• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 MIJDAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Cezayê heta hetayê li kujerê Kînem Kiymet Yildiz hat dayîn

Stenbol / AW

2 HEZÎRAN 2026 - 17:25
Kategorî: ROJANE
A A
Cezaya muebbeta giran yanî heta hetayê li kujer Îsa Çetînkaya hat dayîn ku bi awayekî hovane Kînem Kiymet Yildiz kuştibû. Sazî û rêxistinên jinan jî diyar kirin ku kuştina jinan polîtîk in û heta dawiyê li pey dozên jinan bin.

Kînem Kiymet Yildiz di Tebaxa sala 2024an de li Stenbolê ji aliyê mêrê bi navê Îsa Çetînkaya ve hatibû kuştin. Doza biryarê îro li Edliyayê Bakirkoyê, di Dadgeha Cezaya Giran a 2yemîn de hate dîtin. Malbata Kînem Kiymet Yildiz, Komeleya Dema Jinan, Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Baroya Stenbolê û gelek kes li edliyeyê amade bûn. Lê sazî û komeleyên jinan ji ber biryara dadgehê nikarîn tev li dozê bibin. Di doza biryarê de kujer Îsa Çetinkaya ku di doza berê de gotibû bûyer nayê bîra wî di vê dozê de behsa bûyerê kir. Malbata Kînem Kiymet Yildiz di dozê de anî ziman ku heta dawiyê li pişt dozê ne û cezayê muebbetê dixwazin. Parêzeran jî diyar kirin ku ew tev li mutelayê dibin û daxwaz kirin ku derbarê cezayê de kêmkirin pêk neyê daku Kînem Kiymet bi awayekî hovane hatiye kuştin. Piştre navberek kurt hat dayîn. Piştî navberê dozger biryara xwe aşkera kir û cezayê muebbeta giran li Îsa Çetînkaya hat dayîn.

Piştî dozê li pêşiya edliyeyê daxuyanî hat dayîn.

Di daxuyaniyê de endama OHDê ya Stenbolê Ekîn Baltaş anî ziman ku îro di doza Kînem Kiymet Yildiz de biryarekê girîng hatiye dayîn û wiha got: “Lê îro me dît faîl parastineke kilîşe kir. Lê dadgerî tevahî parastina red kir. Ev jî bi têkoşîna jinan pêk hat. Em jî wekî tevgera jinan herdem li pişt dozê wisa bin û jinek jî tenê namîne.”

‘Em dizanin kuştina Kînem ne taybet e’

Rêvebera Komelaye Dema Jinan Şukran Demîr jî diyar ew îro ji bo sekna xwe ya li dijî kuştina jinan hatine vir û ev tişt anî ziman: “Em dizanin kuştina Kînem ne taybet e. Em dizanin pêşiya van kuştinan nayên girtin. Ji bo wê em dibêjin kuştina jinan polîtîk in.”

‘Kuştina jinan polîtîk in’

Her wiha Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê ya Stenbolê Kamîle Kandal jî ev tişt vegot: “Me herdem got kuştina jinan polîtîk in. Bi salan e hişmendiya mêrperest berdewam dike ev jî dibe sedema kuştina jinan.”

Daxuyanî bi dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ bi dawî bû.

Etîket: Îsa ÇetînkayaKînem Kiymet Yildizrêxistina jinan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Jinan bang kir: Tişta ku pêşiya kuştina jinan bigire civaka rêxistinkirî ye

Jinan bang kir: Tişta ku pêşiya kuştina jinan bigire civaka rêxistinkirî ye

28 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rûken Kilinç: Divê gorên Seîd Riza û hevalên wî bê eşkerekirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji zaroktiya xwe heta girtîgehê evîna hunerê: Divê Kurd afirîner bin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Bi îşkenceyê tê girtin û niha nexweş e!

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Keskîn Bayindir: Guhertina cihê birêz Ocalan nabe şert û mercên azad

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayika girtiyê nexweş: Kurê min nexweş e û 8 sal in min ew nedîtiye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji Wezareta Çandê bersivek sosret: Medreseya Feqiyê Teyran ne aîdî me ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Polîsan bi ser avahiya Weşanxaneya Belkiyê de girt

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayika Aştiyê: Ez hêza têkoşînê ji şehîdên xwe digirim

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Budçeya tendirustiyê ne li gor pêwîstiyên gel tê amadekirin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne