Li Îngilistanê ji ber germahiyê 2 hezar û 700 kesan jiyana xwe ji dest da.
Gelek lêkolînerên Imperial College London, Ofîsa Meteorolojiyê ya Îngilistanê (Met Office) û Dibistana Tibê ya Paqijiyê û Tropîkalê, bandora germahiya li Îngilistan û Gallerê ya di meha Gulan û Hezîranê de analîz kirin.
Li gor vê hat destnîşankirin ku sedema mirina 550 kesên di meha Gulanê de, germahî ye. Di Gulanê de germahî gihîştibû 35 pileyan. Her wiha hat texmînkirin ku ji ber germahiya di meha Hezîranê de jî 2 hezar û 500 kes mirine.












