• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

YRAyê kampanyaya ‘Em xwedî li Ronahî TV derkevin’ da destpêkirin

Navenda Nûçeyan

5 TÎRMEH 2026 - 16:13
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA) bi daxuyaniyekê dest bi kampanyaya ‘Em Xwedî li Ronahî TV Derkevin’ kir.

Di 12yê Adarê de agir bi avahiya kanala Ronahî TV ketibû û studyoya sereke ya televizyonê, odeya kontrolê (rejî) û hemû alavên teknîkî yên bingehîn şewitîbûn. Di encama vê şewatê de weşana zindî ya kanalê heta çend saetan hatibû rawestandin.

Ji bo piştgirîdayîna televîzyona Ronahî TV û peydakirina tiştên teknîkî Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA) bi dirûşma ‘Em xwedî li Ronahî TV derkevin’ kampanyek da destpêkirin. Derheqê kampanyayê de YRAyê daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di encama şewata 12yê adarê li avahiya kanala Ronahî TV a Qamişloyê ket de gelek ziyanek mezin gihiştiye saziya ragihanê ya Ronahî TV ku ji destpêka şoreşê ve bûye dengê şoreşa gelan û ev tişt hat gotin: “Ronahî TV ji destpêka weşana xwe ve di 12yê Mijdara 2011an de, ji bo belgekirin û veguhestina bûyeran û her wiha ji bo firehkirina çarçoveya ragihandina herêmî, bi zimanên Kurdî, Erebî, Îngilîzî û Suryanî kar kiriye. Kanalê toreke fireh a peyamnêran ava kiriye û li gelek herêman ofîs û şax vekiriye. Ev yek bûye sedema ku bandoreke erênî ya mezin li ser qada ragihandinê çêbibe û dengê civakên herêmê bigihîje raya giştî.

Ji ber berpirsiyariya me li hemberî sazî û dezgehên ragihandinê û baweriya me bi girîngiya berdewamkirina peyama wan, em Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA) Kampanyaya ‘Em Xwedî li Ronahî TV Derkevin’ didin destpêkirin. Armanca vê kampanyayê dabînkirina alavên teknîkî yên ku di şewatê de wêran bûne ye; di nav wan de kamerayên televîzyonê, alavên montajê, pergalên kontrolkirina deng û dîmenan, komputer û hemû pêdiviyên teknîkî yên ji bo ji nû ve avakirin û xebitandina studyoyan hene. Ev kampanya armanc dike ku şert û mercên pêwîst ji bo destpêkirina dîsa ya weşana zindî û berdewamkirina karûbarê kanalê peyda bike.

Ev însiyatîfa ‘Em Xwedî li Ronahî TV Derkevin’ nîşana baweriya me ye ku parastina ragihandina azad û misogerkirina berdewamiya xebata wê berpirsiyariyek kolektîf e. Hevgirtina bi saziyên ragihandinê yên ku dibin hedefa êrîşan an rastî karasatan tên, di heman demê de parastina mafê civakê yê xwegihandina agahiyan û piştgiriya berdewamiya xebata çapemeniya profesyonel e.

Li ser vê bingehê, em bang li sazî û dezgehên ragihandinê, rêxistinên civaka sivîl, aliyên piştgir, xwediyên însiyatîfan û hemû kesên ku baweriya wan bi ragihandina azad heye dikin ku li gorî derfeta xwe beşdarî vê kampanyaya piştgiriyê bibin. Armanc ew e ku piştgirî ji bo ji nû ve avakirina binesaziya teknîkî ya Ronahî TV were peyda kirin, da ku kanal di zûtirîn dem de karibe weşana xwe ji nû ve dest pê bike û misyona xwe ya çapemeniyê berdewam bike.

Mekanîzmeyên wergirtina bexşînan, rêbazên beşdarbûna vê kampanyayê û mekanîzma zelal a birêvebirin û xerckirina çavkaniyên ku ji bo ji nû ve avakirina kanalê dê werin komkirin, em ê bi awayekî berfireh eşkere bikin. Armanc ew e ku hemû çavkaniyên hatine komkirin bi şêwazek zelal, berpirsiyar û ji bo vegerandina amadebûna teknîkî ya Ronahî TV bêne bikaranîn.”

Etîket: Ronahî TVYekitiya Ragihandina AzadYRA
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

YRA û Navenda Metro peymana hevkariyê îmze kirin

YRA û Navenda Metro peymana hevkariyê îmze kirin

25 NÎSAN 2026
Çapemeniya azad stûnek xwe winda kir: Osman Kiliç wek akademiya ragihandinê bû

Çapemeniya azad stûnek xwe winda kir: Osman Kiliç wek akademiya ragihandinê bû

14 ADAR 2026
Avahiya Ronahî TVyê şewitî

Avahiya Ronahî TVyê şewitî

12 ADAR 2026

Kongreya 7emîn a YRAyê bi dawî bû

15 HEZÎRAN 2025
Piştî şoreşê zêdeyî 100 saziyên ragihandinê vebûn

Piştî şoreşê zêdeyî 100 saziyên ragihandinê vebûn

21 NÎSAN 2025
Weşanên çar qenalên Kurdî asayî bû

Weşanên çar qenalên Kurdî asayî bû

13 ÇILE 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne