• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

‘Di vê serdemê de destpêkirina pêvajoyê pir girîng e’

Stenbol / AW

13 HEZÎRAN 2026 - 15:48
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Konferansa Veguherîna Demokratîk a Komarê di Sedsala Duyemîn de, bi rûniştina 2yan didome. Di rûniştina 2yan de axaftvan li ser bingeha pêşketina netewperestiyê rawestiyan û nivîskar Serhun Al bi lêv kir ku li cîhanê şer û pêvçûn pêş dikevin û got ku di vê serdemê de destpêkirina pêvajoyê pir girîng e.

Konferansa Veguherîna Demokratîk a Komarê di Sedsala Duyemîn de, bi rûniştina 2yan didome. Rûniştina 2an a konferansê bi mijara ‘Tenêtiya Sedsalî: Netewperest, Bîr û Dubendiya Civakî’ ve dest pê kir. Moderatoriya konferansê Fatma Bostan Unsal kir.

Di serî de nivîskar Bekîr Agirdir axivî û li ser mijara ‘Gelo em hev nebihîzin em dikarin bi hev re bijîn?’ rawestiya.

Bekîr Agirdir anî ziman ku mirovahî di nava krîzeke pir alî de ye û wiha got: “Pergal li tevahî cîhanê bi hemû aliyan ve di nava krîzekê de ye. Ji aliyekî din vê pirsgirêkeke kûr a Kurd heye. Her wiha li Tirkiyeyê pirsgirêke mezin a birçîbûnê heye. Lê ew piranî caran di bin siya siyasetê de dimînê. Divê li ser nasnameyan siyaseteke ku li gor çînan were bi rê ve birin.”

‘Divê em xwe ji zimanê netew dewletê rizgar bikin’

Piştrê nivîskar Ferhat Kentsel li ser mijara ‘Di heman siberojê de cîhanên cuda: Bîra dubendiyê û lihevkirinê’ axivî û ev tişt anîn ziman: “Netewperestiyê her tim li vî welatî qirkirin û pirsgirêk derxistinê holê. Derûniya civakê jî li gor vê dewleta bi tramva ava bûyê û divê em xwe baş kirinê jî li ser van tramvayan dest pê bikin. Têkiliya dewletê û kesayetan li ser tirseye û di encama van tramvayan de netewperestî derkdikeve holê. Ji bo wê jî wekhevî û azadî, aştî û demokrasî ji hev ne qûtkirîne. Şaristaniya netew dewlet ew pirsgirêk derxistine û divê em xwe ji zimanê netew dewletê rizgar bikin.”

Zimanê netewperestî û mêrsalar

Akademîsyena Aştiyê Noém Lévy-Aksu jî li ser mijara ‘Rûbirûmayina siberojê: Gotibejên dîrokî û hişê civakê yên din’ bi lêv kir ku li Tirkiyeyê hê jî netewperestî û hişmendiya mêrsalarî serwer e û wiha got: “Divê li dijî zimanê netewperestî û mêrsalariyê pêş dixînê zimanek ku hemû civakê hembêz dike were hilbijartin. Destûra bingehîn divê li ser esasê nasîna mafê netew û baweriyan be.”

‘Panzehîra bişaftinê entegrasyon e’

Herî dawî jî nivîskar Serhun Al li ser mijara ‘Bi bişaftinê entegrasyonê re: Li Tirkiyeyê hemwelatiya hevgirtî û lêgerîna nasnameya netewî’ axivî û ev tişt anî ziman: “Li tevahî cîhanê pergala otorîter û netewperestiyê li pêş e. Her wiha ji aliyê din vê şer û pêvçûn jî li pêş in. Di serdemeke wisa de destpêkirina pêvajoyeke li Tirkiyeyê û bidawîkirina şerê çekdarî yê PKKê pir girîng e. Heke Tirkiye bikaribe vê pêvajoyê bi pêş bixîne dê li herême bibe mînak. Entegrasyona ku em qal dikin jî ew ê ku Kurdbûn ji aliyê qanûnî vê were qebûlkirin. Bişaftin di serî de li ziman dest pê dike. Ji bilî Tirkî hemû zimanên li Tirkiyeyê ji saziyên fermî hatin derxistin. Panzehîra bişaftinê jî entegrasyon e. Entegrasyon jî tê wateya qebûlkirina nasname û baweriyên cuda û bi qanûnan mîsogerkirina mafan.”

Konferans bi rûniştina 2an didome.

Etîket: Bekîr Agirdirkonferansa komara demokratîkNoém Lévy-AksuSerhun Al
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Konferansa Veguherîna Demokratîk a Komarê di roja 2an de didome

Konferansa Veguherîna Demokratîk a Komarê di roja 2an de didome

14 HEZÎRAN 2026
‘Divê pêvajo li ser bingeheke xurt û li ser lingên xwe bisekine’

‘Divê pêvajo li ser bingeheke xurt û li ser lingên xwe bisekine’

13 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne