• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Forûma Aştî û Azadiyê bi dawî bû

Amed / AW

16 GULAN 2026 - 20:28
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Forûma Aştî û Azadiya Civakî bi bernameya li Qonaxa Cemîl Paşa ya Sûrê hate lidarxistin, bi dawî bû. Di bernamyê de hat destnîşankirin ku heya mafê gelê Kurd neyê dayîn li Rojhilata Navîn aştiyek mayînde çênabe.

Forûma Aştî û Azadiya Civakî ya ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve tê organîzekirin, bi bernameya dawî ya li Qonaxa Cemîl Paşa ya Sûrê ya Amedê hat lidarxistin bi dawî bû. Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hamîtogullari, Hevseroka DEM Partiyê ya Amedê Gulşen Ozer, hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê Serra Bûcak, Dogan Hatûn, endamên partiyên siyasî û sivîl û gelek kes tevlî bernamê bûn.

Bernameyê bi axaftina Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed ya bi onlineyê beşdar bû destpê kir. Îlham Ehmed diyar kir ku gava mirov li dîroka avabûna dewletan dinihêre dibîne ku sîstema dewletneteweyê bi giştî li ser yek reng, yek ziman û yek neteweyê hatiye avakirin. Îlham Ehmed destnîşan kir ku ev nêzîkatiya dewletan, ji ber encamên xwe yên ferzkirina şêwazekî yekrengî, bûye sedem ku di navbera civakan de nakokiyên kûr derkevin û wiha got: “ Krîzên ku îro derdikevin holê; krîza aborî, krîza ziman, krîza baweriyan û krîza siyasî, hemû di nava xwe de van krîzan dihewînin. Wek mînak; dewleta Sûriyeyê. Di encama vê sîstema tekparêz de, krîzeke pir kûr di hundirê Sûriyeyê de tê jiyîn. Di vê dawiyê de, bi şerê ku qewimî, hem şerekî navxweyî pêk hat û hem jî ji derve destwerdan çêbûn. Sûriye rastî wêraniyeke mezin hat. Bi salan e ji bo çareseriya krîza Sûriyeyê hewldan hene.”

‘Heya mafê Kurdan neyê dayîn, Sûriye ji krîzê xelas nabe’

Îlham Ehmed da zanîn ku divê dewlet li hundirê xwe, pergala xwe bi rengekî ku bikaribe mafê hemû pêkhateyan, hemû baweriyan û hemû zimanan biparêze, ji nû ve ava bike. Îlham Ehmed anî ziman ku  divê feraseta tekparêz bê guhertin û wiha domand: “Ji bo ku mirov bikaribe vê yekê pêk bîne û jiyaneke wekhev ava bike, divê hemû rengên civakê, hemû ziman û bawerî, xwe tê de bibînin. Her kes bikaribe çanda xwe bijî, zimanê xwe biparêze û bi nasnameya xwe ya azad di nav vê sîstemê de cih bigire. Heke ev yek neyê kirin, ango li ser mafên neteweyî, mafên ziman û çandî asîmîlasyon û înkarkirin berdewam bike, ew ê krîzên demdirêj careke din derkevin holê. Di van salên dirêj ên şoreşê de, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Rêveberiya Xweser derketiye pêş. Ev pergal, wekî projeyekê ne tenê ji bo Kurdan, ji bo Ereban, Suryaniyan û hemû pêkhateyên din bûye sîstemeke hevpar a jiyana bi hev re. Lê belê, ji bo misogerkirina van mafan û çareseriyeke mayînde, pêwîstî bi destûreke nû heye. Destûreke demokratîk ku ne li ser bingeha neteweperestiyê, lê li ser bingeha ‘neteweya demokratîk’ û naskirina mafên hemû pêkhateyên Sûriyê bê amadekirin. Ger destûreke bi vî rengî neyê nivîsandin û mafê Kurdan û pêkhateyên din di bin ewlehiyê de neyê girtin, Sûriye nikare ji vê krîzê derbikeve.”

‘Ev forûm gelekî watedar e’

Piştî axaftina Îlham Ehmed Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hamîtogullari axivî. Tulay Hamîtogullari di axaftin xwe bal kişand ser Forûma Aştî û Azadiya Civakî û got: Di nava vê pêvajoya 5 rojan de; ji bo çanda jiyana hevpar, aştî û demokrasiyê, ji bo tesîskirin û mayîndebûna aştiya civakî ya li ser van xakan, gelek rewşenbîr, nivîskar û hunermendan nêrînên cihêreng dan nîqaşkirin û li ser rêbazên cuda axivîn. Bêrî niha bi demeke kurt em beşdarî panelekê bûn û bi rastî jî paneleke gelekî xweş bû, ji ber ku asoveker bû. Ji ber ku nihêrîna li aştiyê ya ji eniyeke din bû. Ji ber ku li aştiyê nihêrîna ji çavê hunermendekî, ji çavê lîstikvanekî, ji çavê muzîkjenekî û bilêvkirina zimanê wê bi peyv û notayên wê çawa dibe; di vê forûmê de xebata vê yekê hate meşandin. Bi vê wateyê jî ev forûm gelekî watedar e.”

‘Tirkiye di çerxerêya derfeteke dîrokî de ye’

Tulay Hamîtogullari di axaftina xwe de destnîşan kir ku niha li Tirkiyeyê pêvajoyek heye ku bi Banga Aştî û Civaka Demokratîk a ku zêdetirî sal û nîvek e dewam dike re teşe digire û wiha pêde çû: “Ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd bi rêbazên aştiyane û demokratîk, hin gavên hatine avêtin hene. Lê belê hûn jî pir caran dibihîzin ku bi taybetî di van çend hefteyên dawî de ev gav li hin xalan asê mane. Banga Aştî û Civaka Demokratîk derfeteke dîrokî ye. Tirkiye di çerxerêya derfeteke dîrokî de ye. Li vê çerxerêyê aştî, demokrasî û hiqûq heye. Ji bo ku bigihîjin armanca xwe û ev çerxerê rast bizîvire, di dema xwe de avêtina gavên rast gelekî jiyanî ye. Sîgorteya aştiyê hiqûq e, misogeriya wê jî demokrasî ye.

‘Divê ji bo statuya Birêz Ocalan gav bê avêtin’

Tulay Hatîmogullari axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Divê ji bo sererastkirinên qanûnî û hiqûqî gav bên avêtin. Divê ji bo bidawîkirina pergala qeyûman, ji bo pêkanîna biryarên DMMEyê û ji bo berdana gelek girtiyên siyasî, rojnameger û nivîskaran gav bên avêtin. Divê ji bo statuya Birêz Ocalan gav bê avêtin. Gav avêtin karekî wêrekiyê ye. Karekî jidil e, karekî baweriyê ye. Di heman demê de karekî hişmendiyê ye. Divê tabû bên şikandin. Divê carekê em ji tirsên xwe rizgar bibin.”

‘Me tecrubeyeke baş bidest xist’

Dogan Hatun diyar kir ku piştî 15 salan, ev forûm careke din li Amedê hate lidarxistin û wiha axivî: “Dema me dest pê kir gelek pêşniyar hatin, gelek serlêdan ji bo atolyeyan hatin. Lê mixabin pênc roj têra me nekir. Pênc roj têra hemû atolyeyan nekir. Lê me jî biryareke wiha –wekî mizgîniyekê jî em bêjin– me biryareke wiha da: Ya ku me di van pênc rojan de tecrube kir, pêdiviya vê yekê di serî de ji rêveberiyên herêmî û hemû civakê re wekî dersekê danî pêşiya me. Di civakê de me çi kêm hiştiye? Em ê çawa zêdetir dengê aştiyê bilind bikin? Em ê çanda xwe, hunera xwe û zimanê xwe bi çi rengî zêdetir bikin û em ê çawa xwedî lê derkevin? Me tecrubeyeke baş bidest xist.

Bi rastî jî kedeke baş bû. Ev hatina ba hev, piştî vê rojê, bû rêyeke fireh. Ew ê her tim ev rêya fireh vekirî be, dirêjtir be û mezin bibe. Soza me jî ev e: Me destpêkek kir; kar û barên aştiya civakî û azadiya gelan, em ê bi çi awayî, bi kîjan rengî esas bigirin. Ev esasbûn ew ê me çiqas bişve bibe, bû mînak. Bi rastî jî gelek mînakên serkeftî me di van pênc rojan de dîtin. Dîsa dibêjim, ev bû rêyeke fireh, ev derî vebû. Civak bi dengê xwe, bi rengê xwe, bi zanabûna xwe, bi tembûra xwe, bi lîstika xwe, bi sînemaya xwe. Qada jiyanê, ev qada hevpar, qada jiyanê dê bi çi awayî bibe; bi rastî me tecrubeyeke têr û tijî dît.”

Dogan Hatun bal kişand ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratik û wiha bi dawî kir: “Di 27ê Sibata 2025an de, wekî ku hûn jî dizanin pêvajoyeke aştiyê li Tirkiyeyê dest pê kir. Ev forûm jî bû wek destpêkekê. Ev roj, wekî şitlekê li nav axê şîn hat. Ew ax jî dê vê şitla aştiyê mezin bike, bibe dareke mezin û pelên wê li hemû cîhanê belav bibin. Em ê bi hev re bixebitin û pêvajoyê bi ser bixin.”

Piştî axaftinan forûm bi dawî bû.

Etîket: Amedaştîbi dawî bûfarum
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Hilbijartina DTSOyê pêk hat: Şer bandorek mezin li ser aboriyê kir

Hilbijartina DTSOyê pêk hat: Şer bandorek mezin li ser aboriyê kir

3 COTMEH 2026
Pêşengeha Pirtûkan a Amedê di roja 5emîn de didome

Pêşengeha Pirtûkan a Amedê di roja 5emîn de didome

30 ÎLON 2026
Roja yekem a konferansa DER-MEZê bi rûniştinan berdewam kir

Roja yekem a konferansa DER-MEZê bi rûniştinan berdewam kir

25 ÎLON 2026
Li Amedê Kongreya Komeleya Derûnasên Mezopotamyayê dest pê kir

Li Amedê Kongreya Komeleya Derûnasên Mezopotamyayê dest pê kir

25 ÎLON 2026
Bi girseyî serdana bîranîna Zîlan Kurdistan hat kirin

Bi girseyî serdana bîranîna Zîlan Kurdistan hat kirin

25 ÎLON 2026
Konseya Bajêr a Amedê: Divê mîrateyên Amedê werin parastin

Konseya Bajêr a Amedê: Divê mîrateyên Amedê werin parastin

23 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne