• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Hunermendê mezin Kadîr Înanir: Li vê axê dê aştiyek mezin serwer bibe

Stenbol / AW

26 HEZÎRAN 2026 - 20:12
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Hunermendê sînemayê ya navdar Kadîr Înanir di 77 saliyê xwe de jiyana xwe ji dest da. Kadîr Înanir di emrê xwe de herdem li dijî neheqiyê û bêedaletiyê sekini. Kadîr Înanir di hevpeynekî de gotibû ku “Ez ji kesî natirsim. Ez tevahiya jiyana xwe bi vî awayî jiyam, û ji vir û pê ve jî ez ê serî li kesî natewînim. Li vê axê dê aştiyek mezin serwer bibe. Ez Kadir Înanir im; ez bi tevahiya dilê xwe bi biratiya gelan û aştiya mezin bawer im. Ez dizanim ku em ê sibê bi gelek zehmetiyan re rû bi rû bibin, lê bi awayekî em ê bêguman hemû van zehmetiyan bi ser bixin.”

Hunermendê sînameyê Kadîr Înanir ê ku ji nişka ve rewşa wî giran bû û ew 24ê Gulanê rakiribûn nexweşxaneyeke li Beşîktaşê ya Stenbolê. Kadîr Înanir piştî 6 rojan di çavdêriya awerte de hatibû tedawîkirin û paşê hatibû entîbukirin. Hunermendê navdar Kadîr Înanir îro li nexweşxaneya lê dihat dermankirin di 77 saliyê xwe de jiyana xwe ji dest da. Kadîr Înanir bi sekna xwe ji aliyê gelek kesan ve dihat hezkirin. Di fîlmên xwe de kesê ku li dijî neheqiyê û adeteletê herdem disekiniya lîst. Di jiyana xwe de jî kesek wisa bû. Di mijara Kurdan de ku herkes bêdeng bû ew diaxiviya û diyar dikira ku pirsgirêka Kurd bi şer nayê çareser kirin.

Kadîr Înanir di 15ê Nîsana 1949an de li navçeya Fatsayê ya Ordûyê hate dinê, zarokê herî biçûk a malbatê bû. Piştî xwendina dibistanên seretayî û navîn li Fatsayê dest bi lîseyê kir û Lîseyea Haydarpaşayê xwend. Di wan salan de eleqeya wî bi huner, wêne û sînemayê zêde bû. Di sala 1968an de di pêşbirkek fotoromanê de serket û piştî wê dest bi kariyera xwe ya sînemayê kir. Di “Yeşîlçamê” de gelek fîlman de cih girt.

Aktorê herî navdar bû

Di salên 1970 û 1980an de Kadir Înanir bû yek aktorên ku herî navdar a “Yeşîlçamê” bû. Bi performansa xwe ya bilind navê xwe gihand her malî. Fîlmên ku Kadîr Înanir lîst ji aliyê gelek kesan ve dihat temaşekirin. Fîlmên ku herkes dizanê hin wan ev in “Selvî Boylum Al Yazmalim, Dîla Hanim, Tatar Ramazan, Yilanlarin Ocu, Devlerîn Aşki,  Cevriyem.” Di van fîlman de wekî kesê ku li dijî neheqiyê disekinî lîst. Fîlma Tatar Ramazan a gotina “Navê min Tatar Ramazan e êz ê vê lîstikê xirabikim” hê di nava gel û sînemahêzan de cihekî girîng de ye. Bi zêdetirî di 180 fîlm û projeyan de lîstiye.

Gelek xelat wergirt

Ji ber performansên xwe, Kadir Înanir gelek xelatên girîng wergirtiye. Di “Festîvala Fîlman a Portakala Zêr a Antalyayê û Festîvala Fîlman Kozaya Zêr ya Edeneyê” xelat wegirt. Ev xelat di sînemayê Tirkiyeyê de cihekî gelek girîng digire.

‘Em ê li dijî astengiyan serbikevin’

Kadîr Înanir herdem li dijî neheqiyê sekinî û bi çi destê wî hat kir. Kadîr Înanir di “Pêvajoya Çareseriyê” ku di sala 2013an de dest pê kiribû wekî “Aqilmend” di Koma Herêma Deryaya Spiyê de cih girtibû û tevli civînan bibû. Di wê demê de diyar kiribû ku ew dizanê sibê rastî gelek zexmetiyan re rûbirû bimîne û gotibû: “Lê em ê li dijî astengiyan bi ser bikevin. Aştiyê mezin dê teqez werê baweriya min temam e.”

‘Ez ê fîlma bavê ku li Sûrê hestiyên kurê xwe di nav poşetekê de wergirt, bikşînim’

Kadîr Înanir li dijî ku îşkenceyên psîkolojîk a li dijî Kurdan jî bertek nîşan dabû. Hakan Arslan di navçeya Sûra Amedê jiyana xwe ji dest dabû û hestiyên wî di nava poşetekî radestî malbata wî hatibû kirin. Kadîr Înanir li dijî vê gotibû “Ez ê fîlma bavê ku li Sûrê hestiyên kurê xwe di nav poşetekê de wergirt, bikşînim.”  Kadîr Înanir gelek caran gotibû ku pirsgirêka Kurdan bi hêz û şer nayê çareserkirin, bi axaftin, demokrasî û mafên hemwelatiyan dikare were çareserkirin.

‘Aştiya mezin bêguman dê were’

Kadîr Înanir di hevpeyvînekî de gotibû: “Dibe ku îro kes neaxive û dengê xwe dernexîne. Ez ji kesî natirsim. Ez tevahiya jiyana xwe bi vî awayî jiyam, û ji vir û pê ve jî ez ê serî li kesî natewînim. Li vê axê dê aştiyek mezin serdest bibe. Ew aştî bêguman dê were. Bila kes xem neke. Ez Kadir Înanir im; ez bi tevahiya dilê xwe bi biratiya gelan û aştiya mezin bawer im. Ez dizanim ku em ê sibê bi gelek zehmetiyan re rû bi rû bibin, lê bi awayekî em ê bêguman hemû van zehmetiyan bi ser bixin. Aştiya mezin bêguman dê were; baweriya min bi vê yekê temam e.”

‘Ger em dixwazin ku zarok nemirin, divê em destên xwe bidin hev’

Kadîr Înanir di sala 2014an de jî li Colemergê gotibû ku “Pirsgirêka Kurdan li vî welatî pirsgirêka herî mezin e. Heke hûn Kurdan tune bihesibînin, ew jî we tune dihêjînin.  Em neçar in ku çanda jiyana hevbeş li vî welatî pêk bînin. Ger em dixwazin ku zarok nemirin, divê em destên xwe bidin hev.”

Kadîr Înanir kesekî dilrast bû, tu carî bêdeng nema, herdem bi sekna xwe li dijî zilmê sekinî. Çi bi destê wî hat li gel kesê ku mafê wan hat binpêkirin, li dijî zilmê man gel wan sekinî. 77 salan bi awayekî têr û tijê jiyan kir û li pişt xwe mîrateyek mezin hişt. Kadîr Înanir dê hiş û dilê herkesî de heta heta bimîne.

Etîket: filmhunermendKadîr Înanirnavdar
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Ji Rojhilat heta Îzmîrê berxwedana defê: ‘Li cem me def naşikê, şehîd dikeve’

Ji Rojhilat heta Îzmîrê berxwedana defê: ‘Li cem me def naşikê, şehîd dikeve’

13 TEBAX 2026
TEV-ÇAND Hozan Serhad bi bîr anî

TEV-ÇAND Hozan Serhad bi bîr anî

22 TÎRMEH 2026
Abdullah Ocalan ji bo wefata Kadîr Înanir peyama sersaxiyê şand

Abdullah Ocalan ji bo wefata Kadîr Înanir peyama sersaxiyê şand

28 HEZÎRAN 2026
TEV-ÇAND: Kadîr Înanir dostê gelê Kurd bû

TEV-ÇAND: Kadîr Înanir dostê gelê Kurd bû

28 HEZÎRAN 2026
Rika li ber bayê zordariyê nehatiye çemandin: Kadîr Înanir

Rika li ber bayê zordariyê nehatiye çemandin: Kadîr Înanir

28 HEZÎRAN 2026
KCKê ji bo Kadîr Înanir peyama sersaxiyê weşand

KCKê ji bo Kadîr Înanir peyama sersaxiyê weşand

27 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne