• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
02 TÎRMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Komkujiya li dijî Elewiyan: Otela Madimakê

    ‘Komkujiya Sêwazê ji ber redkarî û yekparêziyê hat pêkanîn’

    Hesabê Xê yê ajansa me hate astengkirin

    Malpera me wê li ser ajansawelat1.com weşana xwe bidomîne

    Malpera Nûmedya24 û hesabê wê yê Xê hate astengkirin

    Malpera Nûmedya24 û hesabê wê yê Xê hate astengkirin

    Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 2yê TÎRMEHA 2026an

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Komkujiya li dijî Elewiyan: Otela Madimakê

    ‘Komkujiya Sêwazê ji ber redkarî û yekparêziyê hat pêkanîn’

    Hesabê Xê yê ajansa me hate astengkirin

    Malpera me wê li ser ajansawelat1.com weşana xwe bidomîne

    Malpera Nûmedya24 û hesabê wê yê Xê hate astengkirin

    Malpera Nûmedya24 û hesabê wê yê Xê hate astengkirin

    Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 2yê TÎRMEHA 2026an

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Li Afganistanê jin di bin zextan de, bajar jî di bin dorpêçê de ne

Navenda Nûçeyan

15 HEZÎRAN 2026 - 11:59
Kategorî: FORUM
A A
Li Heratê pêvajoya ku bi binçavkirina jinan hatiye destpêkirin, atmosfera tirsê ya li Afganistanê dîsa kir rojev. Şahid diyar dikin ku bajar dibin ewlehiyek tund de ye, jin jî ji jiyana giştî hatine dûrxistin.

Li Afganistanê piştî Talîban bû desthilatdar, rewşa jin û gelemperî welat di bin zext û dorpêçan de ne. Bi taybetî ji roja ku Talîban bûye desthilatdar heta niha jin ji hemû mafên xwe yên herî rewa bêpar hatine hiştin û ji hemû qadên jiyanê hatine tunekirin. Lê tevî hemû zext û zordestiya Talîbanê jî jin li ber xwe didin û gav paşde navêjin.

Baharan Lehîb di nivîsa xwe ya ku li ajansa Nûjinhayê nivîsandî de, behsa rewş jinên afgan û tevahî civakê dike.

Çend roj berê, hêzên Talîbanê yên ji yekîneya Emr-î Maruf (Fermana Başîyê) li kolanên Heratê hinek jin ji ber sûcê ‘pêçandina ne guncaw’ binçav kirin û ew şandin girtîgehê. Li gorî gelek welatiyan, ev bûyer mînakek ji pêkanînên dijwar û nemirovane ku ji dema Talîban hatiye ser desthilatê ve didome ye. Piştî vê bûyerê, nûçeyên ku hinek jinên din li wîlayetên Kabul û Belh hatine binçavkirin hatin weşandin. Di nava van de li Kabulê jinek du canî hebû.

Mixabin, hinek jinên ku hema çend saetan jî ji aliyê Talîbanê ve hatin binçavkirin, ji tacîz, tecawîz, heqaret, biçûkxistin û nêzîkatiyên tundiyê gilî kirine. Her wiha raporên ku di dema binçavkirinê de zimanê heqaret û biçûkxistinê û dijûn li dijî jinan tê bikaranîn jî hene. Hemû ev kar û barên binçavkirinê ji aliyê mêran ve tên kirin û ev rewş ji bo gelek jinan bi serê xwe tê wateya zexta psîkolojîk û biçûkxistinê.

Gelek dîmen û nûçeyên ku derbarê jin ji aliyê erkdarên Emr-î Maruf ve tên binçavkirin û rastî zextan tên li ser medyaya dijîtal hatin parvekirin. Li gel vê hinek jinên ku ezmûna binçavkirinê jiyane, tevî gef û zextên ku rastî hatine tiştên jiyane bi raya giştî re parve kirin û hewl dan rastiyê bidin bihîstin.

Li Heratê piştî girtina jinan, komek ji jin û mêrên hişyar ji bo protestokirina van pêkanîna daketin qadan. Lê belê, li gorî şahidan, ev xwepêşandan rastî mudaxeleya tund a Talîbanê hat. Çavkaniyên xwecihî ragihandin ku di nav xwepêşanderan de mirin û birîndar hene. Şahidan diyar kirin ku Talîbanê rê li ber hin birîndaran girtiye ku sewqî nexweşxaneya dewletê ya Heratê bên kirin an jî li wir werin dermankirin.

Piştî van bûyeran, belavokên ku banga serhildanek girseyî piştî nimêja Înê li seranserê Afganistanê di medyaya dijîtal de hate weşandin. Hin kesan îdia kirin ku ev bang ji hêla Talîbanê ve daku muxalîfan tesbît bikin û tepeser bikin hatine belavkirin. Li gel vê, aliyê herî balkêş atmosfera ewlehiya zêde ya li hin herêm û parêzgehan bû.

Li deverên cûda yên bajêr leşker hatin bicihkirin

Li Kabulê, bi taybet li navçeya Deşt-e Barçî, bajarê Herat û navçeya Cebrayil û her wiha wîlayeta Bamyan, hebûna hêzên Talîbanê bi awayek berbiçav zêde bûbû. Şahidan ragihandin ku jin li gelek kolanan hema bêje tune bûn û her xwepêşandan an tevgerên girseyî dikarin ji aliyê mudaxeleya hêzên Talîbanê ve zû werin tepeserkirin.

Em çûn herêma Deşt-î-Barçî ya Kabulê. Rêyên diçû vê herêmê ji aliyê hêzên Talîbanê û berpirsên Fermana Qenciyê û Bexşandinê (Emr-î Maruf) ve hatibûn girtin. Her kesê ku telefona xwe derbixista, ji aliyê hêzên Talîbanê ve rastî hişyarî û gefan dihat, tê gotin ku destûr nayê dayîn wêne yan vîdeoyan bigirin.

Di heman demê de, nûçeyên ji Heratê tên, nîşan dan ku hejmara hêz û alavên Talîbanê ji ya ku raya giştî hêvî dikir pir zêdetir bû. Bi heman awayî, li Bamyanê, ji bilî hebûna leşkerî ya zêde, kesên bi cilên sivîl li gelek xalên bajêr bi cih bûne û tevgerên welatiyan dişopandin.

Her cih tê çavdêrîkirin

Gelek welatiyan bertek nîşanî van kiryaran dan û gotin: “Ger Talîbanê ev çavkanî û alav ji bo parastina welêt û têkoşîna li dijî gefên Pakistanê bi kar anîbana, em ê îro li deverên cuda yên Afganistanê ne dibûn şahidên kuştina jin û zarokên bêguneh.”

Dema em nêzî rêyên ber bi Deştê Berçî ve diçûn, atmosfera ewlehiyê ya giran bi awayekî zelal xuya dikir. Kolan bi kolan, heta mal bi mal, xelk di bin çavdêriyê de bûn.

Di rê de, em rastî dayikek ku zaroka xwe ya biçûk û nexweş hildigirt, ji bo bibe nexweşxaneyê mesafeyek dirêj bi meşê qedandî hatin. Tam wê gavê, telefona wê lê da. Dema jinên hewl da telefonê ji çenteyê xwe derxe, çend endamên Talîbanê dora wê girtin; weke ku bi gefên ewlehiyê yan jî êrîşek xwekuj re rû bi rû bimînin xuya dikirin.

Yek ji wan bi tundî çenteya jinê ji destê wê derxist û dest bi lêgerînê kir. Di çenteyê de ji bilî pereyek kêm û telefonek asan tiştek din tunebû. Lê dayikê tenê zaroka xwe yê nexweş û pereyê kêm ku ji bo dermankirinê hilgirtibû difikirî.

Piştî lêgerînê, endamên Talîbanê bi bêrêzî tiştên wê avêtin jêre û henekê xwe pê kirin û gotin: “Ne gelek pereyê te hene, ne jî telefoneke pêşketî.”

Dema ku ji wan dûr diket, di rê de nifrîn li wan dikir, tirs û fikar li ser rûyê wê bi zelalî xuya dibûn. Bi lez bêyî li dora xwe mêze bike dimeşiya; weke ku tenê daxwaza wê ew bû ku bi lez û bez ji wê deverê dûr bikeve.

Heta jinek extiyar nêzî wê bû û hinek av dayê, hewl da wê aram bike. Lê dayik ewqas bi şok û tirsonek xuya dikir ku ne dikarî bibihîze ka çi tê gotin û ne jî bersiv bide. Ew bi lez û bez di rêya xwe de çû û di nav qerebalixê de winda bû.

Li kolanan hema bêje jin nînbûn

Şahidiyên ji Bamyanê heman tablo nîşan dida ev tişt gotin: “Li kolanan hema bêje jin nedihatin dîtin. Gelek dikan girtî bûn. Hin dewreyên perwerdeyê û navendên ku jin lê çalak bûn jî herî kêm ji bo hefteyekê heta ku rewş zelaltir bibe çalakiyên xwe rawestandin.”

Aktivîsta jin a Heratê Nuşîn Ezîmî, ji me re wiha got: “Ji bo astengkirina her curê tevgeran hemû rê girtîbûn. Gelek jinan plan kiribûn ku beşdarî xwepêşandanê bibin lê tenê hejmarek hindik karîbûn bigihîjin herêmê. Talîbanê firsenda ku em rawestin û kom bibin neda, ji ber gef û zextan em neçar man ji herêmê derkevin. Hejmara hêzên Talîbanê li bajêr ewqas zêde bû ku me hîs kir em ne bi xwepêşandaneke sivîl a jinan, rûbirûyî şerekî çekdarî ne.”

Tevî atmosfera tirsê jî têkoşîn didome

Di xwepêşandanên beriya rojekê hatî lidarxistin de, dirûşmeyên wekî ‘Ji dîktator re mirin’, ‘Kar, perwerde û azadî’ û ‘Jin Jiyan Azadî’ hatin berzkirin.

Geşedanên dawî yên li Herat, Kabul û Bamyan nîşan didin ku sînordarkirin û tedbîrên ewlehiyê yên li dijî jinan û xwepêşanderan yek ji pirsgirêkên herî giran ên berdewam li Afganistanê ne. Tiştên ku şahidan gotin; Hebûna berbelav a hêzên Talîban, kontroleke tund li ser cihên giştî û fikarên welatiyan ji encamên xwepêşandanan ku beşeke mezin ji civakê di nav tirs û nediyariyê de dijîn eşkere dike. Tevî van hemû zextan jî hin jin û aktîvîstên civaka sivîl dengê xwe didin bihîstin û li dijî rewşa heyî derdikevin.

Etîket: afganistanBaharan LehîbJinên Afgantaliban
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Rapora NYê: Talîbanê jin ji jiyana siyasî û biryardayinê dûr xistine

Rapora NYê: Talîbanê jin ji jiyana siyasî û biryardayinê dûr xistine

1 TÎRMEH 2026
Li sînorê Pakistan û Afganistanê 28 sivîl jiyana xwe ji dest dan

Li sînorê Pakistan û Afganistanê 28 sivîl jiyana xwe ji dest dan

30 HEZÎRAN 2026
Li Afganistanê 30 jin hatine binçavkirin

Li Afganistanê 30 jin hatine binçavkirin

18 HEZÎRAN 2026
Ji goristana Ayçî heta kolana Cebraîlê: Jin Jiyan Azadî

Ji goristana Ayçî heta kolana Cebraîlê: Jin Jiyan Azadî

16 HEZÎRAN 2026
Bi dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ Talîbanê şermezar kirin

Bi dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ Talîbanê şermezar kirin

13 HEZÎRAN 2026
Li Afganistanê li hember jinan pêleke nû ya binçavkirin û girtinan

Li Afganistanê li hember jinan pêleke nû ya binçavkirin û girtinan

9 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Malpera me wê li ser ajansawelat1.com weşana xwe bidomîne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • DEM Partiyê pêvajoya veguherînê da destpêkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 2yê TÎRMEHA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Sezaî Temellî: Ji bo qanûna çarçoveyê mutabakatek heye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • KOM Muzîkê albûma ‘Ji bo bîranîna Sêwasê” li ser dîjîtalê weşand

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bafil Talabanî û Îbrahîm Kalin li Silêmaniyê hevdîtin kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Mamosteyê tecawizkar heta hetayî ji zanîngehê hat dûrxistin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Meclîsa Jinan a Şaredariya Peyasê: Dê xebatên me bidomin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Komkujiya Sêwazê ji ber redkarî û yekparêziyê hat pêkanîn’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • TÎRMEH 2026 (29)
  • HEZÎRAN 2026 (821)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne