• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Li Cizîra Botan bi hezaran kes ji bo aştî û azadiya Ocalan meşiyan

Şirnex / AW

16 GULAN 2026 - 20:36
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Li Cizîra Botan bi hezaran kes ji bo aştiyê meşiya û di meşê de banga azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat kirin.

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê bi hezaran welatiyên li Qada Qesebxaneyê ya Taxa Cûdî kom bûyîn bi pankarta, ‘Gavek ji bo aştiyê’ heya çarrêya navenda bajêr meşiya. Di meşê de diruşmên, ‘Em şer naxwazin, aştiyê dixwazin’ û ‘Jin aştiyê dixwazin’ hatin berzkirin.

Tevgera Azadiyê bersiv da banga Ocalan niha dema gavav dewletê ye

Piştî ku bi hezaran kes gihişt çarrêya li navenda bajêr Hevserokê DEM Partiyê Ramazan Ûysal daxuyanî da û got ku banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo me pîroz e û wiha axivî: “Em hemû gelên Tirkiyeyê di pêvajoyek girîng de derbas dibin. Weke hûn jî dizanin li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya Aştî û Civaka Demokratîk 15 meh derbas bûn û heya îro ji aliyê Tevgera Azadiyê ve gelek gavên şênber hatin avêtin. Ev gav bersiva banga Rêzdar Ocalan bû. Ji aliyê din ve dewletê heya îro ji bilî avakirina komîsyonê û amadekirina raporê tu gaveke şênber neavêtiye.”

Ramazan Ûysal di berdewama axaftina xwe de xwest ku hikumeta AKPê rojek berî rojekî ji bo aştiyê gav biavêje û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em îro herî zêde nêzî aştiyê ne û ev yek daxwaza mîlyonan mirovan e. Ji ber vê yekê divê aliyê dewletê demildest gav biavêje. Em ji bo aştiyê û komareke demokratîk bi israr in û divê sedsaleke din neyê windakirin. Divê Desthilatiya AKPê rojek berî rojekî ji bo aştiyê gavek biavêje.”

‘Aştî dê bi azadiya Rêber Apo pêk were’

Piştî Ramazan Ûysal Parlementerê DEM Partiyê yê Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez got ku îro li hemû bajarên Kurdistanê û gelek bajarên Tirkiyeyê ji bo aştiyê meş tên lidarxistin û wiha axivî: “Îro li hemû bajarên Kurdistanê û gelek bajarên Tirkiyeyê gel ji bo aştiyê dimeşe. Gelê tu dem şer nexwestiye û her tim aliyê aştiyê girtiye. Gelek pêkûtî li ser gelê me pêk anîn lê me tu dem serê xwe netewand û ji bo hebûna xwe me tekoşîn da. Îro bi saya Rêber Ocalan pêvajoyek tê meşandin û ev yek ji bo hemû gelan pîroz e. Divê her kes qîmetê vê pêvajoyê bizanibe û li gor wê tevbigere. Li tevahiya Kurdistan, Tirkiye û cîhanê xwedîderketinek ji bo banga Ocalan ya aştiyê heye. Ji îro pêde ji bo em bikaribin bi hev re bijîn divê gav werin avêtin. Divê dewleta Tirk ji bilî aştiyê tu hesab din neke, ji bo ku aştî pêk were û em bigehin mafên xwe hezaran ciwan me spartin axê, hezaran ciwan li girtîgehan dimînin, hezaran gelê me koçber bû. Ev aştî encax bi azadiya Rêber Ocalan dê pêk were. Em bi hêvî ne û vegera ji vê pêvajoyê ji bo me tuneye. Em ê bi tekoşîna xwe aştiyê li çar aliyê Kurdistan û Tirkiyeyê belav bikin.”

Piştî axaftinan, girseyê ji bo aştiyê deqeyekî ronahiya telefonên xwe vekirin û bi dirûşma, ‘Em şer naxawazin, em aştî dixwazin’ bi dawî bû.

Etîket: Abdullah OcalanaştîAzadiCizîrmes
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

6 COTMEH 2026
Abdullah Ocalan: Eger Îran dawî li êriş û darvekirinê neîne mafê Kurdan ê bersivê heye

Abdullah Ocalan ji konferansa li Îngilistanê re peyam şand

29 ÎLON 2026
Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

28 ÎLON 2026
Mîthat Sancar: Pêdivî bi baweriyê heye

Mîthat Sancar: Pêdivî bi baweriyê heye

26 ÎLON 2026
Ji HPGê peyama 15ê Tebaxê: Berê me li azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Nefreta li dijî birêz Ocalan nefreta li dijî gelê Kurd e

21 ÎLON 2026
Siyasetmedar Mûsa Çîftçî: Veger divê ne takekesî, kolektîv û fermî be

Siyasetmedar Mûsa Çîftçî: Veger divê ne takekesî, kolektîv û fermî be

20 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne