• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Komxebata zarokan bi peyama ‘Gotina me, li gel gotina zarokan e’ dawî bû

Amed / AW

18 GULAN 2026 - 18:48
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Komxebata “Ji nû ve Avakirina Bajaran a bi Zarokan re” bi aşkerekirina encamnameyê bi dawî bû. Di encamnamê de wiha hat gotin: “Ev komxebat, ne dawiya xalê ye destpêka paragrafeke nû ye. Gotina me, li gel gotina zarokan e.”

Bi pêşengtiya Komeleya Berî Her Tiştî Zarok bi hevkariya Zarok TV, Konseya Bajêr a Amedê, Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Weqfa Koçberiyê komxebata bi navê “Ji nû ve Avakirina Bajaran a bi Zarokan re” hate lidarxistin. Di roja duyemîn de bi tevlîbûna endam û nunerên saziyên zarokan û saziyên sivîl li Parka Sumerê ya Amedê bi aşkerekirina encannameê bi dawî bû.

Di encannameyê de karkeriya zarokan, qutbûna ji perwerdeyê, mafê zimanê dayikê, piştgiriya psîkososyal û tevlêbûna zarokan a di pêvajoyên biryardanê de derketin pêş. Ji bo polîtîkayên giştî yên ku mafên zarokan dixin navendê, bang li rêveberiyên herêmî û saziyên giştî hate kirin ku bi hev re têbikoşin. Di roja duyemîn a komxebatê de di bin sernavên mafên zarokan, modela bajarê beşdar, berpirsiyariya giştî û qadên azadiyê yên zarokan de atolye hatin lidarxistin. Daneyên ku ji atolyeyan hatin girtin, veguherîn raporeke berfireh a encamê. Encannameya komxebatê ji aliyê Rêveberê Projeya Komeleya Pêşî Zarok Mazlum Menguç ve hat xwendin.

‘Zarok ne kesên pasîf in’

Di encamnameyê hat diyarkirin ku zarok ne tenê kesên ku divê bêne parastin in, ew wekî kirdeyên çalak ên bajêr in û ev tişt gotin: “Zarok; kirdeyên wiha ne ku di bajêr de dijîn, bajêr diceribînin, rexne dikin, daxwaz dikin û pêşniyarên çareseriyê tînin. Xebata bi zarokan re ne qadeke “alîkarîparêz” e, parastina mafên zarokan yek ji berpirsiyariyên bingehîn ên jiyana giştî ye. Di encamnameyê bal kişand ser pirsgirêkên zarokan ên li herêmê rû bi rû dimînin û bûne sîstematîk. Hat diyarkirin ku bêparbûna aborî, lêçûnên perwerdeyê û kêmasiya piştgiriya psîkososyal dibin sedem ku zarok ji perwerdeyê dûr bikevin. Her wiha hat destnîşankirin ku karkeriya zarokan û zewacên di temenê zaroktiyê de hîn jî pirsgirêkên berbelav in û wiha dom kir: “Ev tabloya heyî ne ji tercîhên şexsî, lê ji ber neheviyên aborî, rolên zayenda civakî û polîtîkayên civakî yên kêm û nebes çêdibe.”

 ‘Lîstik, çand û huner mafên bingehîn in’

Di encamnameyê de hat gotin ku park, pirtûkxane, qadên werzişê, navendên çand û hunerê û atolye ji bo zarokan qadên mafên bingehînin û wiha pêde çû: “Pirsgirêkên zarokên astengdar ên di gihîştina qadên giştî de, tengbûna qada tevgera keçan a di qadên giştî de û negihîştina zarokên malbatên koçber a ji bo xizmetan, di nav sernavên derketine pêş de cih girtin. Banga li ser zimanê dayikê û beşdarbûnê xwe îfadekirina zarokan a bi zimanê dayikê mafekî bingehîn e û divê pergala perwerdeyê veguhere avaniyeke ku pirrengiya çandî esas digire. Meclîsên zarokan û mekanîzmayên beşdarbûnê nabe ku bibin wekî ‘vîtrîn’, banga modelên demokratîk hate kirin ku tê de zarok rasterast di pêvajoyên biryardanê de xwedî gotin bin. Bang li rêveberiyên herêmî û saziyên giştî  ji rêveberiyên herêmî dikin ku stratejî û budceyên li ser bingeha mafên zarokan amade bikin. Li ser asta taxan navendên perwerdeyê yên belaş, qadên lîstikê yên ewle, yekeyên piştgiriya psîkososyal û qadên çand û hunerê yên gihîştî werin belavkirin. Ji saziyên giştî yên navendî re jî bang dikin ku nêzîkatiyeke giştgirek a ku mafên zarokan dixe navendê û polîtîkayên xizmetên civakî yên parastin û pêşîlêgirtinê xurt dike, pêş bixin.”

 ‘Ev encamname destpêkeke nû ye’

Encamname wiha bi dawî bû: “Pêkhateyên komxebatê vîna xwe ya hevpar a ji bo lidarxistina civînên çavdêriyê yên birêkûpêk, avakirina komên xebatê yên tematîk û organîzekirina hevdîtinên nû yên ku zarok rasterast beşdar dibin nîşan dan. Ev komxebat, ne dawiya xalê ye, destpêka paragrafeke nû ye. Gotina me, li gel gotina zarokan e.”

Etîket: Amedbi dawî bûencamnameKomxebatzarok
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Hilbijartina DTSOyê pêk hat: Şer bandorek mezin li ser aboriyê kir

Hilbijartina DTSOyê pêk hat: Şer bandorek mezin li ser aboriyê kir

3 COTMEH 2026
Pêşengeha Pirtûkan a Amedê di roja 5emîn de didome

Pêşengeha Pirtûkan a Amedê di roja 5emîn de didome

30 ÎLON 2026
Weşanxaneye Moriyê ji bo zarokan seta pêşdibistanê amade kir

Weşanxaneye Moriyê ji bo zarokan seta pêşdibistanê amade kir

30 ÎLON 2026
Roja yekem a konferansa DER-MEZê bi rûniştinan berdewam kir

Roja yekem a konferansa DER-MEZê bi rûniştinan berdewam kir

25 ÎLON 2026
Li Amedê Kongreya Komeleya Derûnasên Mezopotamyayê dest pê kir

Li Amedê Kongreya Komeleya Derûnasên Mezopotamyayê dest pê kir

25 ÎLON 2026
Bi girseyî serdana bîranîna Zîlan Kurdistan hat kirin

Bi girseyî serdana bîranîna Zîlan Kurdistan hat kirin

25 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne