• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
30 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Şandeya DEM Partiyê li Herêma Egeyê çû serdana girtiyan

    Şandeya DEM Partiyê li Herêma Egeyê çû serdana girtiyan

    Mamosteyê Çepemeniya Azad Kadrî Kaya hat bîranîn

    Mamosteyê Çepemeniya Azad Kadrî Kaya hat bîranîn

    Dayîkên Aştiyê diçin Enqerê û ‘Konê Aştiyê’ vedidin

    Dayîkên Aştiyê diçin Enqerê û ‘Konê Aştiyê’ vedidin

    ‘Ji Osmaniyan ve eşîretan ji bo perçekirina Kurdan bi kar tînin’

    ‘Ji Osmaniyan ve eşîretan ji bo perçekirina Kurdan bi kar tînin’

    Aborînas Şîrîn: Heta rewşa siyasî baş nebe pirsgirêka aboriyê jî çareser nabe 

    Aborînas Şîrîn: Heta rewşa siyasî baş nebe pirsgirêka aboriyê jî çareser nabe 

    Tevî xeteriya jiyanî Felem Aker nayê berdan

    Tevî xeteriya jiyanî Felem Aker nayê berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

ÎHDê di nobeta vê hefteyê de ji bo xwezayê edalet xwest

Şirnex / AW

17 TÎRMEH 2026 - 18:55
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şirnexê ji bo xwezayê li Silopya nobeta edaletê girt.

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan a Şirnexê (ÎHD) Nobeta Aştiya Civakî û Xwişk-Biratiyê ku di hefteya 10emîn de berdewam dike bi boneya parastina xwezayê li Parqa Bêastengiyê ya navçeya Silopya li dar xist. Parlementerê DEM Partiyê yê Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez, endam û rêveberên partiyên siyasî û saziyên civakî gelek kes tev li nobetê bûn.

Li hember gavên Tevgera Azadiyê dewlet bêdeng e

Di destpêka nobetê de Hevserokê ÎHDê yê Şirnex Şivan Sakman bal kişand ser Pêvajoya Aştî û Civaka Drmokratîk û wiha axivî: “Vaye salekî pêtir e li welatê me pêvajoyek tê meşandin. Di çarçoveya vê pêvajoyê de ji aliyê PKKê ve gav hatin avêtin û ev gav gelekî girîng bûn. Li ser gava çekşewitandinê re salek derbas bû lê li hember van gavan ji aliyê dewletê ve gavek şênber nehatiye avêtin. Diviya li hember gavên PKKê avêtine dewletê piçûk bûya jî hin gav avêtiban.”

Edalet û demokrasî ji bo her qada civakê hewce ye

Piştî Şivan Sakman, Hevserokê DEM Partiyê yê Şirnexê Ramazan Ûysal got ku ji bo parastina xwezayê divê gelê me rabe ser piyan û wiha axivî: “Edalet û demokrasî ji bo her qada civakê hewce ye. Çawa îro pêvajoyek ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd dimeşe, divê em ji  bo parastina xwezayê jî bernameyekî bidin pêşiya xwe û edaletê ji bo xwezayê jî bixwazin.”

Divê gelê me li hember talana xwezayê bêdeng nemîne

Berdevka Dayîkên Aştiyê ya Silopya Asya Tay bal kişand ser nexweşiyên ji ber santralên termîkê zêde bûne û wiha got: “Îro mirov li bajêrê Silopya dinêre di her malekî de nexweşek ê penceşêrê heye, ev yek ji ber talana xwezayê pêk tê. Divê em li hember vê talanê bêdeng nemînin.”

Divê pirsgirêka ekolojîk neyê paşguhkirin

Berdevkê Platforma Ekolojiyê yê Şirnexê Tahîr Cîn diyar kir ku dema ew parastina ekolojiyê dikin heman demê de parastina mafê jiyana mirovan jî dikin û wiha got: “Em bi parastina xwezayê, parastina mafên jinê, parastina mafên zarokan, parastina mafên civakê dikin. Li bajarên me ji çar aliyan ve xwe tê talankirin, li hember vê yekê berxwedanek heye lê mixabin ev berxwedan ne encamgir e. Îro pêvajoyek tê meşandin lê li kêleka vê pêvajoyê parastina xwezayê tê paşguhkirin. Îro rêjeye nexweşiyên penceşêrê li Silopya gehiştiye asta herî jor, di rojên pêşde li hember vê santrala penceşêrê çêdike çalakiyên cudatir bikin.”

Piştî axaftinan nobet bi dawî bû.

Etîket: aştîÎHDnobetŞirnex
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Xizmên Windayan û ÎHDê aqûbeta windakiriyan pirsîn

24 COTMEH 2026
ÎHD: Divê Neytûllah Bayram demildest bê berdan

ÎHD: Divê Neytûllah Bayram demildest bê berdan

17 COTMEH 2026
‘Tevî ji sedî 95 astengdar e, di girtîgehê de tê ragirtin’

‘Tevî ji sedî 95 astengdar e, di girtîgehê de tê ragirtin’

17 COTMEH 2026
Li paytexta Tirkiyeyê hesret û evîna aştiyê di dilê wê de nîvco ma!

Li paytexta Tirkiyeyê hesret û evîna aştiyê di dilê wê de nîvco ma!

11 COTMEH 2026
Bertek nişanî revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanan dan

Bertek nişanî revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanan dan

7 COTMEH 2026

Edalet tune be aştî jî pêş nakeve

26 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ji helîkopterê tê avêtin û felc dibe: Serketina pêvajoyê bi azadiya fizîkî pêkan e

    Ji helîkopterê tê avêtin û felc dibe: Serketina pêvajoyê bi azadiya fizîkî pêkan e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Meclisa Jinan a DEM Partiyê li Bûlamê bi jinan re civiya

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji qadê rewşa Fransayê ragihand: Heke ev tundî li welatên din bûbûya dê şermezar bikira

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Sêwregê bûyera revandin û destdirêjiyê: Dixwazin sûcên xwe meşrû bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rêvebera Amedsporê: Em dixwazin jinan tev li hemû beşên sporê bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Semsûrê ji bo şehîdan mewlîd: Dê ev rê bi aştî û statuyê bi encam bibe

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rojnamegerî ne li cem desthilatdar û sermayeyê ye, li cem gel e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne