• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
15 ÎLON 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî serdana birîndarên şewata zindana Kobanê kir

    Mazlûm Ebdî sersaxî da malbatên şehîdên Kobanê

    Li Manisayê piştgirî ji bo Rojavayê Kurdistanê: Li dijî provokasyonan yekîtî

    Li Manisayê piştgirî ji bo Rojavayê Kurdistanê: Li dijî provokasyonan yekîtî

    Ji bo zimanê Kurdî bang kirin: Divê mafê zimanê dayikê bê misogerkirin

    Ji bo zimanê Kurdî bang kirin: Divê mafê zimanê dayikê bê misogerkirin

    ‘Li dibistanan çima dersên Kurdî nayên dayîn’

    ‘Li dibistanan çima dersên Kurdî nayên dayîn’

    Bi hezaran şehîdên zindana Kobanê oxir kirin

    Bi hezaran şehîdên zindana Kobanê oxir kirin

    ‘Çareserî bi nasîna mafên gelê Kurd pêkan e’

    ‘Çareserî bi nasîna mafên gelê Kurd pêkan e’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî serdana birîndarên şewata zindana Kobanê kir

    Mazlûm Ebdî sersaxî da malbatên şehîdên Kobanê

    Li Manisayê piştgirî ji bo Rojavayê Kurdistanê: Li dijî provokasyonan yekîtî

    Li Manisayê piştgirî ji bo Rojavayê Kurdistanê: Li dijî provokasyonan yekîtî

    Ji bo zimanê Kurdî bang kirin: Divê mafê zimanê dayikê bê misogerkirin

    Ji bo zimanê Kurdî bang kirin: Divê mafê zimanê dayikê bê misogerkirin

    ‘Li dibistanan çima dersên Kurdî nayên dayîn’

    ‘Li dibistanan çima dersên Kurdî nayên dayîn’

    Bi hezaran şehîdên zindana Kobanê oxir kirin

    Bi hezaran şehîdên zindana Kobanê oxir kirin

    ‘Çareserî bi nasîna mafên gelê Kurd pêkan e’

    ‘Çareserî bi nasîna mafên gelê Kurd pêkan e’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Ji bo pêvajoyê hefteya krîtîk: Çav li Îmraliyê û qanûna çarçoveyê ye

Mahmût Altintaş / AW

11 TÎRMEH 2026 - 16:19
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A

Enqere – Piştî Lûtkeya NATOyê çavê raya giştî li pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk e. Tê payîn ku hefteya pêşiya me geşedanên girîng biqewimin. Li bendeyê ye ku Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê biçe Girava Îmraliyê û bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike û derbarê qanûna çarçoveyê de jî geşedanên nû biqewimin.

Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku rojeva sereke ya Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ye, li benda geşedanên girîng e. Piştî Lûtkeya NATOyê ya di 7-8ê Tîrmehê de li Enqereyê hate lidarxistin, tê payîn di çarçoveya pêvajoyê de geşedanên girîng rû bidin. Nîqaşa sereke ya pêvajoyê; qanûna çarçoveyê ye. Li ser qanûna çarçoveyê gelek nîqaş û nûçe tên belavkirin. Nîqaşa sereke ya li ser qanûna çarçoveyê ew e ku bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bê nîqaşkirin û bi vî awayî bê rojeva Meclisê. Her wiha tê gotin ku divê qanûna çarçoveyê di nav gerîlayên Tevgera Azadiyê de neyê kategorîzekirin.

Çavê raya giştî li Meclisê ye

Serokê Meclisê Numan Kurtulmuş di daxuyaniyeke xwe de diyar kiribû ku qanûna çarçoveyê dê nebe qanûna efûyê. Li ser vê yekê Rêveberiya Tevgera Azadiya Kurdistanê jî daxuyaniyek da û xwest ku qanûna çarçoveyê neyê derxistin û stratejiya Abdullah Ocalan pêk were. Ji aliyê din ve jî Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê ku nêzî 50 roj in bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin nekiriye jî rojeva sereke ya siyaseta demokratîk e. Li bendê ye ku hefteya pêşiya me di çarçoveya pêvajoyê de geşedanên girîng rû bidin. Di salvegera şewitandina çekan a Koma Aştî û Civaka Demokratîk de çavê raya giştî jî li Meclisê û avêtina gavên qanûnî ye.

‘Heke qanûna çarçoveyê weke ku hatiye muzakerekirin neyê rojevê dê xetereyan derxe’

Rayedarên DEM Partiyê diyar dikin ku ev pêşnûmeya qanûna çarçoveyê di 24ê Gulanê de bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hatiye muzakerekirin û li gorî muzakereyê divê qanûn di nava gerîlayên Tevgera Azadiyê de kategoriyê neke û hemû gerîlayan bigire nav xwe.

Her wiha rayedarên DEM Partiyê hişyariyê jî didin û dibêjin heke qanûna çarçoveyê weke ku hatiye muzakerekirin neyê rojevê dê li pêşiya pêvajoyê xetereyan derxe. Her wiha Rêveberiya Tevgera Azadiyê jî di daxuyaniya xwe de diyar kir ku heke qanûna çarçoveyê; statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan mîsoger neke ew vê yekê qebûl nakin û hişyarî da ku heke qanûna çarçoveyek bi vî rengî were ew ê xwedî bi helwest bin.

Di pêvajoyê de hefteya krîtîk

Her wiha hat zanîn ku hefteya pêşiya me pêşnûmeya qanûna çarçoveyê dê biçe ber destê partiyên siyasî û li ser pêşnûmeyê nîqaş bên kirin. Piştî nîqaşan dê pêşnûme ji aliyê Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê ve ji bo erêkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan biçe Girava Îmraliyê û bi Abdullah Ocalan re bê nîqaşkirin. Li bendê ye ku piştî van nîqaşan qanûna çarçoveyê were rojeva Meclisê.

Etîket: Abdullah OcalanHeyeta DEM Partiyê ya Îmraliyêpêşnûmeya qanûna çarçoveyêPêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Abdullah Ocalan: Çarçoveya qanûnî dikare bingeha pêvajoyê ava bike

Abdullah Ocalan: Şehîdên me bi rêzdarî bi bîr tînim

14 ÎLON 2026
Heyeta DEM Partiyê wê roja duşemê bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike

Heyeta DEM Partiyê çû Îmraliyê

13 ÎLON 2026
Di pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ de kê çi kir?

Xelkê Amedê: Azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan dê pêvajoyê li pêş bixe

9 ÎLON 2026
Selçûk Mizrakli ji girtîgehê derket

Selçûk Mizrakli: Divê Ocalan, Demîrtaş û hemû girtî bên berdan

8 ÎLON 2026
Abdullah Ocalan: Divê guherînên hiqûqî neyê derengxistin

Abdullah Ocalan: Divê guherînên hiqûqî neyê derengxistin

5 ÎLON 2026
Onen: Divê her kes xwe tev li xebatên avakirina civaka demokratîk bike

Onen: Divê her kes xwe tev li xebatên avakirina civaka demokratîk bike

3 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Du bira, du şehîd: Agir Adar

    Du bira, du şehîd: Agir Adar

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şehîdên tevgera azadiyê bi girseyî têne bibîranîn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Bila daxwazên şehîdan neyên jibîrkirin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Wanê şehîdên azadiyê tên bibîranîn: Ew rûmeta me ne

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li sê bajaran bîranînan dest pê kir: Em bi saya wan gihîştin van rojan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Kobanê çalakiya gel: 9 mirî, 17 birîndar hene

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Onen: Divê her kes xwe tev li xebatên avakirina civaka demokratîk bike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Bîranîna şehîdan a li Îzmîrê bi dawî bû: Em ê doza aştî û azadiyê bidomînin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Zana Farqînî: Hedefgirtina tabelayên bi Kurdî ne helwesteke mirovî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Duran Kalkan: Komînalîte cewhera azadiya mirovahiyê ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne