• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
30 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Şandeya DEM Partiyê li Herêma Egeyê çû serdana girtiyan

    Şandeya DEM Partiyê li Herêma Egeyê çû serdana girtiyan

    Mamosteyê Çepemeniya Azad Kadrî Kaya hat bîranîn

    Mamosteyê Çepemeniya Azad Kadrî Kaya hat bîranîn

    Dayîkên Aştiyê diçin Enqerê û ‘Konê Aştiyê’ vedidin

    Dayîkên Aştiyê diçin Enqerê û ‘Konê Aştiyê’ vedidin

    ‘Ji Osmaniyan ve eşîretan ji bo perçekirina Kurdan bi kar tînin’

    ‘Ji Osmaniyan ve eşîretan ji bo perçekirina Kurdan bi kar tînin’

    Aborînas Şîrîn: Heta rewşa siyasî baş nebe pirsgirêka aboriyê jî çareser nabe 

    Aborînas Şîrîn: Heta rewşa siyasî baş nebe pirsgirêka aboriyê jî çareser nabe 

    Tevî xeteriya jiyanî Felem Aker nayê berdan

    Tevî xeteriya jiyanî Felem Aker nayê berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Şandeya DEM Partiyê li Herêma Egeyê çû serdana girtiyan

    Şandeya DEM Partiyê li Herêma Egeyê çû serdana girtiyan

    Mamosteyê Çepemeniya Azad Kadrî Kaya hat bîranîn

    Mamosteyê Çepemeniya Azad Kadrî Kaya hat bîranîn

    Dayîkên Aştiyê diçin Enqerê û ‘Konê Aştiyê’ vedidin

    Dayîkên Aştiyê diçin Enqerê û ‘Konê Aştiyê’ vedidin

    ‘Ji Osmaniyan ve eşîretan ji bo perçekirina Kurdan bi kar tînin’

    ‘Ji Osmaniyan ve eşîretan ji bo perçekirina Kurdan bi kar tînin’

    Aborînas Şîrîn: Heta rewşa siyasî baş nebe pirsgirêka aboriyê jî çareser nabe 

    Aborînas Şîrîn: Heta rewşa siyasî baş nebe pirsgirêka aboriyê jî çareser nabe 

    Tevî xeteriya jiyanî Felem Aker nayê berdan

    Tevî xeteriya jiyanî Felem Aker nayê berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Rêveberiya Tevgerê ji bo salvegera îmhakirina çekan daxuyanî da

Navenda Nûçeyan / AW

10 TÎRMEH 2026 - 15:19
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Rêveberiya Tevgerê derbarê salvegera şewitandina çekan de daxuyanî da û wiha got: “Di sala 1emîn a merasîma şewitandina çekan a 11ê Tîrmehê de weke Tevgera Azadiyê em israra xwe ya li ser stratejiya têkoşîna siyasî demokratîk careke din destnîşan dikin. Neavêtina gavê ya desthilatdariya AKP-MHPê nêzîkatiya nerast a li pêvajoyê ye. Em jî li gorî berpirsyariya xwe ya ji bo gelên xwe, di çarçoveya manîfestoya civaka demokratîk a Rêber Apo de em ê berpirsyariya xwe ji niha û pê ve jî bi cih bînin.”

Rêveberiya Tevgerê bi wesîleya salvegera 1emîn a merasîma şewitandin ango îmhakirina çekan daxuyanî da.

Daxuyaniya ku di ANFê de hate weşandin, bi vî rengî ye:

“Salvegera 1emîn a merasîma şewitandina çekan a 11ê Tîrmeha 2025an e. Hevseroka Konseya Rêveber a KCKê Besê Hozat li gel 29 hevalên xwe par di 11ê Tîrmehê de li pêşiya Şikefta Cesena ya dîrokî ya li nêzî Silêmaniyeyê çekên xwe şewitandin. Ev merasîma şewitandina çekan ku li pêşberî civateke girîng a rojnamevanan hate lidarxistin, ji aliyê tevahiya cîhanê ve ji nêz ve hate şopandin. Ji bo çareseriya siyasî demokratîk a pirsgirêka Kurd a li Tirkiyeyê weke gaveke girîng hate dîtin.

Rêber Apo di Banga Aştî û Civaka Demokratîk a 27ê Sibatê de sedemên rûdana pirsgirêka Kurd û rê û rêbazên wê yên çareseriyê bi rengekî cewherî û balkêş diyar kir. Destnîşan kir ku li ser bingeha qebûlkirina hebûna Kurd dema çareseriya demokratîk hatiye. Ji bo pêkanîna vê jî bang kir ku PKK bê fesixkirin û dawî li têkoşîna çekdarî ya li dijî Tirkiyeyê bê anîn. Piştî vê bangê di 1ê Adara 2025an de me agirbest ragihand. PKKê di navbera 5-7ê Gulanê de Kongreya xwe ya 12emîn kom kir û biryar da ku PKK bê fesixkirin û têkoşîna çekdarî ya li dijî Tirkiyeyê bê bidawîkirin. Biryar wergirt ku ev bicihanîna van biryaran jî ji aliyê Rêber Apo ve bê kirin.

Hevseroka me ya Konseya Rêveber Besê Hozat û hevalên me, di çarçoveya vê biryarê de ji bo îrade û biryardariya guhertina stratejiyê û pejirandina stratejiya siyaseta demokratîk nîşan bidin, çekên xwe şewitandin. Ji bo îradeya bi biryar a li ser stratejiya siyaseta demokratîk bê nîşandan Hevseroka Konseya Rêveber Besê Hozat berpirsyarî ji vê komê re kir. Merasîma şewitandina çekan jî weke sembola guhertina stratejiyê hate kirin.

Hevrêya me Besê Hozat ku berpirsyara koma ji 30 kesî bû, ji bo pêkhatina vê guhertina stratejîk got, weke ku Rêber Apo di banga 27ê Sibatê de destnîşan kir, divê mercên hiqûqî û siyasî bi cih bêne anîn. Merasîma şewitandina çekan bû îlana wê yekê ku veger li stratejiya têkoşîna çekdarî nabe. Li pêşberî destnîşankirina vê îradeyê, diviyabû dewleta Tirk ji aliyê bicihanîna stratejiya têkoşîna siyasî demokratîk gavên hiqûqî û siyasî biavêtibûya. Lê belê salek e gavên bi vî rengî nehatine avêtin.

Di nava pêvajoya ji salekê de Tevgera me ya Azadiyê ji bo bicihanîna pêwîstiyên hiqûqî û siyasî gavên yekalî avêt. Endamê Konseya Rêveber a KCKê hevalê Sabrî Ok ji raya giştî re ragihand ku gerîla vekişiyane derveyî sînorê Tirkiyeyê, cihên ku rîska şer lê hebûn terikandine. Ev daxuyanî ji bo wê yekê bû ku zemînê pêşkêşî dewleta Tirk bê kirin ku gavên siyasî û hiqûqî biavêje. Tevgera me ya Azadiyê bi berpirsyarî tevgeriya, lê belê dewletê ne gav avêt, ne jî ji bo çareseriya siyasî demokratîk zemîna civakî afirand. Têgihiştin û nêzîkatiyên neyînî yên berê li hemberî Rêber Apo û Tevgera me ya Azadiyê hatibûn afirandin, bi zanebûn hate dewamkirin.

Dem bi dem Serokkomar, Devlet Bahçelî û hin rayedarên AKPê daxuyaniyên xwedîderketin û rêveçûna pêvajoyê dan, lê belê ev gotin di pratîkê de pêk nehatin. Li gel ku salek di ser nîşandana îradeya şewitandina çekan derbas bû jî li qada siyasî û hiqûqî pêşketinek çênebû. Ev yek jî bû sedem ku li nava Kurdan û raya giştî ya Tirkiye û cîhanê li ser nêta desthilatdariyê fikar û guman çêbibin. Li gel van fikar û gumanan, di salvegera 1emîn a şewitandina çekan de me di stratejiya têkoşîna siyasî ya demokratîk de israr kir, lê desthilatdariyê bi polîtîka û helwesta xwe besiv neda van hewldan û israra me.

Dema dawî nîqaş tê kirin ku qanûna çarçoveyê ya esasî bê derxistin an na, ku ev qanûn ji aliyê Rêber Apo ve hate pêşniyarkirin. Hem bersiv ji pêşniyarên maqûl ên Rêber Apo re nehate dayin, hem jî di vê mijarê de Tevgera me ya Azadiyê nehate agahdarkirin. Muxatabê destpêkê û sereke yê qanûna navborî Rêber Apo û Tevgera me ye, lê li gel vê yekê jî qala pêşnûme qanûneke yekalî tê kirin ku ev jî radixe pêş çavan ku nêzîkatiyeke cidî li pirsgirtêkê û pêvajoyê nayê nîşandan. Ya herî girîng jî; qanûna ku tê xwestin bê amadekirin, tenê dispêrin danîna çekan. Ev yek jî nîşan dide ku pirsgirêka sed salî bi rengekî rast nayê nirxandin. Ev qanûn beriya her tiştî divê bibe ew qanûn ku rewşa Rêber Apo û kadroyên pêşeng ên Tevgera me ya Azadiyê diyar bike û rêya çareseriya pirsgirêka Kurd destnîşan bike. Li gel vê rastiyê gotinên ku dibêje wê Rêberê me li derveyî vê bê hiştin, wê bê wateya sabotekirina pêvajoya aştî û civaka demokratîk. Gelê me jî Tevgera me ya Azadiyê jî gelek caran destnîşan kir ku nêzîkatiyeke dûrî mercên kar û jiyana azad a Rêber Apo wê neyê qebûlkirin. Di vê pêvajoyê de beriya her tiştî divê ev rastî bê zanîn.

Di sala yekemîn a merasîma şewitandina çekan a 11ê Tîrmehê de bi navê Tevgera Azadiyê em israra xwe ya li ser mijara stratejiya têkoşîna siyasî demokratîk careke din destnîşan dikin. Li gel salek di ser fesixkirina PKKê û bidawîkirina têkoşîna çekdarî re derbas bûye, neavêtina gavê ya ji aliyê desthilatdariya AKP-MHPê nêzîkatiya rast a li pêvajoyê nîne. Eşkere ye ku di tecrûbeyên çareseriya şer de em nêzîkatiya herî maqûl nîşan didin. Tê zanîn ku em vê yekê di çarçoveya bicihanîna jiyana demokratîk û azad a gelên me de dikin. Berpirsyariya me hemûyan e ku Tirkiyeyeke demokratîk ava bikin ku gelên me li ser bingeha entegrasyona demokratîk bi rengekî azad lê bijîn. Gelê Kurd û tevahiya gelên Tirkiyeyê ji bo afirandina Tiriyeyeke bi vî rengî divê berpirsyariyên xwe ji her alî ve bi cih bînin. Em jî li gorî berpirsyariya xwe ya ji bo gelên xwe, di çarçoveya manîfestoya civaka demokratîk a Rêber Apo de em ê berpirsyariya xwe ji niha û pê ve jî bi cih bînin.

Rêveberiya  Tevgerê.”

 

Etîket: îmhakirina çekanmerasîma çekdanînêRêvebera Tevgerêsalvegera merasîma şewitandina çekan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Tulay Hatîmogullari: Divê qanûna çarçoveyê weke ku hatiye muzakerekirin bê çêkirin

Tulay Hatîmogullari: Divê qanûna çarçoveyê weke ku hatiye muzakerekirin bê çêkirin

11 TÎRMEH 2026
Dayikên Aştiyê: Divê dewlet demildest gavan biavêje

Dayikên Aştiyê: Divê dewlet demildest gavan biavêje

11 TÎRMEH 2026
Nedîm Seven: Eger ku dewletê rê vekiriba niha em li Amed û Enqereyê bûn

Nedîm Seven: Eger ku dewletê rê vekiriba niha em li Amed û Enqereyê bûn

11 TÎRMEH 2026
Malbata gerîlaya ku çeka xwe şewitand: Divê êdî dewlet gavan biavêje

Malbata gerîlaya ku çeka xwe şewitand: Divê êdî dewlet gavan biavêje

9 TÎRMEH 2026
Di sala 2025an de çi bû û sala 2026an li benda çi ye?

Di sala 2025an de çi bû û sala 2026an li benda çi ye?

31 KANÛN 2025
‘Banga birêz Ocalan rêya çareseriyê nîşan dide’

‘Banga birêz Ocalan rêya çareseriyê nîşan dide’

10 TÎRMEH 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ji helîkopterê tê avêtin û felc dibe: Serketina pêvajoyê bi azadiya fizîkî pêkan e

    Ji helîkopterê tê avêtin û felc dibe: Serketina pêvajoyê bi azadiya fizîkî pêkan e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Meclisa Jinan a DEM Partiyê li Bûlamê bi jinan re civiya

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji qadê rewşa Fransayê ragihand: Heke ev tundî li welatên din bûbûya dê şermezar bikira

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Sêwregê bûyera revandin û destdirêjiyê: Dixwazin sûcên xwe meşrû bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rêvebera Amedsporê: Em dixwazin jinan tev li hemû beşên sporê bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Semsûrê ji bo şehîdan mewlîd: Dê ev rê bi aştî û statuyê bi encam bibe

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rojnamegerî ne li cem desthilatdar û sermayeyê ye, li cem gel e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne