• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
02 ÎLON 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Peyas de seba problemanê komelî Meclîsê Şarî awan beno

    Li Peyasê Meclîsa Çilan tê avakirin

    ‘Em jî dixwazin weke her miletê cîhanê bi nasnameya xwe bijîn’

    ‘Em jî dixwazin weke her miletê cîhanê bi nasnameya xwe bijîn’

    Li Mûşê angaşta cerdevanekî destdirêjî li kesekî astengdar kiriye: Piştî 14 salan gilî hate kirin

    Li Mûşê angaşta cerdevanekî destdirêjî li kesekî astengdar kiriye: Piştî 14 salan gilî hate kirin

    Li Amedê hişmendiya ziman hate nîqaşkirin

    ‘Divê bi fermî mafê Kurdan û ziman were naskirin’

    ROJEVA 2yê ÎLONA 2026an

    ROJEVA 2yê ÎLONA 2026an

    Cenazeyê endamê HPGê Mazlum Ateş li Amedê hate definkirin

    Cenazeyê endamê HPGê Mazlum Ateş li Amedê hate definkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Peyas de seba problemanê komelî Meclîsê Şarî awan beno

    Li Peyasê Meclîsa Çilan tê avakirin

    ‘Em jî dixwazin weke her miletê cîhanê bi nasnameya xwe bijîn’

    ‘Em jî dixwazin weke her miletê cîhanê bi nasnameya xwe bijîn’

    Li Mûşê angaşta cerdevanekî destdirêjî li kesekî astengdar kiriye: Piştî 14 salan gilî hate kirin

    Li Mûşê angaşta cerdevanekî destdirêjî li kesekî astengdar kiriye: Piştî 14 salan gilî hate kirin

    Li Amedê hişmendiya ziman hate nîqaşkirin

    ‘Divê bi fermî mafê Kurdan û ziman were naskirin’

    ROJEVA 2yê ÎLONA 2026an

    ROJEVA 2yê ÎLONA 2026an

    Cenazeyê endamê HPGê Mazlum Ateş li Amedê hate definkirin

    Cenazeyê endamê HPGê Mazlum Ateş li Amedê hate definkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Welatiyên Agiriyê: Du sal derbas bûn lê derbarê pêvajoyê de gav nehatiye avêtin

Agirî / AW

12 TÎRMEH 2026 - 22:14
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir di civînên gel ên navçeyên Agirî de axivî û got: “Pêvajo, bi biryardariya têkoşîna me ya bihêz dest pê kir.”

Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), di çarçoveya civînên gel de yên ku bi şîara “Em soza aştiyê bi gel re ava dikin” li dar dixe, li navçeyên Bazîd, Giyadîn û Avkevirê yên Agirî bi gel re hat cem hev. Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir, nûnerên rêxistinên civakî yên demokratîk û gelek welatî tevli civîna gel bûn.

‘Divê em di qanûn û makezagonê de jî wekhev bin’

Keskîn Bayindir destnîşan kir ku çek, encama pratîkên dewletê ye û wiha got: “Pratîka çekan encameke polîtîkayên dewletê ye. Pirsgirêka Kurd demeke dirêj e heye û heta ku Kurd bigihêjin mafên xwe dê berdewam bike. Em ê têkoşîna xwe bidomînin. Kurd dixwazin di zagon û makezagonê de cih bigirin; kes nikare ziman û mafên Kurdan înkar bike. Heke di navbera Kurd û Turkan de biratî û têkiliyên dostane çêbibin, divê bingeha vê qanûn û hiqûq be. Ev kar tenê bi axaftinê, bi gotinên ‘Em birayên sed salî ne’ yên di korîdorên meclîsê de nabe. Heke em bira bin, divê em di zagonan de jî bira bin. Heke em gelên wekhev bin, divê em di qanûn û makezagonê de jî wekhev bin. Em ê di qanûnê de vê pirsê bikin bingeh. Çawa ku dema mirov avahiyekê ava dike, pêşîniya wî bingeha wê ye, di vê pirsê de jî bingeh, cihgirtina Kurdan a di zagonê de ye. Divê di nav vê qanûnê de Rêber Abdullah Ocalan cih bigire, divê hemû şervanên azadiyê yên di zindanan de bi serbilindî ji girtîgehan derkevin. Dîsa em dixwazin ku dozên li ser hemû hevalên me hatine vekirin demildest bên betalkirin û hemû hevalên me yên li sirgûnê bi serbilindî vegerin. Daxwazên me ev in, lê daxwaz û niyeta dewletê ne ev e. Dewlet tenê dibêje ‘Yê çekê deyne bila were’; em vê yekê qet qebûl nakin. Em tu zagon û qanûnên ku vîna gelê Kurd tê de tune be û vîna Rêber Abdullah Ocalan û tevgerê tê de xuya neke, qebûl nakin.”

‘Em heta dawiyê li pişt Tevgerê ne’

Paşê welatiyên ku tevli civînê bûn derbarê pêvajoyê de fikrên xwe anîn ziman. Welatiyê ku destpêkê axivî ev yek anîn ziman: “Daxwaza me pêkhatina aştiyê ye, ne ya şer e. Wekî malbatên şehîdan em heta dawiyê li pişt tevgerê ne. Lê belê di qada siyasetê de kêmasî hene; divê siyasetmedarên me vê pêvajoyê çêtir ji gel re şirove bikin. Wek şexs baweriya min bi vê pêvajoyê nîne. Dewletê heta îro yek gav jî neavêtiye. Ji bo em bi vê pêvajoyê bawer bikin tu sedemek li holê tune ye; tu hevalên me yên di zindanê de serbest nehatine berdan. Dewletê heta îro çi kiriye? Tenê gotin heye.”

‘Hûn hem rêya aştiyê nîşanî min didin, hem jî min bi mirinê tehdît dikin’

Welatiyekî din ê ku pişt re axivî, di axaftina xwe de cih da van gotinan: “Tevî pêvajoya aştiyê jî birayên me yên di girtîgehan de ji aliyê gardiyanan ve bi mirinê tên tehdîtkirin. Dibêjin, ‘Ez ê rojekê te li vir darda bikim, tu yê herî’. Ev çawa pêvajoyeke aştiyê ye? Hûn ji aliyekî ve rêya aştiyê nîşanî min didin, ji aliyê din ve min bi mirinê tehdît dikin. Hûn di meclîsê de ne; dewletê heta îro bi şênberî çi kiriye? Hûn di meclîsê de ne, hûn bibêjin. Her tişt tenê di astekî gotinê de dimîne. Mixabin Kurd jî destê hevdu nêgirin; gelek Kurd hîn jî li pey Erdogan diçin. Heke Kurd bi hev re bihatana girêdan, rewşa me nedihat vê astê.”

‘Dewletê yek gav jî neavêt, baweriya me bi pêvajoyê nema’

Welatiyekî din ê di civînê de mafê axaftinê girt jî wiha got: “Kurdan heta îro hemû gavên ku dihatin xwestin avêtin, lê dewletê yek gav neavêt, bihostek erd bi pêş ve neçû. Ji ber vê yekê tu hêvî û baweriya me bi pêvajoyê nîne. Mirovên me di zindanan de tên kuştin, tên tehdîtkirin. Di ser re du sal derbas bûn lê gavek jî nehatiye avêtin; di destpêkê de jî baweriya me tune bû, niha bi temamî qediya. Tenê hûn tên û hêviyê didin me; baweriya me bi we heye, lê di warê siyasî de hûn jî di vê pêvajoyê de kêm dimînin.”

‘Em di qadê de qet têk neçûn’

Di dawiyê de welatiyekî din nêrînên xwe bi van gotinan anî ziman: “Em mirovên bedel dane û zarokên xwe dane ne; baweriya me bi rêbertiya me û partiya me tam e, lê baweriya me bi dewletê qet nîne. Me heta îro di qadê de tu carî têkçûn qebûl nekir; em şerî bûn û me her şer qezenc kir, lê mixabin li ser masê em her tim winda bûn. Vê carê em ji rêbertiya xwe bawer in, baweriya me heye ku ew ê li ser masê qezenc bike, lê em bi tu awayî ewlehiyê bi dewletê naynin.”

Etîket: Abdullah OcalanAgiriCivînên gelHevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindirpêvajo
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Em jî dixwazin weke her miletê cîhanê bi nasnameya xwe bijîn’

‘Em jî dixwazin weke her miletê cîhanê bi nasnameya xwe bijîn’

2 ÎLON 2026
Sebahat Tuncel: Bi destxistina maf û azadî girêdayî têkoşîna rêxistinî ye

Sebahat Tuncel: Bi destxistina maf û azadî girêdayî têkoşîna rêxistinî ye

31 TEBAX 2026
Dogan: Divê ji bo rêvebirina pêvajoyê birêz Ocalan bi rola xwe rabe

Dogan: Divê ji bo rêvebirina pêvajoyê birêz Ocalan bi rola xwe rabe

28 TEBAX 2026
‘Em ê xeyalên şehîdên xwe pêk bînin’

‘Em ê xeyalên şehîdên xwe pêk bînin’

28 TEBAX 2026
‘Em bi şehîdên xwe serfiraz in, bila aştiyeke mayînde pêk were’

‘Em bi şehîdên xwe serfiraz in, bila aştiyeke mayînde pêk were’

26 TEBAX 2026
Qanûnê çarçewa: Pêşnîyazê Abdullah Ocalanî do pêşkêşî partîyan bêro kerdene

Ocalan bersiv da îdiayên derheqê xwe de: Ev parvekirin tevgerên provokatîf in

25 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Bîranîna Şiyar Jîrkî didome: Em ê soza wan ji xwe re bikin doz

    Bîranîna Şiyar Jîrkî didome: Em ê soza wan ji xwe re bikin doz

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Zimanê Kurdî hate qebûlkirin: Ebdî dibe musteşar Îlham Ehmed dibe parlamenter

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Meş û çalakiyên 1ê Îlonê: Daxwaza sereke azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji Manîsayê bangewaziya 1ê Îlonê: Werin em dengê aştiyê bilind bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şehîdên têkoşîna azadiyê li Stenbolê hatin bibîranîn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Wezereta Perwerdeyê ya Sûriyeyê têkildarî zimanê Kurdî biryarnameyek derxist

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ROJEVA 1ê ÎLONA 2026

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ev ne şîn bû, peyama serkeftinê bû

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Siyasetmedarê Kurd Mehdî Zana jiyana xwe ji dest da

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne