• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
04 TÎRMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Pirsa faîlên Vedat Aydin û Haci Mihci kirin: Kujer eşkere ye lê nayên darizandin

    Pirsa faîlên Vedat Aydin û Haci Mihci kirin: Kujer eşkere ye lê nayên darizandin

    Konferansa Hiqûqnasên Kurd a Demokratîk dest pê kir: Hewcedariya me bi yekîtiyê heye

    Konferansa Hiqûqnasên Kurd a Demokratîk dest pê kir: Hewcedariya me bi yekîtiyê heye

    KURDÎWARê kongreya xwe ya yekemîn pêk anî

    KURDÎWARê kongreya xwe ya yekemîn pêk anî

    Dayikên Şemiyê aqûbeta Hasan Gulunay pirsîn

    Dayikên Şemiyê aqûbeta Hasan Gulunay pirsîn

    Der barê hevdîtina Talebanî û Fîdan de daxuyanî

    Der barê hevdîtina Talebanî û Fîdan de daxuyanî

    ‘Bila aştî pêk were, weke ku kurê min 27 salan di hepsê de nemabe’

    ‘Bila aştî pêk were, weke ku kurê min 27 salan di hepsê de nemabe’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Pirsa faîlên Vedat Aydin û Haci Mihci kirin: Kujer eşkere ye lê nayên darizandin

    Pirsa faîlên Vedat Aydin û Haci Mihci kirin: Kujer eşkere ye lê nayên darizandin

    Konferansa Hiqûqnasên Kurd a Demokratîk dest pê kir: Hewcedariya me bi yekîtiyê heye

    Konferansa Hiqûqnasên Kurd a Demokratîk dest pê kir: Hewcedariya me bi yekîtiyê heye

    KURDÎWARê kongreya xwe ya yekemîn pêk anî

    KURDÎWARê kongreya xwe ya yekemîn pêk anî

    Dayikên Şemiyê aqûbeta Hasan Gulunay pirsîn

    Dayikên Şemiyê aqûbeta Hasan Gulunay pirsîn

    Der barê hevdîtina Talebanî û Fîdan de daxuyanî

    Der barê hevdîtina Talebanî û Fîdan de daxuyanî

    ‘Bila aştî pêk were, weke ku kurê min 27 salan di hepsê de nemabe’

    ‘Bila aştî pêk were, weke ku kurê min 27 salan di hepsê de nemabe’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Peyama Abdullah Ocalan a ji bo Komînalê

Navenda Nûçeyan

4 TÎRMEH 2026 - 12:08
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di peyama ji rojnameya Komînalê re şand de wiha got: “Hûn di nava hewldana avakirina çarçoveyeke xurt a teorîk de ne. Lê belê, pêwîstiya dema nû ne tenê nîqaşên teorîk e, di heman demê de pêwîstî bi xeteke weşanê heye ku di nava jiyanê de bersivê dibîne, civakê bi rêxistin dike.”

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji xebatkarên Rojnameya Komînalê re peyamek şand. Peyama ku Abdullah Ocalan ji bo xebatkarên rojnameya Komînal şandî û di hejmara Tîrmehê de hatî weşandin, bi vî rengî ye:

“Di nava hêvî û kelecanê de min rojnameya we ya nû dît. Xuya ye we navê wê kiriye Komînal. Ya rast Komunar jî dikarîbû bibûya. Lê belê min ev nav jî eciband. Rewşeke bi wate û dîrokî ye ku di dema nû de rola Serxwebûnê hildaye ser milê xwe. Beriya her tiştî serketinê ji we re dixwazim.

Xuya ye hûn di nava hewldana avakirina çarçoveyeke xurt a teorîk de ne. Lê belê pêwîstiya dema nû ne tenê nîqaşên teorîk e, di heman demê de pêwîstî bi xeteke weşanê heye ku di nava jiyanê de bersivê dibîne, civakê bi rêxistin dike, rê û rêbazên pratîkî diafirîne. Ji ber vê yekê di wê baweriyê de me ku divê hûn giraniyê bi taybetî bidin ser sernavên rêxistiniya pratîkî. Ji ber serdema nû wê êdî ji bo me bibe serdema pêngava komunalîteyê.

Weke ku tê zanîn, hebûna Kurdan rastiyeke gelekî qedîm e. Dibe ku xala destpêkê ya destpêkirina mirovê modern e. Ji ber yek ji diyarkerên dîroka qedîm e, karîbûye taybetmendiyên xwe bigihîne heta vê serdemê. Bi vî rengî weke gelekî bêemsal hebûna xwe parastiye. Lê belê ev taybetmendî di heman demê de bûn sedem ku bibin navenda zext, zilm û êrîşan. Erdnîgariya Kurdistanê veguherî zemîneke ji înkar, îmha û qirkirina bi rêk û pêk. Dîroka antropolojî û ontolojî ya Kurdan, her wiha pêşketinên wan ên çandî ji ber vê yekê li xiyanetê rast hat. Ji ber vê nakokiyê Kurdîtî ji Kurdbûnê dûr ket û weke kadavrayekî birîndar bû.

Bêguman qirkirin ne tenê li gelê Kurd hate kirin. Lê belê ne weke gelên ku bi qirkirinê tune bûn ji holê rabû, ne jî bi rengekî hemdem karîbû hebûna xwe bi dewleteke li ser bingeha neteweyê şênber bike; berevajî vê yekê li hemberî êrîşên hilweşîner ên her serdemê form û şêweyê xwe yê berxwedanê li gorî xwe û kevneşopiyên xwe yên qedîm ava kir. Lewma bêemsal e. Mixabin gelekî bi qasî mirovahiyê xwedî dîrokeke kevn e û dilsozê nirxên xwe yên qedîm e, di bin zexta netewe-dewletan de ku nûnerê kujerê kastîk ê sedsala bîstî ye, bi tunebûnê re rû bi rû hate hiştin.

Weke hêviya gelekî me dest pê kir

Di rewşeke welê ya hişk a înkarê de, ji bo gelekî ku ji xwebûnê hatibû dûrxistin, ne tenê beden her wiha xeyalên xwe jî di gorê de hatibûn veşartin û bi pirsgirêka hebûnê re rû bi rû bû, em weke hêviyê rabûn. Di payîza 1978an de gava hejmara destpêkê ya Serxwebûnê hate weşandin me gotibû, ‘Em ji vê rewşa ku Kurd lê hatine bicihkirin fedî dikin û ev yek ji bo serxistina wezîfeyên xwe wê bibe çavkaniya rasteqîn a hêzê’. Li ser vê bingehê bi dirûşmeke ji du gotinan ku bi bêdengî belav bû me hewl da dîrokê biafirînin, rastiyê ava bikin. Di atmosfera înkar, îmha û asîmîlasyonê de me pratîka reva ji hebûna xwe ya Kurdan bi têkoşîna mezin a ji 52 salan berevajî kir û pêvajoyeke nû ya dîrokî da destpêkirin. Me derbên giran li koletiya bi dilxwazî, li înkara bi dilxwazî xist.

Di encamê de PKKê wezîfeya xwe ya dîrokî bi cih anî û rastiya ku em jê re ‘Hebûna Kurdan’ dibêjin hem ispat kir hem jî kir ku ev rastî bê qebûlkirin. Rastiya ku em jê re hebûna neteweyî yan jî hebûna Kurdan dibêjin bi vî rengî derkete ser rûyê erdê. Di asta heyî de Kurd veguherîne rastiyeke dîrokî ku êdî nikare bê înkarkirin. Qonaxa hebûnê temam kiriye û derbasî nava dema pêkanîna azadiyê bûye. Ev yek serketina PKKê ya di asta serfiraziyê de ye. Destketiya antropolojîk e, destketiya ontolojîk e.

Serxwebûn karîbû bibe nav, ziman û ruhê demekê

PKKê herî zêde di mejiyê mirovan de ronahî û hişyarbûn afirand, rastiyeke welê bi xwe re anî ku li şûna ji hebûna xwe şerm bike, pê serbilind dibe, hewl dide bibe ya xwe û xwedî li nirxên xwe derdikeve. Ev serketina PKKê ji ber afirandina vê rastiyê bû. Serxwebûn yek ji wan bû ku ev hişyarbûna Kurdan pêk anî, ji gava destpêkê ya PKKê û pê ve bû dengê wê, qîrîna raperîn û azadiyê ya li çiyê, zindanan û kolanan mezin dibû gihand ciwan, extiyar, jin, zarok; hemû beşên civakê û bi vî rengî bû yek ji hevrêyên herî mezin ê vê meşa bi zehmet. Rêwîtiya ku di sala 1978an de bi daktîloyeke ku dihate veşartin dest pê kir, hemû zor û zehmetiyên têkoşînê li pey xwe hişt û bû kevirekî esasî û girîng ê pêşketina aqlê Kurd ku em îro dikarin bi hêsanî qalê bikin. Lewma Serxwebûnê di dema xwe de pêngava partiyê ji xwe re kir esas û di vê mijarê de roleke dîrokî lîst. Weşaneke girîng kir ku têgihiştin, xeta rêxistinbûn û têkoşînê ya demekê diyar kir. Hemû wateyên di şexsê PKKê de şênber bûn di nava xwe de şênber kir. Ji ber vê yekê Serxwebûn ne tenê weşanek bû, ew nav, ziman û ruhê serdemekê bû.

Êdî rastiya gelê Kurd a ku her kes qebûl dike hatiye bidestxistin; lê belê ispatkirina hebûnê nayê wateya pêkhatina bi temamî ya jiyana azad. Belê, Kurd heye lê belê ev Kurd wê çawa bijî, nîşaneya hebûna wê di nava jiyanê wê çawa be, wê çawa xwe birêxistin û ava bike? Ev pirsgirêk û kêmasî hîn jî dewam dikin. Yanî bi PKKê re bûye xwedî hebûnê, lê belê azadî hîn jî li benda pêkhatinê ye. Paradîgmaya li ser esasê dewleta sosyalîst ku PKKê hîmê xwe li ser wê danî bû, têrê nake ku bersivê bide van pirsgirêkan. Ev bingeha ku PKKê xwe dispart wê, yanî sosyalîzma netewe-dewletparêziyê bi hilweşînê re nîşan da ku rêgezeke sosyalîst a rast nîne. PKK a ku bi vê naverokê bi rê ket, bi berxwedana xwe ya mezin pirsgirêk raxist pêş çavan, pênase kir û çareyên rizgariyê danî holê. Lê belê bi paradîgmaya ku xwe dispêre reel-sosyalîzmê nekarî ji vê wêdetir biçe û pêwîstî bi guhertinê dît. Rola xwe ya di nava dîrokê de bi cih anî, temenê xwe tijî kir û ji bo destketiyên civakî yên li pêşiya me, şûna xwe ji rêbaza rêxistiniya komînal re hişt ku xwe dispêre paradîgmaya civaka demokratîk. Hem ji bo rastiya reel-sosyalîzmê ji holê bê rakirin, hem jî înkarkarî û qirkeriya li Kurdistanê bê tunekirin, ev yek pêwîstî ye.

Me ev rewş dît, paradîgmaya dewlet û desthilatdarîparêz guherand, bi afirandina paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadîparêziya jinê re di nava PKKê de me pêşî li guherîna bingehîn vekir û bi ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ a 27ê Sibata 2025an re me guncaw dît ku partiya xwedî bernameya reel-sosyalîst û stratejiya şerê rizgariya neteweyî ya li ser wê esasê bi dawî bikin. Kongreya 12yemîn a PKKê jî ku 5-7ê Gulanê civiya, dawî li avaniya xwe ya rêxistinî anî û dema PKKê girt. Derbasbûna li qonaxeke nû ya dîrokê tê wateya destpêkeke nipînû. Li gel bername û teoriya reel-sosyalîst a netewe-dewletparêz û stratejiya şerê rizgariya neteweyî wê ji holê bê rakirin; li şûna wan jî wê teoriya modernîteya demokratîk, bernameya civaka demokatîk û stratejiya siyaseta demokratîk bi pêş bikeve.

Komînal ji bo bibe çavkaniyeke ku rê ronî dike, dest bi weşana xwe kir

Karakterê stratejîk, bernameyî û teorîk ên serdema nû bi vî rengî ye. Paradîgmaya guherî û PKK a fesixkirî bidawîbûn nîn e, nîşaneya destpêkeke nû ye. Ji ber vê pêwîstiya me bi dengekî nû heye ku destpêka nû pênase bike û bigihîne civakê. Lewma pêwîstî pê heye Serxwebûn a dengê PKKê di dîrokê de cihê xwe yê bi rûmet bigire û dengê destpêkeke bi vî rengî ya nû bê afirandin. ‘Komînal’ di encama vê pêwîstiyê de derket holê û ji bo bibe çavkaniyeke ku di wezîfeyên avakirina civakî de rê ronî dike, dest bi weşanê kir. Bêguman ev rewş gelekî bi wate ye û pêşketineke dîrokî ye.

Komînalî ku ji koka ‘kom’, ‘kombûnê’ tê, taybetmendiyeke esasî ya civakî ye. Ji ber ku civakîbûn û mirovbûn di zikhev de ava bûn, bi esasî rêgeza esasî ya mirovbûnê komînalbûn e, yanî xwe dispêre rêxistinkirina jiyaneke bi civaka jê ye. Mirovek bi tenê nîne, mirovê ku ji aliyê fîzîkî bi tenê jî be, bi xwedîderketina li bîranîn û wateya civakîbûnê dikare rûmeta mirovbûnê biparêze. Lê belê paradîgmayên rizgariyê yên xwe dispêrin çîn û dewletê, bûn sedem ku noqteyên bingehîn ên divê bi esasî bêne nirxandin bi têrkerî neyên dîtin. Gelek ramanger, zanyar û felsefevan ên ku hewl dan vê tengaviya ji ber sîstemê afirîne çareser bikin, ya di demên dawî yên temenê xwe de ev rastî fêhm kirin, yan jî bi gotinên şermok ev yek anîn ziman. Lê belê di nava her şert û mercî de pratîkên hatin kirin raxistin pêş çavan ku rev ji heqîqetê nabe û civakîbûn bi esasî rêxistinbûna li ser bingehên rast e.

Tê gotin ku yek ji fîlozofên mezin Bacon dema nexweş bû û di nava nivînan de bû gotiye ‘Eger ez vê nexweşiyê ji ser xwe biavêjim, ez ê ji niha û pê ve berê xwe bidim komunalîteyê’. Ev gotin eşkere dike bê ezeztî û jiyana parçebûyî mirovan çawa dixe nava tengaviyê, di piştevanî û civakîbûnê de wate tê bidestxistin. Bi heman rengî tê zanîn ku Lenîn jî di demên dawî yên jiyana xwe de kete nava lêgerînên berfireh ên ji bo jiholêrakirina dewletperestiyê, li ser şêweyên tevlîkar û hîn demokratîk a rêxistinbûyîna civakî fikirî ye. Ev hemû ji wan mînakan e ku mirovî hewl didin jinûve berê xwe bidin civakîbûnê, jiyana hevpar û nirxên komunal.

Israra li ser komûnalîteya demokratîk ji her demê bêhtir israra li ser mirovbûnê ye

Wezîfeya ku îro li pêşiya me ye, ev e: Hûnandina civaka demokrtîk, jinûve avakirina jiyana civakî li ser nirxên komunal û mezinkirina rêxistiniya xwe bi xwe ya gel! Li hemberî hêza tunekirinê ya metirsîdar a kapîtalîzmê ku pergala talan û diziyê ye, parastina civakê bi komunalîteyê pêwîstiyeke hebûnî ya serdema nû ye. Lewma israra li ser komunalîteya demokratîk ji her demê bêhtir israra li ser mirovbûnê ye. Komînal ku di demeke ew çend dîrokî de dest bi weşana dema nû kir, ragihand ku ew van wezîfeyan hildigire ser milê xwe û biryardariya xwe ya li ser bicihanîna van wezîfeyan jî bi navê xwe destnîşan kir. Ji ber vê weşana nû divê ne tenê weke karekî weşanê bê dîtin. Di heman demê de divê bibe dengê avakirina civakî, polîtîk, îdeolojîk a serdema nû û bibe hêza rênîşandanê.

Hewldana ji bo avakirina çarçoveyeke xurt a teorîk bêguman girîng e. Lê belê pêwîstiya serdema nû ew e ku giraniyê bide ser sernavên rêxistinbûna pratîkî û ji aliyê karên avakirina civakî ve bibe hêza rêvekirinê. Ji ber ku sedema nû wê bibe serdana pêngava komunalîteyê. Ev yek di heman demê de pêwîstiya tevlîbûn û hevparebûna li karên avakirinê ye ku bi feraseteke komunalîst bê meşandin. Tevlîbûna bi heman ruhî li kar tenê bi vî rengî dibe. Xeteke weşanê ya ku rêxistiniya xwe bi xwe ya gel, komun, meclîs, kooperatîf, rêxistiniyên jin û ciwanan û jinûve avakirina exlaqî û çandî ji xwe re dike esas, wê xwedî ruhê serdema nû be. Ji ber ku civaka demokratîk tenê bi têkiliyên rêxistinbûyî yên li nava jiyana rojane mezin û mayinde dibe. Lewma weşan, li gel kûrahiya teorîk di heman demê de divê tecrûbeyên rêxistinî yên pratîkî, rêbaz û rêyên wê yên derketinê bi xurtî binirxîne.

Komînal di serdemeke dîrokî dest bi weşanê kir, lewma wezîfe û berpirsyariyên dîrokî li pêşiya wê ne. Eger hûn vê berpirsyariyê di asteke hêja de bi cih bînin, hûn ê ne tenê weşanekê bikin; di heman demê de hûn ê zemîneke xurt a têkoşîn û têgihiştinê bidin meşa komunalîte û civaka demokratîk a serdema nû.

Ez di wê baweriyê de me ku hûn bi vê têgihiştina berpirsyariyê bi rê ketine û ji xebatkarên Komînal re careke din serketinê dixwazim.

Komînal a ku li hemberî hemû êrişên sîstemê yên ji bo parçekirin, belavkirin, qedandina civak û mirovahiyê ya bi ezeztiyê bi gotina ‘Israra li ser sosyalîzmê israra li ser komunalîteyê ye’ weke stêrkekê biriqî, li gelan, jinan, ciwanan û sosyalîstên demokratîk pîroz dikim!”

Etîket: Abdullah OcalanKomînalîteRêberê Gelê Kurd Abdullah OcalanRojnameya Komînalîte
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Konferansa Hiqûqnasên Kurd a Demokratîk dest pê kir: Hewcedariya me bi yekîtiyê heye

Konferansa Hiqûqnasên Kurd a Demokratîk dest pê kir: Hewcedariya me bi yekîtiyê heye

4 TÎRMEH 2026
Ayşegul Dogan: Heyeta me nikare bi birêz Ocalan re hevdîtinê bike

Ayşegul Dogan: Heyeta me nikare bi birêz Ocalan re hevdîtinê bike

3 TÎRMEH 2026
Çîgdem Kiliçgun Uçar: Divê êdî Abdullah Ocalan azad bibe

KCK: Ne Rêber Apo ne jî Tevgera me emrîwaqiyê qebûl nake

2 TÎRMEH 2026
Xelatgira Aştiyê ya Nobelê Jody Williams nameyek ji Abdullah Ocalan re şand

Xelatgira Aştiyê ya Nobelê Jody Williams nameyek ji Abdullah Ocalan re şand

1 TÎRMEH 2026
Bakirhan: Divê şertên jiyan û xebatê yên birêz Ocalan bên başkirin

Bakirhan: Divê şertên jiyan û xebatê yên birêz Ocalan bên başkirin

30 HEZÎRAN 2026
Mitînga Amedê bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû

Mitînga Amedê bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû

28 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Abdullah Ocalan: Ol ji pergala exlaqî û jiyana civakî hatiye dûrxistin

    Abdullah Ocalan: Ol ji pergala exlaqî û jiyana civakî hatiye dûrxistin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Tê gotin li Hewlêrê balafirek Îranê hate xistin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Kurdên Anatoliya Navîn ziman û çanda xwe diparêzin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ceribandineke nû ya ‘quartedê’: ‘Kelîyên Veşartî’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Bila aştî pêk were, weke ku kurê min 27 salan di hepsê de nemabe’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 4ê TÎRMEHA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • KURDÎWARê kongreya xwe ya yekemîn pêk anî

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Komxebata Aboriya Demokratîk dest pê kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji şofêrên Amedê çareseriya germê!

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Konferansa Hiqûqnasên Kurd a Demokratîk dest pê kir: Hewcedariya me bi yekîtiyê heye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • TÎRMEH 2026 (86)
  • HEZÎRAN 2026 (821)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne