Komedyen Denîz Goktaş ê ji derveyî welat vegeriya, li Balafirgeha Stenbolê hate binçavkirin.
Komedyen Denîz Goktaş ji gera xwe ya li derveyî welat vegeriya Tirkiyeyê. Goktaş di dema kontrolkirina pasaportê de li Balafirgeha Stenbolê hate binçavkirin. Goktaş piştî ku pêşandana xwe ya bi navê “Ölü Deniz” (Behra Mirî) li ser YouTubeyê bar kiribû, Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê der barê wî de lêpirsîn dabû destpêkirin.







