• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
02 TÎRMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Komkujiya li dijî Elewiyan: Otela Madimakê

    ‘Komkujiya Sêwazê ji ber redkarî û yekparêziyê hat pêkanîn’

    Hesabê Xê yê ajansa me hate astengkirin

    Malpera me wê li ser ajansawelat1.com weşana xwe bidomîne

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Komkujiya li dijî Elewiyan: Otela Madimakê

    ‘Komkujiya Sêwazê ji ber redkarî û yekparêziyê hat pêkanîn’

    Hesabê Xê yê ajansa me hate astengkirin

    Malpera me wê li ser ajansawelat1.com weşana xwe bidomîne

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Muzakereyên DYA û Îranê: Trump zextan girantir dike, Tehran daxwazan red dike

Navenda Nûçeyan/ AW

19 GULAN 2026 - 12:43
Kategorî: CÎHAN, MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Danûstandin û muzakereyên nerasterast ên di navbera DYA û Îranê de ketine qonaxeke xitimandinê. Rêveberiya Donald Trump bi polîtîkaya dorpêça deryayî hewl dide Îranê neçarî îmzekirina peymaneke nû bike û ji bo vê yekê jî îro civîna krîzê pêk tîne. Rêveberiya Tehranê jî pêşniyara DYAyê red dike û bi daxuyaniya Wezîrê Karên Derve Erakçî, Washingtonê wekî berpirsyarê xitimîna hevdîtinan nîşan dide. Li cîhanê jî pirs di rojevê de ye, “Gelo nexşerêya her du aliyan çi ye û pêşeroja van hevdîtinan dê ber bi ku ve biçe?”

Şerê hegemonyayê yê di navbera hêzên kurewî û herêmî de ku li Rojhilata Navîn bi hemû dijwariya xwe didome. Şerê di navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Komara Îslamî ya Îranê de derbasî qonaxeke nû ya krîzê bûye. Hevdîtinên nerasterast û muzakereyên ku demeke dirêj e li ser agirbest, vekirina Tengava Hurmuzê û bernameya nukleerî ya Îranê dihatin meşandin, di rojên dawî de bi temamî xitimîne. Li gorî geşedanên dawî, hem DYA û hem jî Îran li ser pozîsyonên xwe yên radîkal û “xetên xwe yên sor” israr dikin. Ev yek, rîska cardin destpêkirina şer zêde dike.

DYA gef û dorpêçê didomîne

Rêveberiya Washingtonê, bi taybetî di bin serokatiya Donald Trump de, stratejiya xwe bi temamî li ser radestkirina ûranyûma zengînkirî û têkbirina aborî ya Îranê ava kiriye. Armanca bingehîn a DYAyê ew e ku Îranê neçarî peymanekê bike. Li gorî agahiyên dawî yên ku di çapemeniya Amerîkayê de cih girtine, Serokê DYAyê Donald Trump roja Duşemê bi rojeva Îranê “civîneke krîzê” pêk tîne. Nûçegihanê Axîosê Barak Ravîd destnîşan kir ku Trump wê bi tîma xwe ya ewlehiya neteweyî û siyaseta derve re rûne û ev hevdîtin dê rasterast li ser asêbûna muzakereyan û vebijarkên şer hûr bibe.

‘DYA bi dorpêça deryayî bawer e’

Di heman demê de, nûçeya kanala ABC Newsê ya ku dispêre rayedarên Amerîkî nîşan dide ku Washington êdî baweriya xwe zêdetir bi “dorpêça deryayî” ya li ser Îranê tîne. Rêveberiya Trump difikire ku ev dorpêç, aboriya Îranê felc dike. Lê belê, li gel vê yekê gumanên DYAyê yên der barê “kapasîteya encamgirtinê ya muzakereyên heyî” de jî zêde bûne. Washington daxwaz dike ku Îran beriya her tiştî dev ji bernameya nukleerî berde û Tengava Hurmuzê li gorî şertên Amerîkayê veke.

Ji Îranê pêşniyara nû: Em ê Tengavê vekin

Li hemberî vê zexta aborî û deryayî, Tehran daxwazên DYAyê red dike û qebûl nake ku serî bitewîne. Stratejiya Îranê li ser dabeşkirina pirsgirêkan û sivikkirina dorpêçê hatiye avakirin. Li gorî zanyariyan, Îranê di rojên dawî de pêşniyareke nû gihandiye Washingtonê. Di vê pêşniyara nû de Tehranê xwestiye ku di qonaxa yekem de Tengava Hurmuzê ji nû ve ji trafîka deryayî re bê vekirin û şerê li herêmê bi dawî bibe.

Îran dixwaze mijara nûkleerî ji bo paşê bimîne

Îran dibêje ku muzakereyên li ser bernameya nukleerî û daxwazên din ên DYAyê dikarin di qonaxeke pêşerojê de werin destgirtin. Lê belê ev pêşniyara Îranê, ji aliyê rêveberiya DYAyê ve wekî “pêşniyareke ku pir di bin xetên me yên sor de dimîne” hat dîtin û bi teqezî hat redkirin. Ji bo Washingtonê, ev yek tenê taktîkeke demqezenckirinê ye.

Arakçî gefa kûrkirina qeyrana enerjiyê li cîhanê xwar 

Piştî ku DYA pêşniyara nû ya Îranê red kir û Trump biryara civîna krîzê da, ji aliyê Tehranê ve bersiveke tund û rasterast hat. Wezîrê Karên Derve yê Îranê Abbas Erakçî, têkçûn û bêencammayîna hevdîtinên li Pakistanê bi temamî xist stûyê DYAyê. Erakçî di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku rêveberiya Amerîkayê bi “daxwazên xwe yên zêde û ji sînor derketî” pêvajoya muzakereyê xitimandiye. Her wiha Erakçî bal kişand ser ewlehiya Tengava Hurmuzê û diyar kir ku ev der xwedî girîngiyeke gerdûnî ye. Îran bi vê peyamê, bi eşkereyî DYA û civaka navneteweyî hişyar dike ku zext û dorpêç bidomin, krîza li Kendavê wê bandoreke wêranker li ser bazirganiya deryayî û krîza enerjiya cîhanî bike.

Alî Abdullahî Alîabadî destnîşan kir ku “tiliya hêzên Îranê li ser tetîkê ye” û li hemberî Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û hevpeymanên wê peyamên tund dan.

Alîabadî yê ku ji medyaya dewletê ya Îranê re axivî, got: “Divê DYA û hevpeymanên wê careke din tu xetayeke stratejîk an jî xetayeke hesabê nekin.”

‘Trump: Geşedanên erênî hene’

Ev daxuyanî, piştî gefên nû yên Serokê DYA’yê Donald Trump ên li dijî Îranê hatin dayîn.

Trump, di daxuyaniya xwe ya roja Yekşemê de parast ku heke muzakereyên nukleerî bi ser nekevin wê Îran “bi temamî tune bibe” û ev îfade bi kar anîn: “Ji bo Îranê dem kêm dibe, heke bi lez tevbigerin wê baştir bibe.”

Li aliyê din Trump, di daxuyaniya xwe ya ji bo rojnamegeran a li Qesra Spî de diyar kir ku hin hevpeymanên wî yên li Rojhilata Navîn jê re gotine ku ew gelekî nêzîkî lihevkirina bi Îranê re bûne.

Trump got: “Di van hevdîtinan de geşedaneke gelekî erênî heye. Heke em bikaribin vê yekê bêyî avêtina bombeyan çareser bikin, ez ê bi vê yekê kêfxweş bibim.”

‘Dev ji êrişa plankirî ya Sêşemê hat berdan’

Trump her wiha di parvekirina xwe ya li ser hesabê Truth Socialê de eşkere kir ku li ser daxwaza welatên Kendavê, wî dev ji êrişeke ku ji bo roja Sêşemê li dijî Îranê hatibû plankirin, berdaye.

Serokê DYA’yê tevî vê yekê destnîşan kir ku heke “lihevkirineke qebûlkirî pêk neyê”, Washington amade ye ku her kêliyê li dijî Îranê êrişeke berfireh pêk bîne.

Tê diyarkirin ku temasên di navbera DYA û Îranê de yên ji ber bernameya nukleerî û rageşiyên herêmî berdewam dikin.

Nediyarî zêde dibin

Rewşa dawî ya mizakereyan bi giştî wekî xitimînekê tê nirxandin. Li gorî pispor û analîstan her du alî jî ne amade ne ku dest ji daxwazên xwe yên serdestiyê berdin. Niha pirsa, “Gelo di rojên pêş de wê ev krîz ber bi ku ve biçe? ji hêla hemû hêzan ve tê pirsîn. Li gorî pirsporan sê senaryoyên bingehîn derdikevin pêş. Ji van senaryoyan a sereke ew e ku şer dê dirêj dom bike û statûkaya heyî dê bixitibe. Li gorî bewek analîstan îhtîmala lihevkirineke berfireh di navbera her du aliyan de gelekî lawaz xuya dike. Wê rewşa “ne aştî ne jî şerê yekser” berdewam bike. DYA wê zexta xwe ya aborî û deryayî dewam bike, Îran jî dê aboriya xwe bi riyên nefermî li ser piyan bigire. Muzakere wê di navbera qutbûn û destpêkirinên bêencam de asê bimînin.

Metirsiya gurbûna şer

Li gorî senaryoya duyemîn jî şerê wekaletî dê kûr bibe û pevçûn li herêmê belav bibe. Beşek analîstan dibêjin ku heke Trump biryar bide ku dorpêça deryayî hîn hişktir bike, dibe ku Îran wekî bersiv Tengava Hurmuzê bi temamî bixe xetereyê. Di heman demê de, tê payîn ku şerê wekaletê yê li ser xaka Sûriye, Iraq, Yemen û Libnanê gurtir bibe. Her tevgereke şaş a leşkerî li deryayê, dikare bibe sedema rûbirûbûneke rasterast û Kendavê veguherîne qada şerekî giran.

Etîket: Abbas ErakçîBenjamîn NetanyahûDonald TrumpDYAÎranKendava Hurmuzêmuzakereyên nerasterast
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Wezîrê Îngilîz Falconer: Li Îranê Kurd bi zexteke giran re rû bi rû ne

Wezîrê Îngilîz Falconer: Li Îranê Kurd bi zexteke giran re rû bi rû ne

29 HEZÎRAN 2026
Trump tevî agirbestê gef li Îranê xwar

Trump tevî agirbestê gef li Îranê xwar

28 HEZÎRAN 2026
YRK: Eger êriş bidomin em ê bersiva pêwîst bidin

YRK: Eger êriş bidomin em ê bersiva pêwîst bidin

25 HEZÎRAN 2026
Îran pergala Tengava Hurmuzê diguherîne

Îran Hurmizê girt: DYA û Îran li Swîsreyê tên ba hev

21 HEZÎRAN 2026
Îranê li Iraqê komên veşartî ava kirine

Îranê li Iraqê komên veşartî ava kirine

19 HEZÎRAN 2026
Peymana çarçoveyî ya navbera DYA û Îranê li ser elektronîkê hat îmzekirin

Peymana çarçoveyî ya navbera DYA û Îranê li ser elektronîkê hat îmzekirin

15 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Malpera me wê li ser ajansawelat1.com weşana xwe bidomîne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 2yê TÎRMEHA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Sezaî Temellî: Ji bo qanûna çarçoveyê mutabakatek heye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • KOM Muzîkê albûma ‘Ji bo bîranîna Sêwasê” li ser dîjîtalê weşand

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • DEM Partiyê pêvajoya veguherînê da destpêkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bafil Talabanî û Îbrahîm Kalin li Silêmaniyê hevdîtin kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Mamosteyê tecawizkar heta hetayî ji zanîngehê hat dûrxistin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • TÎRMEH 2026 (33)
  • HEZÎRAN 2026 (821)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne