Konferansa Hiqûqnasên Kurd a Demokratîk ku bi dirûşma ‘Ji bo Azadî, Statu û Aştiyê Hiqûqa Demokratîk’ li Eywana Konferansê ya Çand Amedê hatibû destpêkirin, di roja xwe ya duyemîn de didome. Konferans dê îro bi eşkerekirina encamnameyê bidawî bibe.
Konferansa Hiqûqnasên Kurd a Demokratîk ku duh bi dirûşma ‘Ji bo Azadî, Statu û Aştiyê Hiqûqa Demokratîk’ li Eywana Konferansê ya Çand Amedê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dest pê kiribû, îro di roja xwe ya duyemîn de berdewam dike.
Konferansa ku bi beşdariya gelek delege, serokên baroyan, akademîsyen û nûnerên saziyên hiqûqê yên ji Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê pêk tê, dê îro li ser mijarên ‘Aştî û Yekîtiya Netewî’, ‘Hiqûqa Jinan û Civaka Demokratîk’, ‘Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk û Jîngehparêz’ û ‘Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk’ niqaş werin meşandin.
Konferansa Hiqûqnasên Kurd a Demokratîk piştî nîqaş û nirxandinên berfireh ku dê heta êvarê bidome, bi eşkerekirina deklarasyona encamnameyê bidawî bibe.










