Tirkiye jî, di qonaxeke siyasî ya herî krîtîk a dîroka Komarê re derbas dibe û wiha got: “Pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ a ku bi banga dîrokî ya birêz Abdullah Ocalan di 27ê Sibata 2025an de dest pê kir, sal û nîvê zêdetir li pey xwe hişt. Di vê pêvajoyê de ji aliyekî ve piştî şer û pevçûnên bi dehan salan derfeteke dîrokî ya ku dikare rêya çareseriya demokratîk vebike heye, li aliyê din jî feraseta rêveberiya otorîter tê xurtkirin ku ew ji siyaseta şer xwedî dibe, hiqûqê dike amûr, parçekirina civakî kûr dike û siyaseta demokratîk teng dike. Ev her du nêrîn û nêzîkatî nikarin di heman demê de û bi hev re bimeşin. Aştiya mayînde bi demokratîkbûnê, demokratîkbûn jî, bi avêtina gavên siyasî yên wêrek pêkan e. Ji bo ku pêvajo bi pêş bikeve, divê birêz Abdullah Ocalan wekî sermuzakerevan bibe xwediyê statûya zagonî, şert û mercên ku bikaribe bi awayekî azad bixebite û têkiliyê bi hemû beşên civakêre dayîne, demildest rê û rêbazên van derfetan bên peydakirin û pêk bên. Tecrîda ku nêzî du mehan e li ser Abdullah Ocalan pêk tê, astenga herî mezin a li pêşiya pêvajoya aştiyê ye û mayînde bûna aştiyê ne tenê bi bidawîbûna şer û pevçûnan e, her wiha bi avakirina pergala hiqûqa demokratîk pêkan e. Di vê atmosfera siyasî û pêvajoya awarte de, em kongreya xwe ya bajarê Amedê li dar dixin.

‘Amed bajarê têkoşîna li hemberî înkarê û israra demokrasiyê ye’

Rifat Ronî diyar kir ku Amed di dilê gelê Kurd de ku li her derê cîhanê dijî, keleha demokrasiyê û nîşaneya hest û helwesta neteweyî ya hemû Kurdan e û wiha axivî: “Di temenê, ji sed salan zêdetir ê komara Tirkiyeyê de hatiye xwestin ku bajarê Amedê di binê zilm û şert û mercên awarte de were birevêbirin. Lê belê Amed, di her serdema dîrokê de bûye navê hesab pirsînê û qada hevrûbûnê ya ji bo çareseriya pirsgirêkan. Ji ber van sedeman e ku, serdestan xwestine herdem li ser Amedê bi bandor bin û bi taybetî Amedê xwestine. Amedê jî, di her serdema dîrokê de bi têkoşîn û berxwedanê bersiv daye xwediyên van feraset û hewldanên xêrnexwaz. Bajarê Amedê di tevahiya herikîna dîrokê de li hemberî serdestan bûye navê berxwedanê û xewn û xeyalên serdestan ê bidestxistina Amedê di dilê wan de hîştiye û têk biriye. Amed, ew bajare ku, ne li gorî alî û derdorên serdest, rêya xwe ew bixwe xêz dike û siyaseta xwe ew bixwe diyar dike. Bajarê nîşaneya welatparêzî û şoreşgeriyê, rengê demokrasiyê û ruyê sipî yê demokratan ên ku dixwazin nav û dengê vî bajarê qedîm ê berxwedêr bi dinyayê bidin zanîn û bihîstin e. Bi vê wateya xwe Amed, nîşaneya temsîla siyasî ya herî jor a gelê kurd, bajarê têkoşîna li hemberî înkarê û israra demokrasiyê ye.”

‘Bi xebata hevpar û hevgirtî, em ê bi hev re li ber xwe bidin’

Rifat Ronî di dawiya daxuyaniyê de diyar kir ku ew weke Komîsyona Amadekar a Kongreya 5emîn a Asayî ya Rêxistina Bajarê Amedê starta xebatên kongreyê didin û ev yek anî ziman: “Em ê, bi şîara; ‘Ji Bo Komara Demokratîk Civaka Azad û Rêxistinkirî’ bi biryardarî xebatên xwe bimeşînin û rêveberiyeke li gorî mîsyona dîrokî ya bajarê Amedê ava bikin ku, ji pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk re bibe bersîv. Ji bo rêveberiyeke xurt a bajarê Amedê, di serî de jin û ciwan, em bang li karker, kedkar, dikandar, ji heft heta heftê salî li hemû gelê Amedê dikin ku, bi pêşniyazên xwe, rê nîşanê me bidin û hêzê bidin xebatên komîsyona me ya kongreyê. Bi piştgirî û piştevaniya gelê Amedê, bi xebata hevpar û hevgirtî, em ê bi hev re berxwe bidin.”

Etîket: DEM Partiya AmedêKomîsyona Amadekariya Kongreyê ya Rêxistina DEM Partiyê ya Amedê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Banga meşa ‘Gavek ji bo aştiyê’: Bilindkirina têkoşîna aştiyê erka me ye

Banga meşa ‘Gavek ji bo aştiyê’: Bilindkirina têkoşîna aştiyê erka me ye

11 GULAN 2026
Li Amedê banga ji bo 1ê Gulanê: Em bi kedê ber bi azadiyê ve dimeşin

Li Amedê banga ji bo 1ê Gulanê: Em bi kedê ber bi azadiyê ve dimeşin

25 NÎSAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ji nivîskarên Kurd bang: Tecrîdê bi dawî bikin, deriyên diyalogê vekin

    Ji nivîskarên Kurd bang: Tecrîdê bi dawî bikin, deriyên diyalogê vekin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li navenda Şirnexê agir bi daristanê ket

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Şaredariya Bûlamê bi modela komûnal xizmetê dike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Hevşaredarê Amedê Dogan Hatun ji wezîfeya xwe îstîfa kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Komîsyona Kongreyê ya DEM Partiya Amedê dest bi xebata kongreya bajêr kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • DEM Partî bi çapemeniyê re civiya: Qanûna çarçoveyî û di pêvajoyê de çi dibe?

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Li girtîgehan binpêkirinên mafan gelek zêde bûne’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Zubeyîr Aydar: Tevgerê pêşniyarên xwe ji dewletê re şandiye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Navên pêşmergeyên şehîd bûne hate eşkerekirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Heyeta Îmraliyê ber bi Girava Îmraliyê ve bi rê ket

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • TÎRMEH 2026 (543)
  • HEZÎRAN 2026 (821)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne