• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 MIJDAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Jinan li Îzmîrê giliyê Rahmî Koç kir: Jinên Kurd kirdeya azadiyê ne

Îzmîr / AW

8 HEZÎRAN 2026 - 14:25
Kategorî: JIN
A A
Rêxistinên maf û hiqûqê piştî daxuyaniya li pêşberî Edliyeya Îzmîrê, li dijî gotinên zayendperest ên Rahmî Koç serî li serdozgeriyê dan û bang li dozgeriyê kirin ku lêpirsîneke bêalî bide destpêkirin.

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê, Koma Parêzerên Hemdem, Hiqûqnasên ji bo Edaletê û Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Îzmîrê li pêşberî Edliyeya Bayrakliyê ya Îzmîrê. Derbarê gotinên Rahmî Koç de daxuyanî dan.

Di daxuyaniyê de pankarta “Em ê rê nedin cihêkarî, zayendperestî û nîjadperestiyê” hat vekirin û dirûşmeyên weke, “Jin Jiyan Azadî” hatin berzkirin. Parlamentera DEM Partiyê ya Îzmîrê Burcugul Çubuk, Dayikên Aştiyê, nûnerên saziyên maf û hiqûqê û gelek welatî beşdarî daxuyaniyê bûn. Metna hevpar ji aliyê Hevseroka Şaxa OHDê ya Îzmîrê parêzer Fatma Demîrer ve hate xwendin.

‘Jinên Kurd kirdeya herî bi hêz ya têkoşîna azadî û demokrasiyê ne’

Fatma Demîrer anî ziman ku gotinên Rahmî Koç pîvan û qalibên tewş ên ku nasnameya Kurd piçûk dixin û Kurdan wekî civakeke kêm-zanîn nîşan didin, ji nû ve hildiberîne û got: “Nêzîkatiyên ku jinan di ser kêm-fêmkirinê re dikin mijara henek û mîzahê, nayên qebûlkirin. Cihêkarî piranî ne bi rengekî rasterast, lê di bin navê mîzah, zimanê rojane an jî ‘henekan’ de, bi rêya qalibên normalîzekirî tê belavkirin. Lê şêwazê wê çi dibe bila bibe, her gotina ku grûpeke civakî piçûk bixe, cihêkar e.”

Fatma Demîrer bal kişand ser polîtîkayên înkar û asîmîlasyonê yên li ser gelê Kurd û wiha got: “Gelê Kurd yek ji gelên qedîm û avaker ên vê erdnîgariyê ye. Tevî vê yekê jî bi salan bi polîtîkayên dervehiştinê re rû bi rû maye. Îro jî ev nêzîkatiyên cihêkar bi şêwazên cuda berdewam dikin. Jinên Kurd encamên herî giran ên vê pergala zilmê ya piralî jiyane; hem ji ber ku jin in bi serdestiya baviksalarî re, hem jî ji ber nasnameya xwe ya neteweyî bi cihêkariya etnîkî re rû bi rû mane. Tevî vê yekê jî, jinên Kurd bûne kirdeya herî bi hêz a têkoşîna azadî û demokrasiyê; tevgera jinê di asta navneteweyî de ezmûneke mezin ava kiriye.”

Demîrer bang li dozgeriyê kir ku lêpirsîneke bandor, bêalî û berfireh bide destpêkirin û banga xwe ya ji bo raya giştî wiha bi dawî kir: “Li dijî cihêkariyê derketin berpirsiyariya her kesî ye. Parastina rûmeta jinan, wezîfeya mirovahiyê ye. Parastina wekheviya gelan, vîna pêşerojeke demokratîk e.”

Piştî ku daxuyaniya çapemeniyê bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû, parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Îzmîrê dan û giliyê Rahmî Koç hate kirin.

Etîket: Rahmî Koç
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Dayikên Aştiyê yên Êlihê Rahmî Koç şermezar kirin

Dayikên Aştiyê yên Êlihê Rahmî Koç şermezar kirin

8 HEZÎRAN 2026
Li ser pira nêzî kersaxa Rahmî Koç dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’

Li ser pira nêzî kersaxa Rahmî Koç dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’

7 HEZÎRAN 2026
‘Jinên Kurd dê rê nedin gotinên nijadperestî’

‘Jinên Kurd dê rê nedin gotinên nijadperestî’

7 HEZÎRAN 2026
DEM Partiyê giliyê Rahmî Koç kir

DEM Partiyê giliyê Rahmî Koç kir

6 HEZÎRAN 2026
Rahmî Koç heqaret li jinên Kurd kir: Divê lêborînê ji gelê Kurd bixwaze

Derbarê Rahmî Koç de lêpirsîn hat destpêkirin

6 HEZÎRAN 2026
TJA: Divê Rahmî Koç demildest lêborînê ji jinên Kurd bixwaze

TJA: Divê Rahmî Koç demildest lêborînê ji jinên Kurd bixwaze

6 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rûken Kilinç: Divê gorên Seîd Riza û hevalên wî bê eşkerekirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji zaroktiya xwe heta girtîgehê evîna hunerê: Divê Kurd afirîner bin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Bi îşkenceyê tê girtin û niha nexweş e!

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Keskîn Bayindir: Guhertina cihê birêz Ocalan nabe şert û mercên azad

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayika girtiyê nexweş: Kurê min nexweş e û 8 sal in min ew nedîtiye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji Wezareta Çandê bersivek sosret: Medreseya Feqiyê Teyran ne aîdî me ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Polîsan bi ser avahiya Weşanxaneya Belkiyê de girt

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayika Aştiyê: Ez hêza têkoşînê ji şehîdên xwe digirim

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Budçeya tendirustiyê ne li gor pêwîstiyên gel tê amadekirin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne