• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
15 ÎLON 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî serdana birîndarên şewata zindana Kobanê kir

    Mazlûm Ebdî sersaxî da malbatên şehîdên Kobanê

    Li Manisayê piştgirî ji bo Rojavayê Kurdistanê: Li dijî provokasyonan yekîtî

    Li Manisayê piştgirî ji bo Rojavayê Kurdistanê: Li dijî provokasyonan yekîtî

    Ji bo zimanê Kurdî bang kirin: Divê mafê zimanê dayikê bê misogerkirin

    Ji bo zimanê Kurdî bang kirin: Divê mafê zimanê dayikê bê misogerkirin

    ‘Li dibistanan çima dersên Kurdî nayên dayîn’

    ‘Li dibistanan çima dersên Kurdî nayên dayîn’

    Bi hezaran şehîdên zindana Kobanê oxir kirin

    Bi hezaran şehîdên zindana Kobanê oxir kirin

    ‘Çareserî bi nasîna mafên gelê Kurd pêkan e’

    ‘Çareserî bi nasîna mafên gelê Kurd pêkan e’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Biryarên Komxebata Sînemaya Kurdî hat eşkerekirin

Navenda Nûçeyan

7 TÎRMEH 2026 - 13:30
Kategorî: ÇAND Û HUNER
A A
Di encamnameya Komxebata Sînameya Kurdî de hat diyarkirin ku Înîsiyatîfa Sînemagerên Kurd hatî damezirandin û ev tişt hat destnîşankirin: “Ji bo domdarî û xurtkirina kar û xebatên sînemayê rêxistineka xurt a ku wekhevîya zayendî, ji hêla bi rêvebirin û biryardayînê demokratîkbûnê diparêze pêwîst e.” Her wiha di encamnameyê de hat gotin ku Înîsiyatîfa Sînemagerên Kurd hatiye damezirandin

Encamnameya Komxebata Sînemaya Kurdî ya ku di 4 û 5ê Tîrmehê de li Amedê hatibû lidarxistin, hat aşkerakirin. Di daxuyaniya encamnameyê de hat diyarkirin ku Înîsiyatîfa Sînemagerên Kurd hatiye damezrandin.

Encamnameya Komxebata Sînemaya Kurdî wiha ye:

“Komxebata Sînemaya Kurdî bi mebesta dahûrîna rewşa sînemaya Kurdî di 4 û 5ê Tîrmeha 2026an de hat lidarxistin. Şert û mercên sînemaya Kurdî ji gelek aliyan ve hate nirxandin. Pirsgrêkên heyî bi berfirehî hatin niqaşkirin. Komxebat du rojan, bi niqaşên pirsgrêkên hevpar û bi pêşnîyarên çareseriya pirsgirêkan berdewam kir.

Bi rêya nîqaşên ku di komxebatê de hatin kirin, hat destnîşankirin ku sînemaya Kurdî bi tenê wek bi çêkirina filman sînordar nîn e. Sînemaya Kurdî, qadeka pir alî ye ku divê li gel ziman, bîr, estetîk, sazîbûn, perwerdehî, piştgirî dîtin, hilberîn, belavkarî, wekheviya zayenda civakî û rêgezên etîk bê nirxandin. Bi niqaşên beşdaran derket holê ku sînemaya Kurd xwedî potansîyeleke xurt a afirîneriyê ye. Lêbelê, nebûna rêxistina hevpar, qûtbûna têkiliya nav sînemageran, têrnebûna mekanîzmayên hilberîna domdar, derfetên perwerdehiyê yên sînordar, pirsgirêkên fînansmanê, torên belavkirinê yên lawaz û nebûna arşîveke hevpar û binesaziya ragihandinê wekî sedemên sereke yên ku pêşketina vê potansiyelê asteng dikin hatin destnîşankirin. Xebatên pir girîng ên wek çêkirina filman, festîval, akademî, hilberînên kolektîf û takekesî pêk hatine. Lê tu carî bi awayekî domdar, mekanîzmayên bi rêk û pêk ên hilberînê, piştevaniyê bi pêş neketine. Ji ber vê yekê, niqaşên komxebatê wek pirsgrêka sereke nebûna hevgirtin û sazîbûnê hate diyarkirin û wek pêdiviya herî lezgîn bi hev girtin, xwe bi rêxistinakirina sînemagerên kurd hate destnîşankirin. Bi şêweyeka kolektîf, demokratîk xwe bi rêxistinkirin wek xaleka sereke a komxebatê hate diyarkirin.

Mijarên sereke yên ku di komxebatê de hatin destnîşankirin ev in:

*Pênase, ziman, çarçove û rewşa estetîk a sînemaya Kurdî

*Pêdiviya bi sazîbûn û pêkhateya kolektîf

*Pêvajoyên hilberîn, fînansekirin û fîlmçêkirinê

*Derfetên perwerdehî û pêşketina pîşeyî

*Belavkirin, nîşandan û tevlîbûna temaşevanan

*Komîsyonên arşîvkirin û avakirina bîra sînemaya Kurdî

*Teknolojiyên dîjîtal û amûrên nû yên hilberînê

*Wekheviya zayendî û rêgezên etîkî

Piştî nîqaşan, lihevkirinek çêbû ku pêşeroja sînemaya Kurdî bi hewldanên takekesî heta derekê diçe lê ji bo domdarî û xurtkirina kar û xebatên sînemayê rêxistineka xurt a ku wekheviya zayendî, ji hêla bi rêvebirin û biryardayînê demokratîkbûnê diparêze pêwîst e. Li gorî vê yekê, biryara ku komîsyonên ji bo bi rêvebirina karên wek perwerdehî, dîtina fonan, belavkirin, arşîvkirin, mafê telîfê, polîtîkayên etîkî û teknolojiyên nû de werin avakirin hat dayîn.

Înîsiyatîfa Sînemagerên Kurd hat damezirandin

Wekî encama herî girîng a komxebatê, Înîsiyatîfa Sînemagerên Kurd hate damezrandin da ku li vê qadê koordînasyonê saz bike, xebatên xwe bi rêxistina komîsyonan bimeşîne.

Lijneya bi rêvebirina înîsiyatîfê bi dengdana hevpar a beşdaran hate diyarkirin. Ev lijneya hate diyarkirin wê dest bi xebatên şêweya sazûmaniya sînemaya kurdî bike.

Armancên sereke yên Înîsiyatîfa Sînemagerên Kurd ev in: xurtkirina bîra kolektîf a sînemaya Kurdî; piştgirîkirina pêvajoyên hilberînê; pêşxistina hevkariyên neteweyî û navneteweyî; birêxistina karên perwedehîyê; pêşxistina projeyan; di hilberînê de bicihkirina hişmendiya wekheviya zayendî, xwezaparêz û bi hev re avakirina pêşeroja sazûmanî ya sînemaya Kurdî.

Ev encamname, bi nirxandin û biryardayîna hevpar a beşdarên komxebatê derketiye holê û bi raya giştî re tê parvekirin.”

Etîket: Înîsiyatîfa Sînemagerên KurdKomxebata Sînemaya KurdîSînemaya Kurdî
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Komxebata Sînemaya Kurdî: Çareserî hevgirtin û hişê kolektîf e

Komxebata Sînemaya Kurdî: Çareserî hevgirtin û hişê kolektîf e

4 TÎRMEH 2026
Li Rojava kedkarên sînemayê ji bo serdemek nû civiyan

Li Rojava kedkarên sînemayê ji bo serdemek nû civiyan

28 NÎSAN 2026
Hosteyê sînemaya şoreşgerî hat dinê: Em ê bi ser bikevin, em ê teqez bi ser bikevin

Hosteyê sînemaya şoreşgerî hat dinê: Em ê bi ser bikevin, em ê teqez bi ser bikevin

1 NÎSAN 2026
Derhêner Mano Xelîl: Xewna sînemaya Kurdî êdî bûye rastî

Derhêner Mano Xelîl: Xewna sînemaya Kurdî êdî bûye rastî

12 KANÛN 2025
Derhênera Kurd Şîlan Sadî xelata belgefîlma herî baş wergirt

Derhênera Kurd Şîlan Sadî xelata belgefîlma herî baş wergirt

22 COTMEH 2025
Lîsa Çalan: Em li benda serlêdanên Fona Sînebîrê ne

Lîsa Çalan: Em li benda serlêdanên Fona Sînebîrê ne

1 TÎRMEH 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Du bira, du şehîd: Agir Adar

    Du bira, du şehîd: Agir Adar

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şehîdên tevgera azadiyê bi girseyî têne bibîranîn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Bila daxwazên şehîdan neyên jibîrkirin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Wanê şehîdên azadiyê tên bibîranîn: Ew rûmeta me ne

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li sê bajaran bîranînan dest pê kir: Em bi saya wan gihîştin van rojan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Kobanê çalakiya gel: 9 mirî, 17 birîndar hene

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Onen: Divê her kes xwe tev li xebatên avakirina civaka demokratîk bike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Bîranîna şehîdan a li Îzmîrê bi dawî bû: Em ê doza aştî û azadiyê bidomînin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Zana Farqînî: Hedefgirtina tabelayên bi Kurdî ne helwesteke mirovî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Duran Kalkan: Komînalîte cewhera azadiya mirovahiyê ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne