Rejîma Îranê êrişî ser baregehek a Komeleya Zehmetkêşan ya li sînorê parêzgeha Silêmaniyê kir û di encamê de 9 pêşmerge şehîd bûn.
Artêşa Pasdaran a Îranê, bi mûşekan êrişî baregehek ya Komeleya Zehmetkêşan ya li sînorê parêzgeha Silêmaniyê kir. Endamê Mekteba Siyasî û Berpirsê Komîsyona Nîzamî ya Komeleya Şoreşgerên Zehmetkêşên Kurdistanê-Îranê Ebdulla Azerbar, derbarê êrişê de agahiyan belav kir.
Ebdulla Azerbar ji medyayê re ragihand ku danê sibehê bi 6 mûşekan êrişî ser baregeha Zirguwêz ya li sînorê parêzgeha Silêmaniyê hate kirin.
Ebdullah diyar kir ku êriş li navenda sereke ya Komeleya Şoreşgeran bû, pêşmerge di wê demê de li ser erkê bûn. Ebdulla Azerbar da zanîn ku di encama êrişê de 9 pêşmerge jiyana xwe ji dest dan û hejmarek pêşmerge jî birîndar bûn û ku dibe hejmara şehîdan zêde bibe.
Li gorî agahiyên li ber destê RojNewsê; birîndar li nexweşxaneyê tên dermankirin û rewşa hin ji pêşmergeyan jî xedar e.













