Enqere – Li Meclisa Tirkiyeyê nîqaşên li ser qanûna çarçoveyî berdewam dikin. Li bendê ye ku di rojên pêş de di navbera partiyên siyasî de li ser qanûna çarçoveyî muzakere bê kirin. Her wiha hat zanîn ku DEM Partî dê di danûstandinan de pêşniyarên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi partiyên siyasî re be parve bike.
Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk di qonaxa çêkirina qanûna çarçoveyî de ye. Li ser qanûna çarçoveyî liv û tevgerek zêde heye. Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê di 20ê Tîrmehê de li Girava Îmraliyê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anî.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser qanûna çarçoveyî jî pêşniyarên xwe radestî heyetê kir û nirxandin kiriye. Derbarê pêşniyarên Abdullah Ocalan de heta niha agahiyek nehatiye parvekirin. Lê heyetê derbarê hevdîtinê de nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji raya giştî re parve kir. Li gorî daxuyaniya heyetê Abdullah Ocalan li ser qanûna çarçoveyî û pêvajoyê diyar kiriye ku divê hiqûqa negatîf veguhere hiqûqa pozîtîf û divê pêvajoya hiqûqî û qanûnî dest pê bike.
Piştî serdana li Girava Îmraliyê, li Meclisa Tirkiyeyê jî trafîka hevdîtinên li ser qanûna çarçoveyî zêde bû. Serokê Meclisê Numan Kurtulmuş di çarçoveya hevdîtinên qanûna çarçoveyî de serdana partiyên siyasî kir.
Numan Kurtulmuş piştî hevdîtinan li Meclisê daxuyanî da û diyar kiribû ku ew dixwazin li ser pêşnumeya qanûna çarçoveyî di navbera partiyên siyasî de lihevkirinek pêk were û partiyên siyasî piştî xebatên xwe yên li ser qanûna çarçoveyî bi dawî kirin ew bînin rojeva Meclisê. Her wiha Numan Kurtulmuş derbarê dîroka qanûnên çarçoveyî de jî da zanîn ku ew ê beriya Meclis bikeve batlaneyê dê bînin Lîjneya Giştî ya Meclisê.
Mizakereyên li ser qanûna çarçoveyî
Ji aliyê din vê jî di navbera partiyên siyasî de tê payîn li ser qanûna çarçoveyî mizakere berdewam bikin. Li ser qanûna çarçoveyî heta niha peşnûmeyeke niviskî ji aliyê desthilatê ve nehatiye parvekirin. Li gorî daxuyaniya Numan Kurtulmuş jî pêşnûmeya qanûna çarçoveyî piştî mizakereyan û lihevkirinên partiyên siyasî dê diyar bibe. Ji aliyê din ve jî DEM Partî gelek caran peşniyarên xwe yên ji bo kategorînekirina endamên rêxistinê û pêkanîna statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di qanûna çarçoveyî de cih bigire anî ziman. Heke li ser kategorînekirina endamên rêxistinê di navbera partiyên siyasî de ango DEM Partî û AKPê de lihevkirinek pêk were dibe ku pêşnûmeya qanûna çarçoveyî bi îmzeya hevpar a partiyên siyasî ve were rojeva Meclisê. Heke li ser vê mijarê lihevkirinek nebe dibe ku DEM Partî pêşnûmeyê îmze neke.
Pêşniyarên Abdullah Ocalan dê bi partiyên siyasî re parve bikin
Abdullah Ocalan di hevdîtina dawî de li ser qanûna çarçoveyî ji heyetê re pêşniyar kirin e. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin; DEM Partî dê ji bo qanûna çarçoveyî serdana partiyên siyasî bike û peşniyarên Abdullah Ocalan pêşkeşî partiyên siyasî bike. Gelo hevdîtin dê ji aliyê Heyeta Îmraliyê ve bê kirin an jî ji aliyê hevserokên giştî ve were kirin hê ne diyar e. Lê derbarê qanûna çarçoveyî de mizakereyên ku bi partiyên siyasî re werin kirin dê pêşniyarên Abdullah Ocalan jî bê pêşkêşkirin.
Anîna pêşnûmeya qanûna çarçoveyî ya ji bo Meclisê
Pêşnûmeya qanûna çarçoveyî dê kengê bê rojeva Lîjneya Giştî ya Meclisê ne diyar e lê li Tirkiyeyê rojeva sereke ye. Li gor nîqaşên li Meclisê heke li ser qanûna çarçoveyî xebat bên bi lezkirin dê hefteya pêş me roja Înê pêşnûme dikare ji Komîsyona Edaletê ya Meclisê re bê şandin. Piştre jî hefteya yekemîn a meha Tebaxê dê pêşnûme ji Lijneya Giştî ya Meclisê re bê şandin. Her çiqas dihat gotin ku dibe ku Meclis navber bide û piştre bi awayekî awarte li ser vê mijarê bicive jî ji bilî AKPê hemû partiyan li ser beriya Meclis bikeve betlaneyê pêşnûme bê Lijneya Giştî ya Meclisê û li ser vê yekê li hev kirin e. Her çiqas Numan Kurtulmuş diyar kir ku beriya Meclis bikeve betlaneyê ew ê pêşnûmeyê bînin rojeva Lijneya Giştî jî lê li ser pêşnûmeyê mizakere di navbera partiyên siyasî de didomin.
Lijneya Giştî ya Meclisê xebatên xwe heta 31ê Tîrmehê dirêj kir û dê li ser pêşnûmeya qanûna çarçoveyî bixebite. Pêşnûme dê pêşî ji komîsyona edaletê re bê şandin û paşê were Lijneya Giştî. Li gorî daxuyaniya Numan Kurtulmuş; dê partî li ser hûrgiliyên pêşnûmeya qanûna çarçoveyî di nava xwe de bicivin û mizakere bikin.
Statuya Abdullah Ocalan û vegera gerîlayan
Rêveberiya Tevgera Azadiyê û DEM Partî jî gelek caran bi daxuyaniyan girîngiya diyarkirina statuya sermizakerevanê pêvajoyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan anîn ziman û pêşniyarên xwe ragihandin. Li gorî agahiyên li kulîsanİ statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dê piştî qanûna çarçoveyî bê hiştin û şert û mercên xebatê ya Ocalan dê were başkirin da ku dikaribe bi rêk û pêk hevdîtinan bike. Ji bo vegera endamên rêxistinê jî wezaretên Dadê, Karên Navxweyî, Malbat û Karen Civakî û gelek wezaret dê bên peywîrdarkirin.
Dema pêkanîna qanûnê
Piştî pêşnûmeya qanûna çarçoveyî li Desteya Giştî ya Meclisê were erêkirin û bibe qanûn dê ji Serokkomar re bê şandin û piştî erêkirina wî dê di rojnameya fermî de bê ragihandin. Ji bo pêkanîna xalên qanûnê jî li gorî nîqaşên li Meclisê tên kirin dê li benda biryara Desteya Ewlehiyê ya Neteweyî (MGK) bê sekinandin û bi biryara MGKê û Serokkomariyê re ev qanûn dê bikeve meriyetê. Wê dema pêkanîna qanûnê ji biryara MGKê û Serokkomariyê re bê hiştin. Xalên qanûnê dê kengê bikevin meriyetê ne diyar e.
Sazkirina ‘Buroyên sûcên terorê’
Her wiha çend roj berê Wezîrê Dadê Akin Gurlek ferman dabû ku li 81 bajaran di bin banê Serdozgeriyên Komarê de “buroyên sûcên terorê” bên sazkirin. Tê payîn ku ew “buroyên” navborî ji bo endamên rêxistinê ku vegerin û tev li civakê bibin dê “jêpirsîn” bikin û bi van karûbaran re mijûl bibin. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin; ew buro dê piştî qanûna çarçoveyî ku ket meriyetê li ser endamên rêxistinê ku werin dosyeyên wan binirxînin, tomar bikin û prosedura hiqûqî ya derbarê wan de pêk bînin û bi giştî pêvajoya hiqûqî bişopînin. Piştî qanûna çarçoveyî hate pêkanîn, ew buro dê li ser serlêdanên vegerê bi saziyên berpirsyar re di nava koordînasyonekê de binirxînin.












