• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Halîde Turkoglu: Dê Konferansa Jinan were lidarxistin

Enqere / AW

10 TÎRMEH 2026 - 13:47
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglu da zanîn ku beriya kongreya DEM Partiyê were lidarxistin ew ê li Enqereyê Konferansa Navendî ya Jinan li dar bixin û got ew ê bi jinan re civînên taybet pêk bînin û têkoşîna azadiya jinan xurt bikin.

Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglu beriya civîna Meclisê ya Jinan a DEM Partiyê, li navenda giştî ya partiyê daxuyanî da.

Halîde Turkoglu di axaftinan xwe de endama DTSOyê Nevîn Îl a jiyana xwe ji dest daye bi bîr anî, diyar kir ku ew ê xebatên xwe binirxînin, plansaziya civîna xwe ya pêşerojê bikin. Halîde Turkoglu bal kişand ser sempozyoma “Jeopolîtîka Kurdistanê û Rewşa Jinan” a li Silemaniyeyê hatibû pêkanîn û got: “Civînên jinan ên bi vî rengî, li Rojhilata Navîn a şer û pêvçûn lê zêde dibin pir girîng e. Divê em jin heza xwe mezin bikin û li dijî desthilatiya zilam, têkoşîna xwe ya hevpar xurt bikin.”

‘Divê ji bo pêvajoyê gav bên avetin’

Halîde Turkoglu da zanîn ku Lûtkeya NATOyê ji bo berfirehkirina şer a mêtingeran hatiye pêkanîn û wiha axivî: “Em jin li dijî biryarên şer ên vê lûtkeyê ne. Pêdiviya gelan ne bi şer lê bi aştiyê heye. Beriya lûtkeyê gelek kes hatin binçavkirin û girtin. Her wiha welatî neçar man ji xaniyên xwe derbikevin. Em li dijî van sepanan in. Em jin xwedî li banga Aştî û Civaka Demokratîk a birêz Abdullah Ocalan derdikevin. Herî zêde jin ji şer bandor dibin. Em jî piştgiriya aştiyê dikin. Divê li gor vê bangê û pêvajoyê gav bên avetin.”

Dê di salvegera şewitandina çekan de li ber meclise daxuyaniyê bidin

Di berdewama axaftina xwe de Halîde Turkoglu destnîşan kir ku zêdetirî 45 roj in bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin nayê kirin û wiha pê dê çû: “Hê jî tecrîd ranebûye û şert û mercên birêz Ocalan nehatine sererastkirin. Ew yek li pêşiya pêvajoyê xeteriyan derdixîne. Tevgera Azadiyê hemû gavên ketine li ser milê xwe avetine. Divê dewlet jî ji bo pêvajoyê gavan biaveje. Em jin nahêlin ew pêvajo were berhewakirin. Di salvegera şewitandina çekan de sibe dê li ser banga Însiyatîfa Pêdiviya Min bi Aştiyê Heye a Jinan li ber meclise daxuyanî were dayîn. Em ê jî tev li vê daxuyaniyê bibin û piştgiriyê bidin. Divê meclis guh bide daxwazên jinan û li gor wê gavên pêwîst biaveje.”

Seda Baykan 100 roj in di girava birçîbûnê de ye

Halîde Turkoglu diyar kir ku binpêkirinên mafan li girtîgehan her ku diçe zêde dibin û ev tişt anî ziman: “Li girtîgeha Sîncanê zextên li ser jinên girtî zêde dibe. Jinên girtî yên adlî ji ber zextan xwe dikûjin. Em bang li rêveberiya girtîgehê dikin ku ji mafên girtiyan re rêzdar bin. Her wiha li Girtîgeha Amedê Seda Baykan ku di bin tecride de ye û ev 100 roj in di girava birçîbûnê de ye. Daxwaza Seda Baykan ew e ku tecrîd bê rakirin û sewqa wê ji Girtîgeha Kandirayê re be kirin da ku karibe bi dayika xwe ya nexweş re hevdîtinê pêk bîne. Em bang li Wezareta Dadê dikin ku tecrîda li ser girtiyan were rakirin û daxwaza sewqê ya Seda Baykanê were bicihanîn.”

Di meha Hezîranê de 29 jin hatinê qetilkirin

Di berdewama axaftina xwe de Halîde Turkoglu da zanîn ku di meha Hezîranê de 29 jin hatinê qetilkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Mirina 14ê jinan weke mirina biguman hat qeydkirin. Sedema kuştina jinan polîtikayên desthilatê yên li dijî jinan e. Desthilat dijminatiya jinan dike. Jin ji aliyekî ve rastî tundiyê tên û ji aliyê din ve jî keda wan tê erzankirin. Ji bo parastina mafê jinan a jiyanê pêdivî bi vegera peymana Stenbolê heye.”

Dê Konferansa Navendî ya Jinan bê li darxistin

Halîde Turkoglu bi lêv kir ku ew ê beriya kongreyê bi şiara, “Bi têkoşîna azadiya jinan ber bi Civaka Demokratîk ve” dê konferansa xwe ya herêmî li dar bixin û wiha pê dê çû: “Em ê di konferansê de peyamên derketine pêş binirxînin û têkoşîna Meclisa Jinan li gor peşniyarên derketinê ji nû ve saz bikin. Em ê bi saziyên jinan re xebatên taybet pêk bînin, di 20-21ê Tebaxê de jî em ê li Enqereyê Konferansa Navendî ya Jinan li dar bixin. Bi van xebatan em ê têkoşîna azadiya jinan xurtir bikin.”

Etîket: Berdevka DEM Partiyêbinpêkirina mafan a jinanEnqereyê Konferansa Navendî ya Jinantêkoşîna azadiyê ya jinanxurtkirin
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Ayşegul Dogan: Hevserokên me dê serdana partiyên siyasî bikin

Ayşegul Dogan: Hevserokên me dê serdana partiyên siyasî bikin

24 TÎRMEH 2026
Bangawaziya xurtkirina “Konseferansa Veguherîna Komara Demokratîk” hat kirin

Bangawaziya xurtkirina “Konseferansa Veguherîna Komara Demokratîk” hat kirin

21 GULAN 2026
Ayşegul Dogan: Şandeyeke DEM Partiyê dê tevlî merasîma cenazeyê Salih Muslim bibe

Ayşegul Dogan: Şandeyeke DEM Partiyê dê tevlî merasîma cenazeyê Salih Muslim bibe

12 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne