Cenazeyê senarîst û sînemager Murat Çîçek ê li Japonyayê di dema binçavkirinê de bi awayek guman jiyana xwe ji dest dabû, li Saziya Tiba Edlî ya Wanê li benda otopsiyê ye.
Senarîst û sînemager Murat Çîçek di 25ê Hezîranê de li Japonyayê di dema binçavkirinê de bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest dabû. Cenazeyê Murat Çîçek duh anîn Stenbolê û êvarê jî gihîşt Wanê. Cenaze ji bo karûbarê otopsiyê birin Saziya Tiba Edlî (ATK) ya Wanê. Hat zanîn ku otopsiya cenaze hê nehatiye kirin û hat ragihadin ku ji ber qerisandina cenaze otopsî bi derengî ketiye û li benda tê sekinandin ku nerm bibe û otopsî bê kirin.
Malbata Çîçek hê jî derbarê bûyerê de tu daxuyanî nedaye û tê payîn ku piştî veşartina cenaze bi raya giştî re hin agahî bên parvekirin.











