Amed – Li navçeya Rezan a Amedê, li qada 6emîn a xaniyên TOKÎyê yên li taxa Oglakliyê ji ber xebatên bêqalîte, pirsgirêkên binesaziyê û xemsariya rêveberiyê, welatî bêzar bûne. Yek ji van mexdûran jî Hîlmî Atli ye. Atli tevî ku 8 meh û nîv berê mifta xaniyê xwe wergirtiye jî, ji ber kêmasiyên ku naqedin û ji ber mal şil dibe, nikare li mala xwe bicih bibe. Hîlmî Atli yê ku di nav deyn û bêderfetiyê de hewl dide mala xwe çêbike, bertek nîşan da û got: “Ne xanî lê kevir teslîmî me kirin e.”
Piştî erdhêjên 6ê Sibata 2023yan ên li navçeya Bazarcixa Mereşê pêk hatin û bandora xwe li gelek bajaran kir, xelkê jî şerpeze û mexdûr kir. Ji van bajaran yek jê jî Amed bû. Li Amedê ji ber erdhêjê gelek avahî hatin xwarê û 902 kesan jî jiyana xwe ji dest dabû. Pîştî salek bi ser erdhejê re derbas bû, li gelek cihan ji aliyê dewletê ve dest bi çêkirina avahiyan hate kirin. TOKÎ van avahiyan çêdike. Avahiyên ku hatin çêkirin gelek dereng li xelkê hatin belav kirin û gelek kêmasî di avahiyan de jî derketin. Welatî hatin mexdûrkirin. Yek ji van welatiyên mexdûr jî Hîlmî Atli ye.
Hilmî Atli li Qada 6emîn a xaniyên TOKÎyê ya taxa Oglakli ya li navçeya Rezanê ya Amedê dijî, qala pirsgirêka mala ku dane wî kir.
‘Ji her derî av tê, dîwar diherife‘
Hîlmî Atli mexdûriyeta xwe bi vîdeoyê û wêneyên ku ji hundirê daîreyê kişandine nîşan da û giliyê bêşermiya berpirsiyaran kir. Hîlmî Atli diyar kir ku ji her derê malê av diherike, şil dibe û wiha got:”Tam 8 meh û nîv e ev mifte li cem min e. Ez dixwazim herim mala xwe lê nikarim herim. Ji ber ku binê petekan, dîwar, banê xanî, ji her derî av tê. Min çend caran berê xwe da rêveberiyê, lê rêveberî ji kar direve û xemsar tevdigere. Ji me re dibêjin, ‘Rêveberî pere nade me, em jî nikarin bên bixebitin’.”
Bang li rayedaran kir
Hîlmî Atli anî ziman ku karkeriya li hundirê malê pir xirab e û piştî ku xanî teslîm wergirtiye di demeke kurt de diwar teqiyane û ev yek anî ziman: “Bi derfetên xwe, bi deyn min boyaxcî girt. Min dîwar bi zorê çêkirin lê hefteyek derbas nebû dîwar dîsa teqiyan û parçe bûn. Deriyên malê nayê girtin, ji binê dezgehê mitbexê, ji boriyan her dem av tê. Boriya cîranê teniştê teqiyabû, sê rojan av dihat hundirê mala me. Xwediyê malê ev der daye muteahîdekî. Ez ji vir bang li birêz Murat Kurum û birêz Serokkomar dikim; we digot qey xaniyên TOKÎyê pir saxlem in? We mifte da destê milet û hûn reviyan, em li vir mexdûr in.”
‘Ez ê çadirê deynim’
Hîlmî Atli bal kişand ser şert û mercên giran ê debarê û got ku êdî tehamula wî nemaye, xwest ku xaniyê wî bi awayek zû ji bo rûniştinê amade bibe. Hîlmî Atli axaftina xwe bi wiha domand: “Ez rojê 12 saetan dixebitim. Ji bo ku ez hewceyî kesî nebim, şev û roj kedê didim. Niha xwediyê xaniyê ku ez tê de rûdinêm dibêje ‘Ji mala min derkeve’. Tenê 8 rojên min man e. Ez ji we dipirsim, ez ê di van 8 rojan de çi bikim? Xanî amade nebûye, ez nikarim bar bikim vir, gelo ez li derve bimînim? Ez ê bi zarokên xwe re li ber TOKÎyê çadirê deynim û têde bicih bibim. Ez mexdûr im û edaletê dixwazim.”
‘Binesazî nîn e, nexweşxane nîn e, dibistan nîn e’
Hîlmî Atli bal kişand ser ku pirsgirêkên li taxa Oglakliyê ku TOKÎyê xanî lê çêkirin e û wiha got: “Tenê pirsgirêk ne li hundirê xaniyan e, herêm bi temamî herêmeke bêpar hatiye hiştin û rayedaran ev der bi serê xwe ve berdan e. Li vir ne tenê hundirê xaniyan, derve jî xirab e. Ne nexweşxane heye, ne bazar heye, ne jî çûnehata nav bajêr rasterast heye. Otobûs li gorî kêfa xwe dixebitin, dayikên me, kal û pîrên me bi saetan di bin tavê de li rawestgehan disekinin. Ne dibistan heye ne jî kreş. Daxwaza me ji rayedaran ew e ku destê xwe biavêjin vî karî. Kesên ku psîkolojiya min û aramiya malbata min xirab kirine, bila di warê hiqûqî de hesab bidin. Heta ku ez heqê xwe yê qanûnî negirim jî ez dest ji vê dozê bernadim.”




















