Amed- Seroka Meclîsa DTSOyê Nevîn Îl ku li Stenbolê di nexweşxaneya lê dihat dermankirin de jiyana xwe ji dest da, piştî merasîmeke girseyî li Goristana Yenîkoyê ya Amedê hat veşartin. Di merasîmê de peyama ‘Em ê xwedî li keda wê derkevin’ derket pêş.
Seroka Meclîsa Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO) Nevîn Îl ku li nexweşxaneyeke Stenbolê ya lê dihat dermankirin duh wefat kir. Cenazeyê Nevîl Îl bi merasîmekê li Goristana Yenîkoyê ya li navçeya Rezanê ya Amedê hat veşartin. Malbata Nevîn Îl, siyasetmedarên bajêr, nûnerên saziyên sivîl ên civakî û endam û rêveberên partiyên siyasî tev li merasîmê bûn.
Li ser navê Meclîsa Jinên Karsaz a DTSOyê Sevîm Vûral axivî û behsa mîrateya ku Nevîn Îl li pey xwe hiştiye kir.
Sevîm Vûral diyar kir ku Nevîn Îl di jiyana xwe de di têkoşîna wekhevî û azadiya jinê de yek ji navên herî pêşeng bû û wiha got: “Nevîn jineke herî hilberîner, herî kedkar û herî têkoşer bû ku min nas kiriye; di têkoşîna hebûna jinan de tu carî teslîm nebû. Ji bo jin di her qada jiyanê de cih bigirin, berbiçav û bihêz bibin, bêyî ku biweste ked da.”
‘Yek ji navên herî girîng ên têkoşîna azadiya jinan bû’
Sevîm Vûral bi bîr xist ku Nevîn Îl di salên 1990î de di nav damezrîner û nivîskarên Kovara Jinên Kurd a Jiyan de cih girtiye û salên dirêj di nav tevgera jinên Kurd de xebat meşandine û anî ziman ku piştî rojnamegeriyê wekî karker dest bi kar kiriye lê paşê bi nasnameya xwe ya karsaz kargeha xwe ava kiriye û ji bo gelek jinan bûye mînak.
Di xebatên DTSOyê de gavên yekemîn avêt
Di axaftina xwe deSevîm Vûral da zanîn ku Nevîn Îl di sala 2010an de dema li Herêma Pîşesaziya Organîze ya Amedê di civînekê de mafê axaftinê nedan jinan, ew ketiye nava liv û tevgerê û di sala 2011an de Komeleya Jinên Karsaz ên Rojhilat û Başûrê Rojhilat (DOGUNKAD) wekî komeleyeke herêmî ava kiriye da ku pişgiriya navbera jinan mezin bike.
Her wiha Sevîm Vûral destnîşan kir ku piştî xebatên DOGUNKADê, li Tirkiyeyê her wekî gaveke yekem, Nevîn Îl di avakirina Meclîsa Jinan a di bin sîwana Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê de rola pêşeng lîstiye û wiha axivî: “Bêyî ku ji nasname û sekna xwe ya Kurdî tawîzan bide, roleke pêşeng girtiye ser milê xwe.”
‘Windahiyeke mezin e’
Serokê Desteya Rêveber a DTSOyê Mehmet Kaya jî anî ziman ku wefata Nevîn Îl ji bo cîhana kar a Amedê û tevgera jinan windahiyeke mezin e û wiha got: “Me nirxeke pir mezin winda kir. Bi taybetî jinan hevaleke xwe ya herî girîng a têkoşînê winda kir. Ew di dîroka 143 salan a Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê de yekemîn seroka meclîsê ya jin bû. Lê tişta ku wê girîng dikir ev yek tenê nebû; di heyama wezîfeya xwe de îmze avêt bin gelek karên ewil.”
Serra Bucak: Jineke welatparêz a şoreşger bû
Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bûcak jî Nevîn Îl wekî ‘jineke şoreşger, welatparêz û jineke ku tu carî dest ji têkoşîna xwe bernedaye’ pênase kir û ev tişt vegot: “Heta enerjiya xwe ya dawî di civîn û organîzasyonan de cih girt. Tu carî nexwest derkeve pêş; her tim bû yê ku piştgirî û hêz dide. Îro li vir xwedîderketina jinan û civakê ya li wê, nîşaneya herî girîng a şopên mezin e ku li pey xwe hiştiye.”
‘Em ê xwedî li keda wê derkevin’
Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Adalet Kaya jî di merasîmê de axivî û xemgîniya xwe wiha anî ziman: “Em hevaleke xwe ya jin a şoreşger, welatparêz û femînîst oxir dikin, em pir xemgîn in. Nevîn xwişk hevala me hemûyan bû, di demên herî zehmet de yekem kes bû ku dihate bîra me em lê bigerin. Wê temenê xwe di ber Yekitiya Neteweyî ya Kurd, têkoşîna hebûna Kurdan û têkoşîna azadiya jinan de derbas kir. Ew naveke wisa bû ku di dilê her kesî de cih girtibû. Em ê xwedî li têkoşîn û keda wê derkevin. Serê malbata wê, serê me hemûyan û serê jinên Kurd sax be.”
Jinan darbesta wê hildan
Piştî merasîmê, darbesta Nevîn Îl ji aliyê jinan ve li ser milan hat hilgirtin û hat veşartin. Sersaxiyên ji bo Nevîn Îl dê li Mala Sersaxiyê ya Weqfa Orfîoglu ya li ser Rêya 50 Metreyî ya li navçeya Peyasê (Kayapınar) werin qebûlkirin.













