Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê tê payîn di 23yê Tîrmehê de ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re biçe Girava Îmraliyê.
Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê ku ji parlamenter Pervîn Buldan, Mithat Sancar û parêzer Faîk Ozgur Erol pêk tê, piştî dan û standinên bi partiyên siyasî re tê payîn di 23yê Tîrmehê de ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re biçe Girava Îmraliyê. Di hevdîtinê de tê payîn pêşnûmeya qanûna çarçoveyî were nîqaşkirin û pêşniyarên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên derbarê qanûna çarçoveyî de bi raya giştî re bê parvekirin.













