• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
24 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Welatiyên Wanê: Bêyî azadiya birêz Ocalan ev pêvajo pêş ve naçe

    Welatiyên Wanê: Bêyî azadiya birêz Ocalan ev pêvajo pêş ve naçe

    Endama Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê hat binçavkirin

    Endama Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê hat binçavkirin

    ‘Rawestandina înfazan û xetereya li ser girtiyên nexweş dewam dikin’

    ‘Rawestandina înfazan û xetereya li ser girtiyên nexweş dewam dikin’

    Li kana komirê teqîn: 3 karker mirin

    Li kana komirê teqîn: 3 karker mirin

    Salvegera erdheja Wanê: Hê jî tedbîrên pêwîst tune ne

    Salvegera erdheja Wanê: Hê jî tedbîrên pêwîst tune ne

    Pirtûka ‘Manîfestoya Civaka Demokratîk” li Girtîgeha Sêwregê hate qedexekirin

    Pirtûka ‘Manîfestoya Civaka Demokratîk” li Girtîgeha Sêwregê hate qedexekirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Welatiyên Wanê: Bêyî azadiya birêz Ocalan ev pêvajo pêş ve naçe

    Welatiyên Wanê: Bêyî azadiya birêz Ocalan ev pêvajo pêş ve naçe

    Endama Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê hat binçavkirin

    Endama Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê hat binçavkirin

    ‘Rawestandina înfazan û xetereya li ser girtiyên nexweş dewam dikin’

    ‘Rawestandina înfazan û xetereya li ser girtiyên nexweş dewam dikin’

    Li kana komirê teqîn: 3 karker mirin

    Li kana komirê teqîn: 3 karker mirin

    Salvegera erdheja Wanê: Hê jî tedbîrên pêwîst tune ne

    Salvegera erdheja Wanê: Hê jî tedbîrên pêwîst tune ne

    Pirtûka ‘Manîfestoya Civaka Demokratîk” li Girtîgeha Sêwregê hate qedexekirin

    Pirtûka ‘Manîfestoya Civaka Demokratîk” li Girtîgeha Sêwregê hate qedexekirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Tuncer Bakirhan: Em ji bo rêvebirina Tirkiyeyê talib in

Enqere / AW

6 ÎLON 2026 - 12:25
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan diyar kir ku ev kongreya wan dê kadro û perspektîfeke ku Tirkiyeyê bi rê ve bibe ava bike û wiha got: “Em ê li dijî kesên dixwazin vê pêvajoyê enfekte bikin bisekinin. Em ji dema nû re amade ne û em ji bo rêvebirina Tirkiyeyê talib in.”

DEM Partî 5emîn Kongreya xwe ya Mezin a Asayî li Navenda Çandê ya Nazim Hîkmet a navçeya Yenîmahalle ya Enqereyê li dar dixe. Li bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê gelek delege tev li kongreyê bûn. Li eywana kongreyê tê lidarxistin pankarta ‘Jin Jiyan Azadî’ hat daliqandin. Dayikên Aştiyê, Hevserokên Giştî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar, Keskîn Bayindir, Berdevka Platforma Piştgiriya Sosyalîstan (SODAP) Kezban Konukçu, Serokê SYKPê Mertcan Tîtîz, Seroka Giştî ya Partiya Şoreşger a Yekgirtî Elîf Torun, Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Ahmet Asena, Berdevka Înisiyatîfa Yekitiya Demokratîk Gulcan Kaçmaz Sayyîgît û endam û nûnerên partiyên siyasî û saziyên sivîl tev li kongreyê bûn. Di kongreyê de ewilî dîvan hat hilbijartin. Piştî diyarkirina dîvanê ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest danê deqeyek rêz hat girtin. Di rêzgirtinê de girsğ dirûşmeyên “Şehîd namirin” berzkirin.

Hevserokê Giştî ya DEM Partiyê Tuncer Bakihan ku piştî Tulay Hatîmogullari axivî, bi Kurdî dest bi axaftina xwe kir û xêrhatina beşdaran kir. Tuncer Bakirhan jî hemû gelên Tirkiye û Kurdistanê silav kir û got ku silav ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku ji bo aştiyê hêvî da hemû welatiyan. Tuncer Bakirhan jî Hevşeredarê Agiriyê Mehmet Akkoç ku jiyana xwe ji dest da bi bîr anî.

‘Em ê kêmasiyan bi hev re derbas bikin’

Tuncer Bakirhan anî ziman ku ew gelek caran bi zext û zoran re rû bi rû man lê tevî hemû zextan jî wan dev ji têkoşîna xwe bernedan ne û li ser piyan mane. Tuncer Bakirhan destnîşan kir ku ji bo komara demokratîk ew dê têkoşîna xwe bidomînin û wiha axivî: “Lê helbet kêmasiyên me jî çêbûn. Em li vir rexnedayîna xwe didin. Me nekarî gotinên xwe bigihînin civakê û pirî caran me xwe dûbare kir. Me dikarî gel û baweriyên cuda re hin têkiliyên xurt ava bikin. Mixabin hewldanên me ji bo têkoşîna xwezayê têr nekir û kêm man. Her wiha li dijî tiryakê me gelek caran kampanya bi rê ve birin lê ji bo em civakê di vî warî de bixin nava hewldanê kêmasiyên me çêbûn. Lê helbet em ê van kêmasiyan bi hev re derbas bikin. Ji bo komara demokratîk ava bikin em ê dest bi xebatan bikin.”

‘Em ji dema nû re amade ne’

Tuncer Bakirhan di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser krîzan û ev nirxandin kir: “Komara sed salan cilê ku ji van gelan kir jê re nebû. Lê hertim pîne kirin. Hertim krîz derketin. Em dikarin ji van krîzan xwe xilas bikin. Em bi derfeteke mezin re rû bi rû ne. Di serî de ji birêz Ocalan re û hemû aktorên siyasî ku derfeta vê pêvajoyê avakirin re spas dikin. Tirkiye ji ber neçareseriya pirgirêka Kurd krîzên mezin re rû bi rû ma. Divê serkeftina Kurdan ne xeter e lê weke serkeftin were dîtin. Serkeftina Kurd a Tirkan e jî. Heke Kurd bibin aktorên avakar Tirkiye dikare bi serbikeve û xurt dibe. Weke DEM Partî em jî ji vê pêvajoyê re amade ne. Em ji hev bawer bikin û bi hev re vê pêvajoyê bi serbixînin. Em ê jî xwe biguherînin û li ser piyan bimînin. Rêya me rêya 3yemîn e. Heta niha 2 hezên siyasî ew welat bi rê ve birin. Lê herduyan jî pirsgirêk çareser nekirin. Ne beriya AKPê ew welat cenet bû û ne jî di dema AKPê de pirsgirêk çareser bûn. Em ji bo çareseriyan amade ne. Rêya me rêya 3yemîn e. Rêya me rêya gel, jinan û bindestan e. Ji bo serkeftinê em ê behtir ked bidin. Em ji bo rêvebirina Tirkiyeyê talîp in. Kongreya me jî dê kadro û perspektîfeke ku Tirkiyeyê bi rê ve bibe dê ava bike. Em ê li dijî kesên dixwazin vê pêvajoyê enfekte bikin bisekinin. Em ji dema nû re amade ne. Em ê vê veguherînê bi hev re bikin. Ew kongre destpêka avakirina komara demokratîk e. Ew tov îro li Enqereyê tê çandin.”

Piştî axaftina Tuncer Bakirhan kongre ji çapemeniyê re hat girtin. Kongre dê bi xwendina raporan faaliyet û maliyetê bi dawî bibe.

Etîket: DEM PartîTuncer Bakirhan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Hevserokên DEM Partiyê bi HDKê û pêkhateyên xwe re civiya

Hevserokên DEM Partiyê bi HDKê û pêkhateyên xwe re civiya

21 COTMEH 2026
DEM Partiyê ji Meclisê xwest ku ji bo cenaze û goristanên rûxandî lêkolînê bike

DEM Partiyê ji Meclisê xwest ku ji bo cenaze û goristanên rûxandî lêkolînê bike

21 COTMEH 2026
Tuncer Bakirhan: Ji bo gavavêtinên şênber hûn li benda çi ne?

Tuncer Bakirhan: Ji bo gavavêtinên şênber hûn li benda çi ne?

20 COTMEH 2026
‘Divê pêvajo di nava muxalefet û desthilatê de nebe pêşbirkek’

‘Divê pêvajo di nava muxalefet û desthilatê de nebe pêşbirkek’

19 COTMEH 2026
Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê serdana Yenî Partiyê kir

Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê serdana Yenî Partiyê kir

19 COTMEH 2026
Heyetek Yekîtiya Ewropayê serdana DEM Partiyê kir

Heyetek Yekîtiya Ewropayê serdana DEM Partiyê kir

19 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Demîr: Hikûmeta Şamê dixwaze Rojava li gorî qanûnên Rejîma Baasê bi rê ve bibe

    Demîr: Hikûmeta Şamê dixwaze Rojava li gorî qanûnên Rejîma Baasê bi rê ve bibe

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Mam û du birazî û yek helwest: Azadî, aştî û wekhevî

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ehwan Çiyako: Divê Kurd li dijî nakokiyên Îran, DYA û Îsraîlê siyaseteke hişyar û biaqil bike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li gorî biyofîliyê çavkaniya hezkirin û kêfxweşiya mirovan çi ye?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Du caran serlêdan kir: Îmrali saetek dûr e lê em nikarin biçin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ebru Gunay: Pêşketina hemû parçeyan bi hev ve girêdayî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Guh nedan temenên xwe yên mezin, pênûs girtin û fêrî Kurdî dibin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Oznûr Bartin: Xwezaya Kurdistanê bi destê şirketên hevkar tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Beştaş: Şert û mercên sermuzakerevan neyên başkirin, pêvajo wê çawa bi rê ve biçe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne