• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

TOKÎyên Oglakliyê teslîm kirin lê gelek kêmasî hene

Sîpan Batmaz - Heval Onkol / AW

8 TÎRMEH 2026 - 11:31
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Amed – Welatiyên ku li TOKÎyên Oglakliyê dijîn ji ber pirsgirêkên heyî bi gazinc in. Welatiyan dan zanîn ku pirsgirêkên çûn û hatinê, av û binesaziyê hene û ji bo çareserkirina pirsgirêkên bang li saziyên berpirsiyar ên bajêr kirin.

Piştî erdhêjên ku di 6ê Sibata 2023yan de li navçeya Bazarcixa Mereşê û Hatayê pêk hatin û bandora xwe li 11 bajaran kir, xelk mexdûr kir. Yek ji van bajaran jî Amed bû. Li Amedê ji ber erdhêjê gelek avahî hilweşiyan 414 kesan jiyana xwe ji dest dan û 902 kes jî birîndar bûn. Pîştî salek bi ser erdhejê re derbas bû, li gelek cihan ji aliyê TOKÎyê ve dest bi çêkirina avahiyan hate kirin. Li Taxa Oglakli ya navçeya Rezanê jî zêdetirî 13 hezar avahî hatin çêkirin û tê plankirin ku ev hejmar bigihe 17 hezaran. Lê tevî ku avahî hatine çêkirin û teslîmî welatiyan hatine kirin jî gelek kêmasiyên wan hene. Li avahiyên ku hatine çêkirin pirsgirêkên binesazî, çûn û hatinê, av, binkeya tenduristiyê, paqijî û nebûna bazarê hene. Niştecihên TOKÎyê ku ji ber kêmasiyên li herêmê dijîn bi astengiyên mezin re rû bi rû dimînin ji ajansa me re axivîn û diyar kirin ku ji ber rewşa heyî ew mexdûr dibin.

‘Em bi tena serê xwe hiştin’

Yek ji niştecihên herêmê Memdûha Ayata da zanîn ku pirsgirêkên wan pir in û gazincên xwe wiha anîn ziman: “Li vir ne bazar heye, ne nexweşxane, ne jî pirsgirêka rîngê çareser dibe. Şaredarî pirsgirêkên me çareser nake. Her tişt kêm e. Gava em ketin xaniyan, gotin her tişt amade ye. Lê em li bi tena serê xwe hiştin. Em bist deqîqe-nîv saetê li benda rîngê, saetek, saet û nîv em li benda otobusên bajêr dimînin. Em dixwazin nexweşxane, binkeya tenduristiyê, dikan bên avakirin. Ji bo bazarê, dermanxane û nexweşxaneyê û ji bo her tiştî em diçin navendê.”

Bi sedan kes li otobusekê siwar dibin

Welatiyê bi navê Ahmet Ozer ku ew jî li TOKÎyên Oglakliyê dijî anî ziman ku pirsgirêkên wan pir zêde ne û wiha axivî: “Em pir rezîl bûn, em qet ne memnûn in. Pirsgirêka veguhastinê, ya rêveberiyê, nebûna avê û paqijiyê heye. Pirsgirêka herî mezin veguhastin e. Însan li vir rezîl dibin. Bila şaredarî an Wezareta Hawirdorê çareyekê bibînin. Mifte dan me, lê 5-6 meh in em di nava rezîliyê de ne. Ez bang li Erdogan dikim, bila çareyekê bibîne. Ew pere û aîdatan dixwazin, lê di ortê de tiştek tune ye. Rêveberiya TOKÎyê bila dest bi kar bike. Otobusek tê, sed kes bi ser hev siwar dibin. Ev nabe. Em dixwazin demên otobusan bikin deh-panzdeh deqîqe.”

‘Ji bo 13 beşan tenê bazarek heye’

Sedat Pamuk jî bal kişand ser pirsgirêkên hawirdorê û wiha got: “Sererastkirina hawirdorê tune ye. Pirsgirêka veguhastinê, nexweşxane û bi taybetî ya bazarê heye. Di rewşeke normal de divê di hefteyê de 3 caran bazar çêbibe lê li vir ji 13 beşan re tenê bazarek heye. Ew jî pir dûr e. Em daxwaz dikin ku sererastkirina hawîrdorê çêbibe û nexweşxane were vekirin. Pêwîst e şaredarî darên li vir av bide, lê av tune ye. Em di nava zehmetiyeke mezin de ne.”

‘Dar zûha bûn, av tune ye’

Welatiyê bi navê Îrfan Teyfûr jî anî ziman ku ji ber nebûna avê darên ku hatine çandin hemû hişk bûne û got: “Li vir pirsgirêk pir in. Ne dar tên avdan, ne paqijî heye, ne jî veguhastin. Dar hemû zûha bûn. Av tune ye, hin roj hene ku qet av nayê. Bi şev û bi roj di her otobusekê de mirov li ser pişta hev diçin. Em dixwazin otobûsên piçûk, dolmîş werin, dar werin avdan û hawirdor were sererastkirin.”

Niştecîhên TOKÎyê yên Oglakliyê bang li rayedaran, Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Wezareta Hawirdor, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê kirin ku dengê wan bibihîzin û van pirsgirêkên bingehîn di zûtirîn demê de çareser bikin.

Etîket: OglaklîTOKÎTOKÎyên Oglakliyê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Amedê xemsariya TOKÎyê: Ji her derî av tê û dîwar diherifin

Li Amedê xemsariya TOKÎyê: Ji her derî av tê û dîwar diherifin

7 TÎRMEH 2026
5 milyon kesan ji bo 500 hezar avahiyan serlêdan kirin

5 milyon kesan ji bo 500 hezar avahiyan serlêdan kirin

30 MIJDAR 2025
‘Em li taxa xwe diz û tecawizkaran naxwazin’

‘Em li taxa xwe diz û tecawizkaran naxwazin’

9 ÎLON 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne