• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Bekaroglu: Pêwistî bi pênaseyeke nû ya netewbûnê heye

Stenbol / AW

14 HEZÎRAN 2026 - 12:15
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Parêzer û endamê Heyeta Îmraliyê Faîk Ozgur Erol destnîşan kir ku banga 27ê Sibatê di heman demê de banga demokratîkirina komarê ye. Nivîskar Mehmet Bekaroglu jî got ku hewcedarî bi pênaseyeke nû ya netewbûnê heye.

Li ser banga gelek siyasetmedar, rewşenbîr, hunermend û akademîsyenan li eywana Navenda Çandê ya Cem Karaca ya navçeya Bakirkoya Stenbolê ‘Konferansa di Sedsala 2yemîn De Veguherîna Komarê ya Demokratîk’ di roja 2yan de berdewam dike . Rûniştina 4an a konferansê bi mijara “Ji Civakê Ber bi Komarê ve: Derfetên Demokratîkbûnê ” dest pê kir. Siyasetmedar û parêzvanê mafê mirovan Akin Birdal moderatorî kir. Nivîskar Şukru Aslan ku li ser mijara “Tevna Civakî ya Pirreng ku bi Siyaseta Yekreng a Komarê Hate Tengkirin” rawestiya û anî ziman ku di belgeyên fermî yên dewletê de jî li ser zimanên dayikê yên li Tirkiyeyê lêkolînek hatiyê kirin. Aslan wiha got: “Li gor vê lêkolînê li Tirkiyeyê ji bilî Tirkî 21 zimanên dayikê hene. Li gor lêkolîna min bixwe hejmara zimanên dayikê ji 21 zimanan jî zêdetir e. Ji ber ku di wê lêkolînê de cih nedabûn zimanê Suryanî. Lê piştî avakirina komarê li dijî hemû netewan polîtikayên Tirkirinê hate meşandin.”

‘Pergala azadiya jinê dikare ji demokratîkirina komarê re bibe mînak’

Parêzer û aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Ruşen Seydaoglu li ser mijara “Di Avakirina Demokrasî, Aştî û Azadiyan de Rola Damezrîner a Jinan” axivî û ev tişt anîn ziman: “Tevgera Jinên Kurd tespîta dewlet nikarê azadiyê bîne û veguherîn bi civakê pêkan e, kir. Li dijî pergala baviksalarî ku jinan di malê de dilgirtî dihelê û li ser jinê desthilatdariyê pêşdixin paradigmaya hevjiyana azad pêşxist. Helbet di pêşxistina vê paradîgmayê de bi hevaltiya Serok Ocalan bi jinan re bi bandor bû. Pergala azadiya jinê dikare ji demokratîkirina komarê re bibe mînak. Tornusula komara demokratik ew e ku yên rastî cihekariyê hatinê dê çawa mijara jinê binêrin ve tekildarê. Weke mînak hevalên me yên em bi hev re dimeşin û rastî cihekariyê tên gelo dê bikarin dev jî gotinên li ser jinan berdin. Daxwaza azadiya jinan gelo dê bikare bibe daxwazeke hevpar. Demokratîkbûyina komarê bi vî awayî pêkan e.”

Bekaroglu: Hewcedarî bi pênaseyek nû heye

Nivîskar û siyasetmedar Mehmet Bekaroglu ku li ser mijara “Neteweperwerî, Welatparêzî an Hemwelatî?” rawestiya bi lêv kir ku ew dê çawa bi hev re bijîn an jî çawa dê bibin hemwelatiyên vî welatî yek jî mijara pêşerojê ye û got ku hewcedarî bi pênaseyeke nû ya netewbûnê heye.

 

Nirxandinên Abdullah Ocalan li ser komarê ye

Endamê Heyeta Îmraliyê Ozgur Erol jî li ser “Komar, Kurd û Derfeta Veguherîna Demokratîk a Hiqûqî” axivî û destnîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser komarê hê nirxandinan dike. Erol ev tişt anîn ziman: “Serok Ocalan dibêje komar demokratîk nebûye. Pêvajoya em di nav de dijîn jî entegrasyona Kurdan bi komareke demokratîk re ye. Banga 27ê Sibatê di heman demê de banga demokratîkkirina komarê bû. Hinek dibêjin dê di vê pêvajoyê de Kurd jî sûd bigirin. Dê helbet sûd bigirin. Hûn ê çawa sûd bigirin Kurd jî dê wisa sûd bigirin. Tenê Kurd li derveyî hiqûqê nehatinê hiştin di heman demê de dervayî civakiyê jî hatinê hiştin. Pirsgirêka Kurd ne bi mafên takekesî bi awayekî nasîna mafên kolektif dikarê çareser bibe. Hewcehî bi qanûneke aştiyê heye. Ew jî yek nasîna raperîna Kurdan ji bo siyaseta demokratik e. Ew qanûna mîsogeriya tevlîbûna hemû endamên rêxistinê di nav siyaseta demokratîk de ye. Serok Ocalan gelek caran balê dikşînê ser tîfaqa Mezopotamya û Anatoliyayê. Bi sed salan bi hev re jiyane. Birêz Ocalan dibêje civakeke ku pir bi hêrs e bêyî fikreke mezin û exlaqeqî mezin nikare guherînê pêkbîne. Ocalan destnîşan dike ku ew ji bo vê yekê di pêvajoyê de acele dikin. Di encamê de divê em hiqûqa Kurdan biparêzin û em ê vê bikin. Li rex vê, em ê hiqûqa jin, xweza û kedê jî biparêzin.”

 

Etîket: Mehmet BekarogluOzgur Faîk ErolRûşen SeydaogluVeguherîna Komarê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Ahmet Faruk Unsal: Divê şertên sermûzakerevan Ocalan bên guhertin

Ahmet Faruk Unsal: Divê şertên sermûzakerevan Ocalan bên guhertin

14 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne