• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
30 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Şandeya DEM Partiyê li Herêma Egeyê çû serdana girtiyan

    Şandeya DEM Partiyê li Herêma Egeyê çû serdana girtiyan

    Mamosteyê Çepemeniya Azad Kadrî Kaya hat bîranîn

    Mamosteyê Çepemeniya Azad Kadrî Kaya hat bîranîn

    Dayîkên Aştiyê diçin Enqerê û ‘Konê Aştiyê’ vedidin

    Dayîkên Aştiyê diçin Enqerê û ‘Konê Aştiyê’ vedidin

    ‘Ji Osmaniyan ve eşîretan ji bo perçekirina Kurdan bi kar tînin’

    ‘Ji Osmaniyan ve eşîretan ji bo perçekirina Kurdan bi kar tînin’

    Aborînas Şîrîn: Heta rewşa siyasî baş nebe pirsgirêka aboriyê jî çareser nabe 

    Aborînas Şîrîn: Heta rewşa siyasî baş nebe pirsgirêka aboriyê jî çareser nabe 

    Tevî xeteriya jiyanî Felem Aker nayê berdan

    Tevî xeteriya jiyanî Felem Aker nayê berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Tulay Hatîmogullari: Divê qanûna çarçoveyê weke ku hatiye muzakerekirin bê çêkirin

Enqere / AW

11 TÎRMEH 2026 - 14:05
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari di salvegera şewitandina çekan a Koma Aştî û Civaka Demokratîk de daxuyanî da û anî ziman ku di salekê de gavên pêwîst nehatin avêtin û wiha got: “Divê qanûna çarçoveyê di vê mehê de derbikeve. Her wiha divê ev qanûn weke ku hatiyê muzakerekirin bê çêkirin û neyê kategorîzekirin.”

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari derbarê geşedanên pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de li navenda giştî ya partiyê xwe daxuyanî da.

Tulay Hatîmogullari di destpêka axaftina xwe de helbestvan Ahmet Tellî ku duh jiyana xwe ji dest da bi bîr anî.

Tulay Hatîmogullari bi lêv kir ku îro salvegera şewitandina çekan e û rojeva wan a civîna çapemeniyê jî di vê derbarê de ye û wiha got: “Em di merhaleyeke girîng de ne. Nivîskarê Kurd Mehmed Uzun dibêje; ‘Aştî dilpakiya herî mezin a mirovahiyê ye’. Mehmet Uzun dipirse; ‘Çima Tirkiye ji vê yekê mehrûm bimînê?’ Em jî heman pirsê dipirsin. Em weke DEM Partiyê ji bo hemû gelên Tirkiyeyê vê daxwazê dikin.”

Salvegera merasîma şewitandina çekan

Tulay Hatîmogullari diyar kir ku ew dê derbarê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de weke Meclisa Partiyê 2 rojan civînê li dar bixin û wiha axivî: “Ji bo aştî û demokratîkbûyîn pêk were divê çi were kirin em dê di van civînên xwe de binirxînin. Aştî berpirsyariyeke mezin dixwaze. Merasîma şewitandina çekan ne tiştek ji rêzê bû. Wê rojê em li wir bûn. Nûnerên sazî û rêxistinên sivîl jî li wir bûn. Wê rojê baweriya me ya aştiyê hê xurttir bû. Em li wir bi hêvî û baweriyeke mezin vegeriyan. Çek di agir de şewitîn. Ew agir banga aştiyê bû. Wê rojê têkoşîna çekdarî veguherî têkoşîna demokratîk. Wê rojê ne tenê çek di heman demê de hincetên li pêş aştiyê asteng bûn jî şewitîn. Pirsgirêka Kurd di çerçoveyeke teng a ewlehiyê de nayê hepskirin. Divê tu dayik negirî û nasname û zimanê tu netewê neyê înkarkirin. Wateya 11ê Tîrmehê ev bû. Divê ev yek baş bê famkirin. Li cihe ku merasîm pêk hat jî pirr girîng bû. Şikefta Casena li şûna ku Şêx Mahmud Berzencî xwe spartibûyê.”

‘Gavên pêwîst nehatin avêtin’

Tulay Hatîmogullari destnîşan kir ku banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan deriyek nû vekir û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Endamên rêxistinê ku çekên xwe şewitandin li bendê ne ku di wî deriyê de werin. Ji bo wê jî berpirsyarî ya dewlet, desthilat û Meclisê ye ku qanûnên pêwîst çêbikin. Lê tevî ku salek bi ser şewitandina çekan re derbas bû jî gavên pêwîst nehatin avêtin. Dikarin şert û mercên birêz Ocalan baş bikin, girtiyên siyasî berdin û sepana qeyûman bi dawî bikin. E ne qenciyek e lê pêdiviya pêvajoya aştiyê ye.”

‘Di salekê de kî çi kir û kî çi nekir’

Tulah Hatîmogullari bal kişand ser Lûtkeya NATOyê ku li Enqereyê hate lidarxistin û wiha pêde çû: “Di lûtkeyê de jî xuya bû ku şerên nû li pêş me ne. Di pêvajoyeke wisa de xurtkirina çareseriya hûndirîn ji bo Tirkiyeyê xwedî girîngiyeke mezin e. Pirsgirêka Kurd weke pirsgirêka ‘terorê’ nayê pênasekirin. Ev yek berovajî ruhê pêvajoyê ye. Em binêrin di salekê de kî çi kir, kî çi nekir. Tevgera Kurd li gorî banga birêz Ocalan hemû berpisyariyên xwe bi cih anî. Lê tişta ku dikeve ser milê dewletê, nekir. Şert û mercên birêz Ocalan nehatin başkirin. Girtiyên siyasî nehatin berdan. Sepana qeyûman nehat bidawîkirin. Zimanê qirêj li ser medyayê hê jî tê bikaranîn. Li dijî hemû muxalefetê zext û tundî berdewam dikin.”

‘Heke şert û mercên birêz Ocalan neyê başkirin gelo wê pêvajo çawa li pêş bikeve?’

Tulay Hatîmogullari anî ziman ku divê êdî şert û mercên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bên sererastkirin û got: “Birêz Ocalan sermuzakerevanê vê pêvajoyê ye. Heke şert û mercên wî neyên başkirin dê pêvajo çawa encam bigire? Sermuzakerevan heke nekaribe li her derê biaxive, fikir û rêmanên xwe ji civakê re parve neke wê çawa pêvajo li pêş bikeve?. Hemû gavên hatine avêtin li ser banga birêz Ocalan hatine avêtin. Birêz Ocalan komareke demokratîk ku hemû netew û bawerî bikaribin bi hev re bijîn pêşniyar dike. Komara demokratîk rûmeta hemû welatiyan e. Di komara demokratîk hemû kes wekhev dijî. Divê qanûna çarçoveyê di vê mehê de derbikeve. Her wiha divê ev qanûn weke ku hatiye muzakerekirin bê çêkirin û neyê kategorîzekirin. Divê em vê firsendê taloq nekin û bi hev re derî li şer bigirin û heta dawî deriyê aştî û demokrasiyê vekin.”

‘Divê qanûna çarçoveyê di meha Tîrmehê de bê Meclisê’

Tulay Hatîmogullari derbarê amadekariyên kongreya mezin a partiya xwe de jî diyar kir ku ew dê ji bo pêvajoyê xebatên xwe xurttir bikin û wiha got: “Firssendek mezin li pêşiya Tirkiyeyê heye. Çareserkirina pirsgirêka Kurd dê ji hemû kesên li Tirkiyeyê re aramiyê bîne. Ji ber wê jî divê hemû welatî xwedî li pêvajoyê dervikevin û vê pêvajoyê tenê nedin ser milê gelê Kurd. Divê hemû gel bi hev re xwedî li pêvajoyê derbikeve. Em li vir bang li desthilatê jî dikin; divê qanûna çarçoveyê di vê mehê de bînin rojevê û li gorî pêşniyaran qanûneke ku çareseriyê pêk bîne bê çêkirin.”

Etîket: Abdullah OcalanHevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay HatîmogullariPêvajoya Aştî û Civaka Demokratîksalvegera merasîma şewitandina çekan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Malbatên cangoriyan: Azadiya Rêberê Gelê Kurd pêwîstiyeka girîng e

Malbatên cangoriyan: Azadiya Rêberê Gelê Kurd pêwîstiyeka girîng e

29 COTMEH 2026
Ji helîkopterê tê avêtin û felc dibe: Serketina pêvajoyê bi azadiya fizîkî pêkan e

Ji helîkopterê tê avêtin û felc dibe: Serketina pêvajoyê bi azadiya fizîkî pêkan e

28 COTMEH 2026
Dayikên Aştiyê dê serdana partiyên siyasî bikin

Dayikên Aştiyê: Em dixwazin bi Serok re hevdîtinê pêk bînin

28 COTMEH 2026
Du salên banga Bahçelî qediya: Çima Abdullah Ocalan nehat Meclisê?

Du salên banga Bahçelî qediya: Çima Abdullah Ocalan nehat Meclisê?

24 COTMEH 2026
Welatiyên Wanê: Bêyî azadiya birêz Ocalan ev pêvajo pêş ve naçe

Welatiyên Wanê: Bêyî azadiya birêz Ocalan ev pêvajo pêş ve naçe

24 COTMEH 2026
Buldan: Divê birêz Ocalan tavilê dest birêvebirina Koordînasyonê bike

Buldan: Divê birêz Ocalan tavilê dest birêvebirina Koordînasyonê bike

23 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ji helîkopterê tê avêtin û felc dibe: Serketina pêvajoyê bi azadiya fizîkî pêkan e

    Ji helîkopterê tê avêtin û felc dibe: Serketina pêvajoyê bi azadiya fizîkî pêkan e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Meclisa Jinan a DEM Partiyê li Bûlamê bi jinan re civiya

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji qadê rewşa Fransayê ragihand: Heke ev tundî li welatên din bûbûya dê şermezar bikira

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Sêwregê bûyera revandin û destdirêjiyê: Dixwazin sûcên xwe meşrû bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rêvebera Amedsporê: Em dixwazin jinan tev li hemû beşên sporê bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Semsûrê ji bo şehîdan mewlîd: Dê ev rê bi aştî û statuyê bi encam bibe

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rojnamegerî ne li cem desthilatdar û sermayeyê ye, li cem gel e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne