• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Divê pêvajo li ser bingeheke xurt û li ser lingên xwe bisekine’

Stenbol / AW

13 HEZÎRAN 2026 - 17:19
Kategorî: POLÎTÎKA
A A
Zanyarê siyasî Abbas Walî ku di Konferansa Veguherîna Demokratîk a Komarê di Sedsala Duyemîn de bi lêv kir ku pêvajo ne li ser lingan lê hewan dimîne û wiha got: “Hê jî dewlet di çarçoveya polîtîkayên ewlehiyê de pirsgirêkê dinêre. Divê di destûra bingehîn de guherînên bingehîn pêk werin. Ew nebe pêvajo pêş ve naçe.”

Rûniştina 3yan a Konferansa Veguherîna Demokratîk a Komarê di Sedsala Duyemîn de, mijara ‘Mijara Kurd: Sedsala nû ya mijara sedsalî’ hat gotûbêjkirin.

Dogu Ergîl di rûniştinê de moderatorî kir û qala mijarên dê bê gotûbêjkirin kir. Di destpêke de zanyarê siyasî Alî Bayramoglu axivî û li ser mijara ‘Kêşeya Kurd, dewra nû, hevsengiya nû’ rawestiya. Alî Bayramoglu anî ziman ku li her derê şer û pevçûn xurtir dibe û wiha axivî: “Kurd tevî di nav zext û şer pevçûnan de jî hebûna xwe parastin. Di nav van şer û pevçûnan de pêvajoya aştiyê û pêşeroja Kurdan dê çawa bibe yek jî mijareke girîng e. Pêşeroja Kurdan dikare li tevahî welatên dijîn bibin îradeya siyasî û ji wan welatan bi hev re bijîn. Kurd ji bo demên pêş hem ji bo xwe û hem jî ji bo herêmê avakar in.”

‘Nêrîna dewletê ya ewlehiyê neguheriye’

Zanyarê siyasî prof. Dr. Abbas Walî jî li ser mijara ‘Kêşeya Kurd, ewlehiya dewletê û pêvajoya demokratîkbûyîna siyasî’ axivî û bal kişand ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û ev tişt anî ziman :”Mixabin ez weke we ne bi hêvî me ji bo pêşeroja pirsgirêka Kurd. Pêvajoya çareseriyê li gorî min ne li ser lingên xwe lê li ser hewan disekinê. Divê pêvajo li ser bingeheke xurt û li ser lingên xwe bisekine. Dewlet bi çavê ewlehiyê pirsgirêke dinêre. Hê jî ew nêrîna ewlehiyê neguheriye. Ew nêrînên ewlehiyê ji ber wê jî destê Rêberê Kurd û aliyên Kurd xurt nake û li pêşiya demokratîkbûyîna Tirkiyeyê û aliyê Kurd weke astengî disekine. Rêberê Kurd dema çek ji holê rakir ez acep nemam. Di salên 1998an de ez bi birêz Ocalan re rûniştim û ew mijar me bi seatan nîqaş kir. Wê demê jî birêz Ocalan digot pevçûn li pêş çareseriyê asteng e.”

Welatiyên eywanê dema navê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derbas bûn rabûn ser pêyan û bi yek dengî dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bê Serok jiyan nabe’ berz kirin.

Di berdewama axaftina xwe de Abbas Walî destnîşan kir ku divê pêvajo teqez bi civakî bibe û wiha got: “Divê mekanîzmayên entegrasyonê bi awayekî xurt bê meşandin. Di destûra bingehîn de guherînên bingehîn pêk werin. Ew nebe pêvajo pêş ve naçe.”

Civaknas Fevza Ekînerdem jî li ser mijara ‘Gotibêjen nû ya kêşeya Kurd: Çîroka jiyana hevpar çawa ava dibe?’ axivî û geşedanên piştî pêvajoya çareseriyê ya salên 2013 û 2015an bi bîr xist û wiha got: “Dibe em li ser avakirina komereke nû ya demokratîk rawestin. Ji bo wê jî ji bo berdana girtiyên siyasî têbikoşin.”

Civaknas û nivîskar Mesut Yegen ku li ser mijara, ‘Ji bo çareseriyek heqîqî: Komara her kesî, ji her kesî re demokrasî’ rawestiya diyar kir ku komar ji ber ku bi rastiya hiqûq û siyaseta erdnîgariyê ve ne di nava hevsengiyê de bûye pirsgirêka Kurd derketiyê holê û wiha pê dê çû: “Ji bo em di vê rewşê de derbikevin divê em dev jî yek netewiyê derbikevin. ji bo wê jî pêdivî bi penaseya neteweke nû heye. Her wiha em dev jî tirsa destkeftiyên Kurdên Başûr û Rojava jî berdin. Em bi Kurdan re dikarin xurt bibin.”

Rûniştin dê bi beşa forumê bidome.

Etîket: Abbas Walîkonferansa komara demokratîk
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Konferansa Veguherîna Demokratîk a Komarê di roja 2an de didome

Konferansa Veguherîna Demokratîk a Komarê di roja 2an de didome

14 HEZÎRAN 2026
‘Di vê serdemê de destpêkirina pêvajoyê pir girîng e’

‘Di vê serdemê de destpêkirina pêvajoyê pir girîng e’

13 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne