• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Li Sêrtê meşa ji bo aştiyê: Dem dema gavavêtinê ye

Sêrt / AW

16 GULAN 2026 - 21:25
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Rêxistina DEM Partiya Sêrtê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dirûşma “Gavek ji bo aştiyê” meş li dar xist û daxwaza aştiyê hat kirin.

Partiya Wekhevî Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Sêrtê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdûllah Ocalan bi dirûşmeya “Gavek ji bo aştiyê” ji qada demokrasiye heta Rêya Guresê meşiya. Di meşê de rêveber û endamên DEM Partiyê û DBP, Dayikên Aştiyê, TUAY-DER, MEBYA-DER, ÎHD, TJA, Egîtîm Sen, Şaxa DÎSK Genel Îşê ya Sêrtê, CHP û gelek kes tev li çalakiyê bûn. Girseya ku di meşiya bê nevber dirûşemeyên “Bijî Serok Apo”, “Jin jiyan azadî” û “Jin jiyan azadî, azad bike rêbertî” dihatin berzkirin. Li pankart û diwîzan jî “Gavek ji bo aştiyê” hatibûn nivîsandin. Metna daxuyaniyê jî ji aliyê Hevserok DEM Partiyê yê Sêrtê Kenan Bîlge ve hate xwendin.

Kenan Bîlge di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku hemû gelên Tirkiyeyê, jin, ciwan, karker, kedkar û bê kar, di pêvajoyeke dîrokî de derbas dibin û wiha got: “Di vê dema dîrokî de em ber bi aştiyê ve dimeşin. Em daxwaza xwe ya aştiyê carekî din dubare dikin. Di ser banga “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk” a birêz Abdullah Ocalan daye destpêkirin de tam 15 meh derbas bûn. Ev banga ku hem di asta herêmî hem jî di asta gerdûnî de dengekî mezin derxist. Ji bo çareseriya meseleya Kurd û ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê di serî de bi gelê Kurd re û di nav hemû gelên Tirkiyeyê de hêviyekî mezin afirand. Roja piştî banga Birêz Ocalan, tevgera wî agirbest ragihand û du meh piştî wî Kongreya xwe ya 12emîn lidarxistin û xwe fesh kir. Li pey vê yekê, koma “Aştî û Civaka Demokratîk” a ji 30 gerîlayan pêk dihat, çalakiya şewitandina çekan pêk anî û ji bo rawestandina têkoşîna çekdarî vîna xwe nîşan dan.”

‘Dem ne dema sekinandin û paşxistinê ye, dem dema gav avêtinê ye’

Di berdewama axaftina xwe de Kenan Bîlge bi bîr xist ku di 26ê Cotmeha 2025an de komek gerîla ku ji nava sînorên Tirkiyeyê vekişiyabûn di ser vekişîna wan de demek dirêj derbas bû û got ku hê jî dewletê gaveke şênber neavêtiyê û wiha pêde çû: “Di vê pêvajoyê de bi aqil û vîneke hevpar Komîsyona Meclisê hat avakirin. Vê komîsyonê guhdariya gelek dînamîkên civakî kir û raporek amade kir. Lê di vê pêvajoya 15 mehî de ji xeynî rapora vê komîsyonê tu gavekî şênber nehatiye avêtin. Girtiyên nexweş û siyasî hê jî di girtîgehê de ne. Derbarê qanûnên azadiyê de gotineke zelal hê jî nehatiye diyarkirin. Rejîma qeyûman hê jî li ser kar e. Statuya muzakerevanê sereke birêz Ocalan hê negihîştiye çarçoveyekî qanûnî. Desthilatdariya siyasî, pratîkekî nîşan dide ku armanca wan sekinandin û derengxistina pêvajoyê ye. Lê em îro herî zêde nîzikê aştiyê ne ku  daxwaza milyonan e. Dem ne dema sekinandin û paşxistinê ye, dem dema gav avêtinê ye. Ji bo çareseriya demokratîk a meseleya Kurd, ji bo wekhevî, edalet û demokrasiyê, ji bo qedandina rejîma qeyûman, ji bo azadiya girtiyên nexweş û siyasî, ji bo mafê perwerdeya bi zimanê dayikê û ji bo rawestandina hemû bikaranînên antîdemokratîk û bêhiqûqî em îro gavê davêjin.”

‘Pêvajo pêvajoya avakirina jiyana azad, wekhev û demokratîk e’

Kenan Bîlge di dawiya axaftina xwe de got ku hêz, vîn û baweriya wan heye ku ew ê aştiyê û komara demokratîk ava bikin û ev tişt got: “Em ê tu carî dest ji daxwaza aştiyê, ji têkoşîna ji bo aştiyê û ji mezinkirina vê zemînê bernedin. Em ji bo aştiyê, ji bo komareke demokratîk, ji bo wekhevî û azadiyê bi biryar in. Di sedsala duyemîn a Komarê de, em ê vîna gelan a jiyana hevpar, wekhev û azad bi aştiyê tacîdar bikin. Ji bo vê armancê em ê kêliyek jî ji têkoşînê dûr nekevin. Ji bo ku sed saleke din neyê windakirin, ji bo îro û siberoja Tirkiyeyê gelek girîng e ku desthilatdariya siyasî gavên şênber û pratîkî biavêje. Em ji çar aliyên Kurdistanê û Tirkiyeyê bang li desthilatdariya siyasî dikin; guh bidin vîna aştiyê û berpirsîyariyê bigirin ser xwe. Ji bo aştiyê gavan biavêjin. Ji ber ku aştî weke bêhna em niha distînin hewcedariyek e. Dem dema wê ye ku bi rêziknameyên qanûnî yên berfireh rê li ber siyaseta demokratîk bê vekirin. Pêvajo pêvajoya avakirina jiyana azad, wekhev û demokratîk e.”

Etîket: Abdullah OcalanaştîAzadimessêrt
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Dîlokê dijî êrîşa zayendî meş û daxuyanî: Dem dema jinê ye

Li Dîlokê dijî êrîşa zayendî meş û daxuyanî: Dem dema jinê ye

18 TEBAX 2026
Gelê Bismîlê li dijî tiryak û çetebûyînê meşiya

Gelê Bismîlê li dijî tiryak û çetebûyînê meşiya

17 TEBAX 2026
Li Wêranşarê meşa jinan: Em ê mafê jiyanê û azadiyê biparêzin

Li Wêranşarê meşa jinan: Em ê mafê jiyanê û azadiyê biparêzin

17 TEBAX 2026
Alîgirên Amedsporê: Em ê li dijî hişbir, fihûş û çetetiyê li ber xwe bidin

Alîgirên Amedsporê: Em ê li dijî hişbir, fihûş û çetetiyê li ber xwe bidin

16 TEBAX 2026
Otomatik taslak

Tuncer Bakirhan: Ocalan teahhud kiribe şer û pevçûn dernakeve

15 TEBAX 2026
Welatiyên Stenbolî: Daxwaza gelê Kurd azadiya Serok Abdullah Ocalan e

Welatiyên Stenbolî: Daxwaza gelê Kurd azadiya Serok Abdullah Ocalan e

15 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne