Lijneya Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk a DEM Partiyê tekildarî îstîfaya hevşeraderê Amedê Dogan Hatun daxuyaniyeke niviskî da û di daxuyaniyê de hat gotin ku ew îstifaya Dogan Hatun erênî dinirxînin.
Lijneya Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk a DEM Partiyê ji îstîfakirinaHevşeraderê Amedê Dogan Hatun daxuyaniyeke niviskî da. Lijneyê di daxuyaniyê de destnîşan kir ku Dogan Hatun beriya niha jî ji bo îstîfayê serî li lîjneya wan daye û wan jî ew daxwaz bi awayekî berfireh nirxandiye. Her wiha hat diyarkirin ku ji ber rewşa kar û bar, Dogan Hatun nekariye bi tenduristiya xwe re alaqadar bibe û daxwaza wî ya îstîfayê jî ji aliyê lijneya wan ve bi awayekî erênî hatiyê nirxandin.












