Senarîst û lîstikvan Murat Çîçek di 25ê Hezîranê de li Japonyayê tev li qezayeke trafîkê bûbû, ji ber vê sedemê hatibû binçavkirin. Derket holê ku Murat Çîçek di 3yê Tîrmehê de li Japonyayê di binçavan de bi awayekî guman jiyana xwe ji dest daye.
Senarîst û lîstikvan Murat Çîçek di 25ê Hezîranê de li Japonyayê tev li qezayeke trafîkê bûbû. Piştî qezayê Murat Çîçek li navenda binçavkirinê hate girtin. Balyozxaneya Tirkiyeyê a Japonyayê di 8ê Tîrmehê de agahî da malbata Çîçek û got, “Em çi li cenaze bikin?” Malbat li ser vê agahiyê ji mirina Murat Çîçek agahdar bû. Li gorî agahiyên malbatê dan; Murat Çîçek di binçavan de îşkence lê hatiye kirin û jiyana xwe ji dest daye. Murat Çîçek di 3yê Tîrmehê de jiyana xwe ji dest daye lê di 8ê Tîmrehê de agahî dane malbata wî.
Murat Çîçek ev 7 sal bû li Japonyayê dijiya û karê senarîst û aktoriyê dikar. Murat Çîçek sala bihûrî tev li Festîvala Fîlman a Tokyoyê bûbû. Di fîlma Minna, Oshaberiyê de wekî listîkvan cih girt. Ji sala 2019an vir ve Murat Çîçek li bajarê Kawaguchiyê ku Kurd lê hene, dijiya. Piştî qezayê Murat Çîçek li Qerekola Takaoyê ku li Hachijiyê tê girtin. Li gorî agahiyên malbatê piştî qezayê telefona Murat jê standine û nehiştene ku parêzer hevdîtinê pêk bînin.
‘Em ji bo Murat edaletê dixwazin’
Biraziyê Murat Çîçek, Mehmet Atli li ser hesabê xwe yê Xê daxuyanî da û wiha got: “Murat Çîçek di 3yê Tîrmehê de jiyana xwe ji dest daye. Wekî din tu agahî di destê me de tune ye. Çima jiyana xwe ji dest da? Îşkenceyek çawa dît? Çima wî nebirin nexweşxaneyê? Tu agahiyê me tune ye. Murat Çîçek dê vegeriya welatê xwe. Dê li gundê xwe Peyanisê ya Colemergê malekî çêkira û li wir bijiya. Piştî hatibû binçavkirin ji rayêdarên Japonyayê re gotibû ku ‘dixwazim vegerim Tirkiyeyê’. Civaka Kurd a Japonyayê û hogirên wî ji bo Murat edaletê dixwazin.”











